ANTALYA - Li Antalyayê pîrozbahiyên Newrozê destpê kirin. Gel bi dirûşmên; ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Jin, jiyan, azadî’ qada Newrozê tije kirin.
Antalya yek ji navendên pîrozbahiya Newrozê ye ku bi dirûşmên; ‘Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk’ û ‘Newroza Civaka Demokratîk ji bo Azadiyê’ tê lidarxistin. Gelê li bajêr ku coşa Newrozê di saetên zû de destpê kir, li Qada Bajêr a Kepezê dest bi kombûnê kirin. Girseya ku ji nokteyên lêgerînê yên di têketinan de ketin qadê, dirûşmên; ‘Bijî Serok Apo’, ‘Jin, jiyan, azadî’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ berz kirin û govend gerandin.
Bi gelemperî jin û ciwan bi kincên xwe yên neteweyî beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn. Di pîrozbahiya ku dîmenên rengîn derketin holê de, girse ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dirûşman berz dike.
Hê jî gelek kes bi berzkirina dirûşmeyên; ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Jin, jiyan, azadî’ diherikin qadê.