• img

    Buldan: Wê her tişt muhteşem be

    Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, di civîna koma Meclîsê de bang li hemû gelê Tirkiye kir ku di bin baneya HDP'ê û îtîfaqa Demokrasiyê de kom bibin û guh bidin peyama Îmraliyê û wiha got: " Peyama Îmraliyê pir girîng e. Ev banga diyalogê ji bo pêvajoyek nû dest pê bike heviyek nû ye. Ji bo diyaloga demokratîk dest pê bike, hemû kesên demokrasî, edalet û aştiyê diparêzin, divê bêdeng nemînin. Daxwaza rakirina tecrîdê daxwazek herî rewa û zagonî ye. Ger ku tecrîd rabe wê aştî, demokrasî û aramî pêş bikeve. Yên Tirkiye bi reve dibin bi şopa hilberîna SÎHA ketine. Ger ku li welatekî şer hebe li wir xizanî û sefaletî heye. Ger ku li welatekî aştî hebe, li wir aramî û şahî heye. Heta ku aştî û demokrakî pêş nekeve aramî û demokrasî pêş nakeve. Heta niha HDP'ê Tirkiye bi ser xist wê ji niha û şûnde jî bi ser bixe. Em dibêjin wê her tişt muhteşem be."

  • img

    Olûç: Ma gotina ‘Bila Ocalan bi parêzeran re hevdîtinê bike’ pir zor e?

    Serokwekîlî Koma HDP’ê Sarûhan Olûç ji bo rakirina tecrîdkirina Ocalan bang li muxalefetê kir û got: “Gotina ‘Bila Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinan bike, hiqûq pêk bê’ ji hêla ve gelek zor e?”

  • img

    HDP'ê der barê grevên birçîbûnê de hikumet hişyar kir: Sibe pir dereng e

    Berdevka Komîsyona Mafê Mirovan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, derbarê grevên birçîbûnê û rojiya mirinê yên dewam dikin de, banga "Dibe ku sibe pir dereng be" li hikumetê kir û got: "Êdî saet jî girîngin û em li gorî vê bang dikin."

  • img

    HDK: YSK bûye amûra darbeyê ya îktîdarê

    Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), têkildarî biryara YSK'ê ya betalkirina hilbijartina Stenbolê, diyar kir ku YSK bûye amûra darbeyê ya îktîdarê û wiha got: "Heta ku şert û mercên azad ên hilbijartinê neyên avakirin, heta zextên li ser hilbijartinê û pariyên muxalif bi dawî nebin, mirov nikare qala hilbijartina demokratik û wekhev bike."

  • img

    HDP: Divê lêborîn bixwazin, Tuncelî bikin Dersîm û arşîvan vekin

    MYK'ê ya HDP'ê têkildarî 82'emîn salvegera Terteleya Dersîmê daxuyanî da û xwest lêborîn bê xwestin, komkujî bê qebûlkirin, navê “Tuncelî” biguherînin, cihên goran bên vekirin, zerar û ziyan bê tazmînkirin, aqûbeta “Keçikên winda" bê ronîkirin û arşîvên eskerî bên vekirin.

  • img

    Bekaroglu: Divê tecrîdkirina Ocalan rakin

    Mehmet Bekaroglu yê CHP'î diyar kir ku divê tecrîdkirina Ocalan rakin û wiha got: “Divê em zextan li dewletê bikin ku dewlet li gorî zagoınên xwe tev bigere.

  • img

    Temellî bal kişand ser rojiya mirinê: Dema me tuneye

    Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, ji bo 15 girtiyên dest bi rojiya mirinê kirin bang li hêzên demokratîk kir û got: “Divê em bikevin nava tevgerê. Êdî dema me tuneye ku em xemsar û ji nedîtîve tevbigerin. Desthilatdarî êdî nikare di şertên tecrîdê Tirkiyeyê 4 salan din bi rê ve bibe.”

  • img

    Kûrtûlan ‘rojiya mirinê’ nirxand: Wezareta Dadê û Serokê Meclîsê divê çareserî bibînin

    Serokwekîla Koma HDP’ê Fatma Kûrtûlan, diyar kir ku rojiya mirinê, dê di demek kurt de êşên mezin bi xwe re bîne û got: “Divê Wezareta Dadê û Serokê Meclîsê çareseriyê bibînin û demildest tecrîdê rakin.”

  • img

    HDP'ê Komkujiya Ermenan bi bîr anî

    HDP’ê bi boneya 104'emîn salvegera Komkujiya Ermenan a di 24'ê Nîsanê pêk hat de, daxuyaniyek weşand û got: "Em êş û şîna gelê Ermen di dilê xwe de hîs dikin."

  • img

    Buldan: Ji bo ku neheqî bi dawî bibin Leyla Guven di greva birçîbûnê deye

    Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di rûniştina taybet a 23’yê Nîsanê ya Meclîsê de axivî û bal kişand ser grevên birçîbûnê. Buldan got, “Hevala me Leyla Guven ji bo ku neheqî bi dawî bibin, pêşiya demokrasî û aştiyê vebe, di greva birçîbûnê deye.”

  • img

    Hevserokên Giştî yên HDP’ê çûn serdana Kiliçdaroglû

    Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî, çûn serdana Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû.

  • img

    Temellî: Ev tişta hûn dikin sûce, rezîltiye

    Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, bertek nîşanî êrîşa polîsan ê li ser dayikên zarokên wan di greva birçîbûnê dene da û got: "Ez bang li kesên dinava kolanan de muameleya xerab li dayikan dikin dikim; ev tişta hûn dikin sûce, ji wê zêdetir rezîltiye."

  • img

    Ozsoy ê HDP'î: Her kes dizane rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe

    Parlamenterê HDP'ê Hişyar Ozsoy, diyar kir ku hikûmeta Tirkiye ku geşedanên li Rojava wekî "pirsgirêka beka" dibîne bi fuzeyên S-400, dixwaze statuya Rojava asteng bike û vê yekê wekî amûr bikar tîne. Ozsoy, xwest li şûna vê yekê divê li gel Kurdan li Rojhilata Navîn bi hevre bixebitin û gavên nû bavêjin. Ozsoy, anî ziman ku gavên ewil ên vê reya aştiyê jî di Rêya Îmraliyê re derbas dibe û xwest tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe."

  • img

    Arslan: CHP êdî divê li dijî bê hiqûqiya li ser Kurdan bê qeyd nemîne

    Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, di civîna Hevserokên bajaran a DBP'ê de diyar kir ku divê êdî CHP li hemberî çalakiyên grevê bêdeng nemîne û wiha got: "Di vê pêvajoya ku gel hatin cem hev û piştgirî dan namzetan, ne ji ber ku polîtîkayên CHP’ê di ecibîne. Dixwazin Tirkiye asayî bibe. Dixwazin hêzek alternatif pêş bixin. Gelo CHP jî vê ji niha û şûnde li hemberî vê zilmê bêdeng nemîne?

  • img

    Îrmez: Em ê xwe bi xwerexnekirinê û rêveberiyên hîn xurtir tev bigerin

    Hevserokê HDP'ê yê Şirnexê Zekî Îrmez, bilêv kir ku bi bicihkirina leşker û polîsên li Şirnex û navçeyên wê encamên hilbijartinê hatine guhertin û ev yek berdewamiya polîtîkaya qeyûman e. Îrmez, destnîşan kir ku lê belê dîsa jî ew ê xwe rexne bikin û ji niha û pê ve tevî gel bi awayekî hîn xurtir tev bigerin.

LÊGERÎN