Ji pisporên erdhejê hişyarî: Li Edene, Osmaniye û Hatayê hişyar bin!

img
ÎZMÎR - Pisporên erdhejê ku piştî erdheja navenda wê Mereş daxuyanî dan ev hişyarî kirin: “Bala erdhejên demên pêş ketiye başûr. Osmaniye, Edene û Hatay ketine ber qadên xetere.” 
 
Li Mereşê bi pileya 7,4, li Dîlokê jî bi pileya 6,4 erdhej çêbû. Erdhejê bandoreke mezin li ser Amed, Riha, Meletî, Osmaniye, Mêrdîn, Edene, Hatay û Semsûrê jî kir. Di encama erdhejê de bi hezaran avahî hilweşiyan. Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay bîlançoya erdhejê parve kir û da zanîn ku heta niha 284 kesan jiyana xwe ji dest dane û 2 hezar û 323 kes jî birîndar bûne. 
 
Pisporên erdhejê piştî erdhejê daxuyanî dan û hişyarî kirin. 
 
PISPORAN HIŞYARÎ DAN
 
Pisporê erdhejê Prof. Dr. Nacî Gorur li ser hesaba xwe ya medyaya civakî wiha got: “Hevalno, ez gelek xemgîn im lê li Bazarcix a Mereşê bi pileya 7,5 erdhej çêbû. Erdhejeke pir mezin e. Hêvîdarim encamên giran jê dernekevin. Me erdnasan gelek caran hişyarî kirin ku ev erdhej tê. Lê belê tu kesî tiştek ji me nepirsî û bertekeke herî biçûk jî nîşan nedan.” 
 
LI BENDAVAN HIŞYAR BIN 
 
Bi domdarî Gorur got ku divê bendavên li herêmê bên kontrolkirin û wiha domand: “Piştî vê erdhejê, divê li Edene û Hatayê hişyar bin. Divê rêveberên herêmî hişyar bin. Derbasî be. Xwedê li rehma xwe li miriyan bike û şîfaya xêrê bo birîndaran dixwazim.” 
 
3 SAL BERÊ HIŞYAR KIR
 
Gorur, di sala 2019’an de beşdarî bernameyeke televîzyonê bûbû û ji ber erdhejeke li Mereşê hişyarî dabûn. Gorur, wiha gotibû: “Divê mirov li devera Mereşê hişyar be. Ev der li ber erdhejekê ye. Divê her ji niha ve tevdîrên ku rê li ber ziyanan digirin bên girtin.” 
 
LI EDENE Û HATAYÊ HIŞYAR BIN
 
Endezyarê Jeofîzîkê Prof. Dr. Ovgun Ahmet Ercan jî li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Baskê Turkgolû ya li ser Xeta Şikestî ya Rojhilatê Anatoliyayê şikest. Bala erdheja nû ketiye ser devera başûr. Osmaniye, Edene û Hatay ketine ber herêma xetereyê. Dibe ku li van herêman erdhejên ne zêde mezin çêbibin. Ji bo erdhejên mezin hêjta zû ye.” 
 
DI HÊZA BOMBEYA ATOMÊ DE YE
 
Ercan, di parvekirina xwe de ev tişt anî ziman: “Erdhej, di şertên herî xerab de çêbûye. 1. Di nîva zivistanê de ye û hewayeke pir sar heye. 2. Dema mirov li mala xwe radizan. 3. Dema civak pirsgirêka debarê dijîn. Karesateke mezin e û divê em bi destê hev bigirin. Bila kesek xwe ji kesekî aciz neke. Em bibin alîkar. Erdheja li ser xeta şikestî ya Hatay-Osmaniye-Mereşê ku sedsalan e li bendê ne, bi mezinahiya M7,4 e û bi qasî hêza 130 bombeyên atomê ye. 43 saniyeyan dom kir.” 
 

