Wekîlê HDP’ê Bilgen: Hûn nikarin bi sembolên al û welat gemara xwe veşêrin
- polîtîka
- 14:24 20/2/2019
Namzetê HDP’ê yê Hevşaredariya Qersê Ayhan Bîlgen, têkildarî lîstika AKP û MHP'ê ya li Qersê daxuyanî da û diyar kir ku AKP ji bo MHP bi ser bikeve xwe paşve kişand û wiha got: "Qers di bin çop û gemarê de maye. Bi van polîtikayên wetanperwerî û alperestiyê dixwazin qirêjî û gemara xwe veşêrin. Hûn nikarin bi sembolê welat û alê gemara xwe veşêrin."