RIHA - Wekîla DEM Partiyê Pervîn Buldan di Newroza Rihayê de got: “Gelê Kurd dixwaze li xakeke azad bijî. Kurd dixwazin nasnameya wan were naskirin û birêz Ocalan azad bibe.”
Li bajarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rihayê bi dirûşma "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Pîrozbahî, li qada vala ya li kêleka Stadyuma 11 Nîsanê ya li navçeya navendî Halîliyeyê hat lidarxistin. Parlamentera DEM Partiyê û endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan, Parlamenterên Rihayê Dîlan Kunt Ayan û Omer Ocalan, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, hevşaredarên navçeyan ên DEM Partiyî, birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, xwişka Alî Çîçek ku yek ji sembolên berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê bû Ayşe Çîçek û bi hezaran kes tev li pîrozbahiyê bûn. Qada pîrozbahiyê bi alên partiyê yên bi rengên kesk, sor û zer hate xemilandin û li ser dikê pankarta “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” hate daliqandin. Welatiyên ku bi cil û bergên Kurdî têketin qadê, demeke dirêj li ber stranên Kurdî govend gerandin.
Di çarçoveya kampanyaya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ya “Ji bo aştiyê milyonek îmze”yê de bi hezaran îmze li qadê hatin komkirin. Beriya pîrozbahî dest pê bike, bi hezaran ciwanan sirûd gotin û li benda pîrozbahiyê sekinînin. Ciwanan gelek caran dirûşma "Bijî Serok Apo" berz kirin. Tevî hewayê sor û barînê jî coşa ciwanan her ku diçe zêde dibe. Jineke ku salên dirêj e di her Newrozê de alaya wêneyê Abdullah Ocalan li ser e li ba dike, di vê Newrozê de jî bi coşeke mezin li ba kir.
Pîrozbahî bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî Komîteya Amadekar a Newrozê û hevserokên DEM Partî û DBP’ê gel silav kirin. Di axaftinan de peyama xwedîderketina li banga sedsalê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate dayin.
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Meyaser Korkmaz, wiha got: “Em Dayikên Aştiyê ne û aştiyê dixwazin. Rêberê vî gelî birêz Ocalan pêvajoyek da destpêkirin. Bila her kes xwedî li vê pêvajoyê derkeve. Êdî bes e. Ma ewqas êş ne bes in? Bila êdî hêsirên dayikan nebarin. Me bedelên giran dan. Bila êdî aştî were.” Ciwanên derketin ser dikê pankarta “Dirûşma herî mezin azadiya Rêber Apo ye” û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin. Endamên Meclisa Jinên Ciwan a DEM Partiyê jî bi pankarta “Têkoşîna jinan manîfestoya jiyana azad e” derketin ser dikê.
‘RIHA ÇARESERIYÊ DIXWAZE’
Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan girse silav kir û girseyê jî bi dirûşma “Bijî Serok Apo” bersiv da. Ocalan, diyar kir ku Abdullah Ocalan di hevdîtina 23’yê Cotmeha 2025’an de silav ji ciwanên Rihayê re şandiye. Omer Ocalan, got: “Gelê Rihayê bi sala ye li ber xwe dide û bedelên giran dide. Îro jî bi tijekirina vê qadê re piştgiriyê dide banga birêz Ocalan. Riha, çareseriyê dixwaze. Em bi xwedîderketina li banga birêz Ocalan dikarin demokrasiyê bînin vê xakê. Birêz Ocalan ji bo me deriyekî vedike û dibêje bila xwîn neherike. Em xwedî li banga birêz Ocalan derdikevin. Newroza çar parçeyên Kurdistanê pîroz be.”
SILAVÊN ABDULLAH OCALAN GOT
Endama Şandeya Îmraliyê û Wekîla DEM Partiyê Pervîn Buldan jî Newroz pîroz kir û xwest bibe wesîleya azadî, aştî û jiyaneke birûmet. Pervîn Buldan, got ku ev Newroz ji cejnên berê girîngtir e û got: “Bi banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ re birêz Ocalan ji me re silav şand. Pervîn Buldan, diyar kir ku “Banga Aştî û Civaka Demokratîk li hemû cîhanê deng vedaye û wiha domand: “Dema em qala pêvajoyê dikin hesasiyetên her du aliyan hene. Gelê Kurd dixwazin li ser xaka xwe azad bijîn. Dixwazin nasnameya wan were qebûlkirin û birêz Ocalan azad bibe. Divê bilez tevbigerin û rê nedin provokasyonan. Ev meseleye ne tenê meseleya Kurdan e. Meseleya her kesî ye. Aştî bi her kesî dide qezenckirin. Divê gavên şênber bên avêtin û dev ji sepanên dijdemokratîk berdin. Newroz dê bi xwe re aştiyê bîne. Dê gelê Rihayê jî berpirsyartiya xwe bicih bîne. An aştî an aştî, an serkeftin an serkeftin.”
AGIRÊ NEWROZÊ HIL KIRIN
Piştî axaftinan, agirê Newrozê bi pêşengtiya Dayikên Aştiyê li gel dirûşma “Bijî Serok Apo” hate hilkrin. Piştre jî hunermend Hamît Karadenîz û Hediye Kalkan derketin ser dikê. Pîrozbahî, bi gerandina govendê bi dawî bû.