Sernavên din

10/02/2023
11:14 Li Semsûrê cenazeyan bi betaniyan dipêçin û bi komî tên definkirin
11:06 Girtiyan kincên zivistanê ji mexdûrên erdhejê re şandin
11:06 Elbistanî ev 5 roj in bi hêviya agahiyeke baş li ser kavilan disekinin
10:49 Alîgirên St. Pauliyê piştgirî dan piştevaniya Amedsporê
10:46 Li Amedê dayikek û kurê wê piştî 101 saetan hatin rizgarkirin
10:45 Bersiva ji bo tendruistkarên biçin herêma erdhejê: Pêdivî pê tune ye
10:45 Li Islehiyeyê li şûna rizgarkirinê xebatên rakirina kavilan tên kirin
10:44 Ji objektîfa MA’yê wêneyên erdhejê
10:40 HDP’ê 219 TIR û 140 kamyonên erzakan gihandin mexdûrên erdhejê
10:34 TBB’ê giliyê kes û saziyên berpirsiyar kir
10:24 Qîrîna Elbîstanê: Cenazeyên me ji bin kavilan derxin, bes e!
10:17 Hejmara qûrbaniyan gihîşt 18 hezar û 342 kesan
10:16 Jefofîzîkvan Şahan: Avahî mîna peksîmetê tebiqîn û ev nîşan dide ku venêrîn nehatiye kirin
10:11 Li Semsûrê hê jî avahiyên hilweşiyayî li şûna xwe ne
09:38 'Bi Rewşa Awarte dixwazin pêşî li alîkariyan bigirin'
09:37 Roja pencemîn a erdhejê: Hawar û qêrîna mexdûrên erdhejê olan dide BLOGA ZINDÎ
09:02 Di erdhejê de 17 hezar û 674 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:00 ROJEVA 10’Ê SIBATA 2023’YAN
02:05 Biryara Meclisê ya OHAL’ê di Rojnameya Fermî de hate weşandin
01:54 Li Osmaniye, Kilîs û Rihayê xebat bi dawî bûn
01:18 Bûldan diçe Mereşê
01:04 Cemîl Bayik: Heta birînên gelê me tên cebirandin em ê çalakiyan li dar nexin
09/02/2023
23:16 15'ê Sibatê wê sibê li Silêmaniyê bê şermezarkirin
22:44 Hatîmogûllari: Li Îskenderûn, Antakya û Samandagiyê rûxîneke mezin heye
22:39 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest danegihîşt 17 hezar û 406’an
21:58 AFAD: Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayîn bû 17 hezar û 134 kesan
21:53 Nûçegihanê me Guleş û dilxwazê erdhejê hatin berdan
21:52 Demîrtaş ji bo mezinkirina piştevaniyê bang kir
21:33 Me cara ewil dîmenên gundên Bazarcixê girtin: 156 kesan jiyana xwe ji dest da
21:31 Gundên Nûrdagiyê bûne kavil: Ka AFAD, ka dewlet?
21:03 Tûnç Soyer: Dewlet nîne gel bi tena serê xwe ye
20:20 Şandeya HDP’ê û DBP’ê serdana malbatên qurbaniyan kir
19:57 Li Amedê cenazeyên 5 kesên din hatin derxistin
19:50 KNK: Dem dema hevgirtin û alîkariya neteweyî ye
19:47 Semsûrî: Em bi piştevaniya gelê xwe li ser piyan dimînin
19:34 Ji sedî 80 Nûrdagiyê hilweşiyaye
19:08 Biryara OHAL’ê li Meclisê hate qebûlkirin
19:04 Hejmara miriyên erdheja Mereşê ji hejmara miriyên erdheja Marmarayê derbas bû
17:09 Kampanyaya ‘Ji her malekî teştek nan’: 18 hezar û 200 nan hatin şandin
17:07 DFG’ê bersiv da Walitiya Rihayê: Tu biryar nikare pêşî li nivîsandina rastiyan bigire
17:06 OHD: Divê têkildarî îdiayên li girtîgehan lêprisîn bê destpêkirin
17:03 Sergolan wêran bûye: Qet nebe bila cenazeyên me ji bin kavilan derxînin
16:51 Li Osmaniyeyê cenaze li bûzxane û mezbaxaneyan tên sekinandin
16:50 CFWIJ’ê bertek nîşanî astengkirina rojnamegeran da
16:37 Li Elbistanê gel bi tenê hatiye hiştin, mirov diqerisin
16:16 Deriyê dikana xwe ji mexdûrên erdhejê re vekir: Dem dema piştgiriyê ye
16:15 ŞanoWan bi armanca piştevaniyê ber bi Hatayê ve bi rê ket
16:12 Li Elbistanê 3 welatî piştî 80 saetan ji bin kavilan hatin derxistin
16:11 Zaroka 14 salî piştî 83 saetan ji bin kavilan hat derxistin
