Newroza Cizîrê: Banga Ocalan rêyeke nû vekir

img

ŞIRNEX - Elîf Bulut a Dem Partiyî di Newroza Cizîrê de axivî û got ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêyeke nû vekir. 

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Navnîşana pîrozbahiyê, Qada Bajar a li Taxa Konakê bû. Bi hezaran kes di saetên zû yên serê sibehê de Qada Newrozê tije kirin. Welatiyên ku bi cil û bergên xwe yên Kurdî beşdar bûn, gelek caran dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin. Bi derketina ser dikê ya hunermend Rojdayê re coşa girseyê derket lûtkeyê. Bi deh hezaran kesan li ber stranan govend gerandin. 
 
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Şirnexê Hatîce Beytûr hêvî kir ku Newroz bibe wesîleya aştiyê û got: “Hêvîdarim ev Newroz bibe wesîleya aştî, azadiyê. Heke em tevek vê berpirsyartiyê li xwe bigirin, aştî nêz e.” Piştre jî Dayikên Aştiyê kevokên aştiyê firandin. Komîteya Amadekar a Newrozê jî gel silav kir û Newroza wan pîroz kir. 
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez banga xwedîderketina li “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got: “Ji vê saetê û şûnde tu kes nikare pêşiya azadiya gelê Kurd bigire. Em ê têkoşîna xwe mezin bikin û bi serkeftinê tacîdar bikin.” 
 
Cîgirê Hevserokê Giştî yê DBP’ê Huseyîn Bîrlîk jî got: “Bila îro birêz Ocalan dengê me li Îmraliyê bibihîse. Bi banga civaka demokratîk a di 27’ê Sibatê re birêz Ocalan firsendeke sedsalî afirand. Hûn îro bi herikîna qadê re xwedî li vê bangê derketin. Em bi gelê xwe, bi partiya xwe û bi Rêbertiya xwe bibawerin.” 
 
Piştre jî peyama girtiyan hate xwendin. 
 
'JIYANA AZAD TÊ VEHANDIN’
 
Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal jî anî ziman ku felsefeya “Jin, jiyan, azadî” li hemû cîhanê belav bûye û jinên cîhanê têkoşîna jinên Kurd bo xwe mînak digirin. Neslîhan Şedal, wiha domand: “Gelê me bi sala ye li dijî bêedaletiyê û zilmê li be xwe dide. Yek ji cihên li dijî vê bêedaletî û zilmê serî netewandî jî Cizîr e. Ev têkoşîn, bi ciwan û jinan dest pê kir. Bi Rahşan û Zekiyeyan dest pê kir. Îro çavê hemû cîhanê li têkoşîna gelê Kurd e. Di dîroka Newrozê de Cizîr xwedî cihekî cuda ye. Têkoşîna we îro pêl bi pêl li hemû cîhanê belav bûye.” 
 
'ÊRIŞAN BIDIN SEKINANDIN’
 
Wekîla DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan jî got ku ji bo pêvajoya nû bigihije encamê divê Tirkiye êrişên xwe bide sekinandin û wiha pê de çû: “Li cîhanê û di dîroka Newrozan de cihê Cizîrê cuda ye. Bi saya têkoşîna we îro gelên me bi hev re Newroza xwe pîroz dike. Ji ber banga birêz Ocalan, wateya vê Newrozê cuda ye. Ji bo vekirina pêşiya civaka demokratîk û avakirina aştiyê, divê dewlet dev ji van êrişan berde. Heke demokrasî nebe aştî jî nayê, azadî jî nayê. Heke zimanê gelekî qedexe be, ew gel azad jî nîne.” 
 
'EM Ê BI HEV RE CIVAKA DEMOKRATÎK AVA BIKIN’ 
 
Endama MYK’a DEM Partiyê Elîf Bulut jî ev tişt anî ziman: “Agirê Newrozê ku em her roj li cihekî vêdixin, ji bo aştî û azadiyê vêdikeve. Me tu aran dev ji têkoşîn û berxwedana xwe berneda. Peyama birêz Ocalan li ber me rêyeke nû vekir. Em têkoşîna xwe ya hevpar di çarçoveya vê peyamê de dimeşînin. Birêz Ocalan 12 sal berê jî heman bang kiribû. Îro jî derdorên ku jiyaneke hevpar a Kurd û Tirkan qebûl nakin dê winda bikin. Duh li Stenbolê operasyonek hate kirin û Ekrem Îmamoglû hate binçavkirin. Heke em li dijî vê nesekinin, dê mekanîka derbeyê bidome. Têkoşîna me tu caran nesekinî û roj bi roj mezin dibe. Têkoşîna gelê Kurd a sed sal in didome bi têkoşîna gelan re bû yek. Em ê bi hev re civaka demokratîk ava bikin.” 
 
