Temellî li Tozan axivî: Ev der welatê me ye
- polîtîka
- 13:59 03/3/2019
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, li Tozan bi gel re hatin gelhev û bersiva da gotinên Erdogan ên “Welat terk bikin.” Temellî, diyar kir ku ev ketine nava panîkê û got: “Êdî fêm kirin ku dê winda bikin. Ji ber vê dibêjin welat terk bikn. Ma tu kiyî û bera kî didî. Ev der welatê me ye.”