Temellî: Ev deng wîcdanî ne, Mehmet Tunç, Dayika Taybet, Cizîr û Şirnex e
- polîtîka
- 16:16 30/3/2019
Li Şirnexê bi deh hezaran welatî tevî barana zêde beşdarî mîtînga HDP'ê bûn. Di mîtînge de Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî bi coşek mezin hat pêşwazîkirin. Temellî, di mîtingê de got: "Deng û rayên me biçin ku pir baş tê zanîn. Ev deng wîcdanî ne. Ev deng Cizîr, Şirnex û Mehmet Tunç û Dayika Taybet in. Demokrasî wê di 1'ê Nîsanê de li Tirkiye belav bibe.