Piştî axaftinan, hunermend Rojda derket ser dikê. Girseyê li ber strana govend gerand. 
 
Pîrozbahî, bi derketina ser dikê ya Kasim Taşdogan û Şervan domiya. 
 

Sernavên din

20/03/2025
23:14 Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Newrozê pîroz kir
22:50 Amed ji bo Newrozê amade ye: Em li benda hemû amediyan e
22:10 Rojbûna Rojîn Kabaîş: Bila sûcdar bên dîtin
16:55 DEM Partî çû serdana ÎBB’ê: Em ji bo aştiyê piştevaniyê didin
16:39 Pervîn Buldan: Kurd dixwazin li ser xaka xwe azad bijîn
16:15 Gelên Mêrdînê bi hev re Newroza xwe pîroz kirin
16:01 Bayindir: Bila ev Newroz bibe wesîleya azadiya Abdullah Ocalan
15:57 Di Newroza Dêrsimê de banga têkoşîna hevpar
15:42 Li gelek bajaran coşa Newrozê: Ji bo banga Abdullah Ocalan piştgirî - HATE NÛKIRIN
15:37 Newroza Cizîrê: Banga Ocalan rêyeke nû vekir
15:14 Bakirhan bang li îktîdarê kir: Gavan biavêjin
15:12 Li Geverê bi deh hezaran kes Newroz pîroz kirin
14:47 Alî Kenanoglu: Em baweriya xwe bi feraseta darbekar naynin, em bi hêza xwe bawer in
14:39 Qers bi agirê Newrozê germ bû
14:35 Newroza Êlihê: Bêyî azadiya Ocalan encamek jê dernakeve
14:09 Li Bazîdê Newroza biheybet: Bila îktîdar gavê baivêje
13:49 Waliyê Silêmaniyê li Amedê serdana DEM Partî û şaredariyê kir
13:22 Ji Enqereyê ber bi Amedê ve 'Trena Aştiyê'
13:20 Dewleta tirk di 5 rojan de hezar û 145 caran êriş kir
13:11 Di Newroza Êlihê de posterê Ocalan hate hilgirtin
12:57 Ji gelek welatan bi sedan mêvan dê beşdarî Newroza Amedê bibin
12:46 Li bajarê Abdullah Ocalan Newroz dest pê kir
12:33 Daxwaza bila roja Newrozê bibe betlaneya fermî
12:09 Li Geverê qada Newrozê bi coşa gel germ dibe
12:03 Li Êlihê bi hezaran kes diherikin qada Newrozê
11:58 Di doza Ozgur Gundemê de ji 3 rojnamegeran re ceza hat birîn
11:56 Newroza Cizîrê bi coşeke mezin dest pê kir
11:47 Îmamoglû jî di nav de karûbarên îfadegirtinê yên 87 kesan dest pê kirin
11:42 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:16 Li 14 navendan Newroz tê pîrozkirin
10:15 Rojnameger Sever: Li Sûriyeyê hevrikiya Îsraîl-Tirkiyeyê dest pê kir
09:30 Ji bo bajarên Bakur hişyariya barîna berf û şilopeyê hat kirin
09:22 Ber bi Newrozê ve banga 'Kemal ji bîr nekin'
09:03 Banga ji bo beşdariya li Newroza Enqereyê
09:02 'Biha tenê bi berteka gel dikarin kêm bibin'
09:02 Ciwan: Em berxwedanê bi agirê Newrozê re bikin yek
09:00 ROJEVA 20’Ê ADARA 2025’AN
19/03/2025
23:56 Li gelek navendan coşa Newrozê: Bila azadiya Ocalan pêk bê
17:12 Têbiniyên Newroza Wanê
17:12 Newroza bi heybet ya Wanê bi dawî bû
16:19 Polîsan êrişî protestoya CHP’iyan kir: 5 kes hatin binçavkirin
16:18 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Pêdiviya welat bi civaka demokratîk heye
16:12 Rojnamevan Volkan Eryîgît li ser gora xwe hat bîranîn
15:29 Mûş bi agirê Newrozê germ bû: Baweriya me bi Ocalan heye
15:29 Serokên Baroyan dê li Stenbolê civîna awarte li dar bixin
15:11 'Divê em vê pêvajoyê bi têkoşîna xwe tacîdar bikin’
14:50 Li sînorê Kobanê agirê Newrozê hat pêxistin: Ocalan ji bo aştiyê gav avêt
14:46 Bayindir: Em dixwazin Ocalan bi awayekî fîzîkî di nav gel de bibînin
14:38 Îmamoglû peyam şand: Dê gelê me bersivê bide
