Ahmet Turk ji bo qeyûman got: Siwar hatin û wê peya biçin
- polîtîka
- 16:47 16/3/2019
Namzetê HDP’ê yê Hevaşredariya Mêrdînê Ahmet Turk li Navçeya Misircê beşdarî hevdîtina gel bû û ji bo qeyûman got: “Siwar hatin û wê peya biçin.”
Namzetê HDP’ê yê Hevaşredariya Mêrdînê Ahmet Turk li Navçeya Misircê beşdarî hevdîtina gel bû û ji bo qeyûman got: “Siwar hatin û wê peya biçin.”
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, li navçeya Kaxizmanê xîtabî gel kir û xwest hikûmet zagon û hiqûqa xwe pêk bîne û tecrîdê bi dawî bike. Buldan, anî ziman ku bi hezaran kes bi yek daxwazê di girevê de ne û dixwazin tecrîd rabe û Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re bi rêk û pêk hevdîtinê bike.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, têkildari xebatên hilbijartinê li gelsê bi gel re hat cem hev. Buldan, bal kişand ser namzetên AKP- MHP’ê û got: “Yên dengê xwe bidin namzetên AKP-MHP'ê dê dengê wan biçe çopê. Gelê Qersê dê namzetên wan bi Ekspresa Rojhilat bişîne Enqee.
Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan ji Wezareta Dadê re daxwazname şand û xwest hemû zext û qedexeyên li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bikin.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî diyar kir ku ew ê di hilbijartinê de bêtir şaredariya bi dest bixin û got: “Em ê bi xurtkirina demokrasiya herêmî pêşiya Tirkiyeyê vekin.”
Rêxistina HDP'ê li Êlihê bi tevlêbûna deh hezaran kesan mîtîna hilbijartina 31'ê Adarê pêk anî. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî di mîtîngê de helwesta YSK'ê ya guhertina cihê sindoqan rexne kir û got: "Hûn sindoqan bibin ku emê jî li pey sindoqan bên û li wir dengê xwe bavêjin."
Berdevkê HDP’ê Saruha Oluç diyar kir ku Serokkomar Erdogan bi awayek vekirî heqaretê li gelê kurd û hilbijêrên HDP’ê dike û got: “Dev ji îstîsmarkirina dîn û dev ji dijminahiya gelê kurd berdin. Werin em aboriyê biaxivin.”
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, li Navçeya Wêranşarê xîtabî hezaran kesan kir û berê tîrê rexneyan da Erdogan. Temellî, bal kişand ser gotinên Erdogan ên li Amedê û wiha got: “Ger ku tu dê tiştekî ji Amediyan re bêje, qala xerakirina maseya çareseriyê bike. Yên plana hilweşandinê amade kirin, Tirkiye hilweşandin."
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî li Pirsûsê xitabî welatiyan 5 caran di GBT’ê derbas bûn û bi bariyeran pêşiya wan hat girtin, kir û ev pirs ji polîsan kir: “Ger we wê rojê wisan tedbîr bigirta, komkujî pêk ne dihat. Ger we malta Şenyaşar biparasta, nedihat qetilkirin. Gelo hûn li ku derê bûn?”
Parlementerê HDP’ê Tayîp Temel ê di sala 2012’an de bi nasnameya xwe ya rojnamegertiyê 68 rojan di greva birçîbûnê de ma, carek din bi heman daxwazê ket greva birçîbûnê. Temel, diyar kir ku divê siyasetmedar bi pêşengtiya xwe, hunermend bi humera xwe, akademîsyên bi zanista xwe û gel jî bi hêza xwe ya demokrastîk bikin nava tevgerê.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên partiya xwe de, li navçeya Zeytînbûrnû ya Stenbolê bi gel re civiya. Bûldan, bal kişand ser polîtîkayên zextî yên desthilatdariyê û got: “Me lîstikên wan xirab kirin, em bûn kabûsên wan. Ji bo ku em AKP û MHP ji Stenbolê bişînin, me namzet diyar nekir.”
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, di hevdîtina gel a Bedlisê de bal kişand cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin û wiha got: “Gor û goristanan tune dihesibîne. Bala xwe di miriyan dide. Ev çawa mirovahî û dijminatî ye."
Berdevkê HDP'ê Saluha Oluç anî ziman ku Serokkomar Erdogan bi taybetî di mitîngên xwe yên li Derya Reş de daxuyaniya "Bicihimin Kurdistanê" da û got: "Erdogan dixwaze welat dabeş bike. Dixwaze welatiyên Derya Reş û kurdan bîne hember hev. Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu jî dema behsa me neke dibêje 'ez diteqim.' Berpirsê bêewlehiya hilbijartinê Soylu ye."
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî li Îdirê axivî û got: "Li Îdirê li dijî me îtîfaq hatiye avakirin. Îdir duh jî ya me bû û îro jî ya me ye û sibê jî ya me ye."
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan li Qilebanê axivî û diyar kir ku îtîfaqa kurdan a hat avakirin kes nikare xera bike û wiha bersiva Erdogan da: "Ne hedê we ye hûn me ji vî welatî derxin."