AMED - Di rojbûna Rojîn Kabaîş de bavê Nîzamettîn Kabaîş ku çû ser gora keça xwe diyar kir ku divê sûcdar demildest bên dîtin û darizandin.
Xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê Rojîn Kabaîş ku li Wanê winda bû 18 roj şûnde cenazeya wê hatibû dîtin. Malbata Rojînê di rojbûna keça xwe de gora wê ziyaret kirin.
Bavê Rojîn Kabaîş, Nîzamettîn Kabaîş ku çû serdana gora keça xwe ya li Goristana Asrî ya Yenîkoy a Rezan a Amedê wiha got: “Îro rojbûna keça min e. Ket 22 saliya xwe. Em ji ber rojbûna wê hatin ser gora wê. Me rojbûna wê her tim li malê pîroz dikin. Mixabin em îro li ser gora wê ne. Bila xwedê heqê wê nehêle. Heta niha kes nehat binçavkirin. Em heqê xwe helak nakin. Zanîngeh û yurt sedema keça min in. Xwedî lê dernketin.Min emanetê wan kir. Ev 6 mehe emheman êşê dijîn. Daxwaza min eve ku gumanbar bên girtin û cezakirin. Dozgerê nû hêvîda me. Got wê li ser mijarê bisekine. Hefteyek şûnde ez ê biçim cem wan.”