16:02 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Şakranê hat bidawîkirin
15:55 Bijîşk ji bo biçin herêmên erdhejê serlêdanan dikin lê bersiv nayên dayîn
15:42 Îlana OHAL’ê li Meclisê tê nîqaşkirin
15:31 Ne mirov, ketine etra xelaskirina pereyên bankeyê
15:20 Di bin çavan de ev pirs ji nûçegihanê me kirin: Guzel got ‘AFAD tune ye’ yan na?
15:12 Cenazeyên 4 ferdên malbata Ondeş ji Meletiyê birin Stenbolê
15:01 30 hezar kesan serî li Navenda Koordînasyona Krîzan a HDP’ê dan
14:53 Li Colemêrgê qeza çêbû: 6 kes birîndar bûn
14:35 Li Sûriyeyê bîlançoya erdhejê: 3 hezar û 162 kesî jiyana xwe ji dest da
14:32 Demîrtaş ji Erdogan re got: Pirsgirêk tu yî
14:30 Ji Semsûra ku ji bilî dengê sîrenan dewlet lê nîne banga piştevaniyê
14:30 Polîsan TIR'a alîkariyê ya diçû Meletiyê desteser kir
14:21 TIR’ên ji Botanê hatine şandin gihiştin Dîlokê
14:13 Li Hatayê roja 4’emîn a erdhejê: Xelk û cenaze bi tenê hatine hiştin
14:01 'Bila girtiyên di girtîgehên li herêma erdhejê de hevdîtinê bi malbatên xwe re bikin'
14:00 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 14 hezar û 14 kesan
13:51 Dr. Turan: Êdî her kêlî pir krîtîk e
13:31 Ji bo rizgarkirina pitikê destê xwe da birîn, jiyana xwe ji dest da!
13:23 Yuksekdag: Em ê hemû bi hev re van kavilan rakin
13:23 Ji Colemêrgê 18 TIR bi rê ketin
13:18 Li Amedê li Goristana Yenîkoyê 152 cenaze hatine veşartin
13:07 Medya havûzê carek din pesnê Erdogan da
12:48 Li Rihayê di 19 kavilan de xebat hatin bidawîkirin
12:31 Platforma Piştevanî û Parastina Bajêr a Amedê ji bo piştevaniyê bû seferber
12:21 Li herêma erdhejê rewşa hewayê
12:21 Sertel ê CHP’î ku çûbû Bazarcixê: Kon tune ne, gel tî û birçî ye
12:03 Ulkuciyan mexdûra erdhejê şêland!
12:03 DÎB: Qesr bi rêya OHAL’ê dixwaze pêşî li ber bertekan bigire
11:44 4 roj in di bin kavilên Apartmana Sozelê de ne: Xebat kêm in
11:43 Nacî Gorur: Erdheja Stenbolê nêz e û li gorî me dê herî zêde bi pileya 7.5 be aci-gor
11:42 Ji bo Bazarcix, Islahiye û Nûrdaxiyê banga piştgiriya lezgîn
11:07 Xebatkarê AFAD’ê: Em cenazeyan bi kamyonan dikişînin
11:03 Li Semsûrê dilxwazên AFAD'ê yên neperwerdekirî li qadê ne
10:57 Li piyên dayika xwe ya di bin kavilan de xuya dike dinihêre!
10:34 Korîdora jiyanê hat vekirin: 3 kesên sax tên rizgarkirin
10:09 4 roj in xwe bi xwe birînên xwe dipêçin û cenazeyan derdixin!
09:58 WHO’yê ji bo erdhejê alîkarî da Tirkiye û Sûriyeyê
09:56 TIR'ên alîkariyê yên Êlih'ê bi rê ketin
09:46 Karayê li Meletiyê ji erdhejê rizgar bû: Du rojan tî û birçî man
09:46 Têkildarî serî rakirina li Girtîgeha Hatayê daxuyanî hate dayîn
09:35 Rêveberiya PADÊ: Tenê Rêveberiya Xweser dikare Şengalê biparêze
09:27 Ji dayikên Botanê ji bo mexdûrên erdhejê kampanyaya 'ji her malê teştek nan'
09:04 Hejmara miriyan derket 12 hezar û 873’an
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATÊ 2023'YAN
08:54 Roja çaremîn a erdhejê: Di seqemê de bi hezaran kes li benda rizgarkirinê ne BLOGA ZINDÎ
01:18 EMEP li Meletiyê ye: Divê gel piştevaniyê bike
01:06 Ciwanê ku bo mexdûrên erdhejê alîkarî dibir di qezayê de mir
00:55 Bi rojan piştre ji bin kavilan hatin rizgarkirin
00:33 Federasyona Mafên Mirovan a Sûriyeyê: Bi lezgînî alîkariyê bidin Sûriyeyê
00:18 Hikûmeta Herêma Kurdistanê kampanyaya alîkariyê da destpêkirin
08/02/2023
23:56 Li Rihayê hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan gihişt 127 kesan