14:38 Navnîşana Newroza li Stenbolê Yenîkapi ye
14:37 Şaxa ÎHD’ê Îzmîrê rapora binpêkirinên li girtîgehan parve kir
14:36 Di Newroza Wanê de posterê mezin ê Abdullah Ocalan
14:34 Meral Daniş Beştaş: Dixwazin Tirk û Kurd li kêleka hev nebin
14:13 Li Nisêbînê coşa Newrozê: Divê hikûmet gav biavêje
14:08 Tulay Hatîmogûllari: Banga Ocalan banga rizgariya 85 milyona ye
14:01 Pervîn Bûldan: Pêwîstî bi gavên ku vê firsendê xerc neke heye
14:01 CHP’ê banga çalakiyan kir
14:00 Bakirhan: Ev operasyon di heman demê de li dijî me hatiye kirin
13:48 Li Amedê amadekariyên Newrozê didomin
13:33 Li gelek bajaran coşa Newrozê: Daxwaza azadiya fîzîkî Ocalan hat kirin
13:24 Gardiyanan milê girtî şikand!
13:05 Cezayê polîsê Şahîn Oner qetil kiribû hate kêmkirin
12:32 Li Wanê Newroza biheybet: Em bi banga Ocalan re ne
12:30 Li Şengalê aloziya ku bi êrîşa Artêşa Iraqê re destpê kir dewam dike
12:24 Ji bo rojnameger Eylem Babayîgît biryara berdanê û cezayê
11:28 HDK: Operasyona binçavkirinê derbeya li dijî vîna gel e
11:25 3 şaredarên Stenbolê binçavkirî ne
11:23 Li 10 navendan Newroza ‘azadiyê’ tê pîrozkirin
11:13 MYK’a DEM Partiyê li Amedê dicive
11:10 Piştî binçavkirina Îmamoglû dovîz û zêr biha bû
11:07 Ozel bertek nîşanî binçavkirina Îmamoglû da
10:58 'Em ê di Newroza Amedê de bersivê bidin banga Ocalan'
10:49 Hevserokên Giştî yên DBP’ê: Em ê îradeya gel biparêzin
10:45 Li Wanê gel diherike qada Newrozê
10:45 Serbestberdana Rozerîn Kalkan dîsa 11 meh hat taloqkirin
10:31 Êlih dê Newroza xwe bi daxwaza azadiya Ocalan pîroz bike
10:26 Ji DEM Partiyê ji bo Îmamoglû daxuyanî: Tolhildana têkçûnê ye
10:25 Ji bo Newroza Mêrsînê bang
10:23 Dozgeriyê binçavkirina Îmamoglû girêdayî KCK’ê kir
09:59 Dîroknas Aydin: Aştî li ser bingeha welatîbûna wekhev pêkan e
09:58 Doç. Dr. Demîrer: Divê şert û mercên xebatên yên Ocalan bên başkirin
Hakan Tahmaz: Hewldana sabotekirina mutebeqeta Sûriyeyê dê pêvajoyê derb bike
09:55 Ji Serokê Baroya Dîlokê ji bo pêvajoyê pêşniyaza 'destûra bingehîn a nû' li baroyan
09:48 Piştî binçavkirina Îmamoglû medyaya dijîtal hat bisînorkirin
09:40 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bertek nîşanî binçavkirina Îmamoglû dan
09:40 Li Stenbolê çalakî û xwepêşandan ji bo 4 rojan hatin qedexekirin
09:24 Ji bo rojnameger Îsmaîl Saymaz biryara binçavkirinê hat dayin
09:22 Newrozên dîrokî yên Amedê
09:19 ‘Ji bo çareseriyê sererastkirinê hiqûqî divê tecrîd bê rakirin'
09:17 'Sê darikên niftikê wateyeke nû li Newrozê bar kir'
09:15 Jin bi ruhê 8’ê Adarê dadikevin qadên Newrozê
09:02 Dozgeriyê ji bo Îmamoglû got ‘rêveberê rêxistina sûc’
09:00 ROJEVA 19’Ê ADARA 2025’AN
08:19 Artêşa Iraqê êrişî wesayîta YBŞ'ê kir: 3 kes birîndar bûn
07:49 Îstasyonên metro yên Taksîm û Emniyet-Fatîhê hatin girtin
07:48 Ji Îmamoglû parvekirina yekem
07:48 Îmamoglu hat binçavkirin
18/03/2025
16:47 Li Dihê û Dîgorê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin
16:30 Li Qoserê piştî Newrozê meş hat lidarxistin
16:24 Riha ji bo Newrozê amade ye: Werin em agirê azadiyê bi hev re gur bikin
16:20 Di êrişên Îsraîlê de 4 rayedarên hikûmetê hatin kuştin