MÊRDÎN - Wekîlê DEM Partiyê Mîthat Sancar di pîrozbahiya Newrozê ya li Artukluyê de axivî û got: “Têkoşîna aştiyê, têkoşîna demokrasiyê ye. Heke pergaleke xwe dispêre wekhevia gelan were avakirin dê aştî bê.”
Li navçeya Artuklu ya Mêrdînê bi dirûşma "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" cejna Newrozê hate pîrozkirin. Welatî, di saetên zû yên serê sibehê de hatin cihê pîrozbahiyê. Welatiyên ku cilûbergên Kurdî li xwe kirin, qad xemilandin. Welatiyên Ereb û Suryan jî tev li pîrozbahiyê bûn. Pankarta “Newroza Azadiyê pîroz be” bi platformê ve hatibû daliqandin. Her wiha bi zimanên Kurdî, Tirkî, Erebî, Suryankî pankarta “Newroz pîroz be” hate daliqandin. Li hemberî platformê jî pankarta “Jin, Jiyan, Azadî" hate daliqandin.
JIN BI PANKARTA XWE TÊKETIN QADÊ
Welatiyên têketin qadê, li ber stranan govend gerandin. Dayikên Aştiyê jî bi desmaleke spî ya mezin têketin qadê. Jin jî dema bi pankartên xwe têketin qadê, saziya Xeta Jinê bi pankarta “Jinên ku bedena xwe veguherandin xeleka ji agir rêya berxwedanê ronî dikin” têket qadê. Dema jin têketin qadê, çepikeke xurt hatin lêxistin. Jinên ku bi cil û bergên rengîn hatin qadê, li gel dirûşma "Bijî Serok Apo" govend gerandin.
ZAROK LI PIŞTA XWE KIRIN Û ANÎN QADÊ
Jinên ku bi zarok û neviyên xwe hatin qadê jî bal kişand. Hat dîtin ku welatiyekî xizmekî xwe yê astengdar li pişta xwe kiriye û aniye qadê. Li qadê li ber stranan govend hate gerandin û gelek caran dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û "Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin.
Karkerên înşaetê ji înşaetê derketin û hatin qadên Newrozê. Kedkarên cemaweriyê jî bi pankartên xwe têketin qada Newrozê.
Piştre jî deqeyek rêz hate girtin. Bi hezaran kesan di vê navberê de nîşaneya serkeftinê kirin û dirûşmên “Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" berz kirin. Di vê navberê de ala PKK’ê hate bilindkirin û coşa girseyê derket lûtkeyê. Piştre jî Dayikên Aştiyê gel silav kirin û Newroza wan pîroz kirin. Piştre jî hevserokên bajar û navçeyan û hevşaredar û parlamenteran welatî silav kirin.
‘HEKE PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER BIBE DÊ PÊŞIYA DEMOKRASIYÊ VEBE’
Parlamentera DEM Partiyê Saliha Aydenîz welatî bi çar zimanan silav kir û got: “Newroz, Newroza gelan e û li hemû gelan pîroz be. Agirê Newrozê îsal ji bo demokrasî, aştî û azadiyê hil dibe. Agirê ku heta duh bi sê zilikên şixatê dihat hilkirin îro li her çar parçeyên Kurdistanê belav bûye. Silav ji wan wan kesên wî agirê vêdixin re.”
Saliha Aydenîz, bertek nîşanî binçavkirina Ekrem Îmamoglû jî da û got ku ew ê li tu cihan qeyûman qebûl nekin. Bi domdarî Saliha Aydenîz bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Pirsgirêka Kurd çiqasî were çareserkirin, pêşiya demokrasiya Tirkiyeyê ewqas jî dê vebe û têkoşîna jinan ewqas mezin bibe. Rêberê Gelê Kurd çareseriyê hildiberîne. Ji roja ewil heta niha ji bo aştî û demokrasiyê têdikoşe. Lewma divê hemû muxalefet li gorî vê nêz bibe û sekna xwe li gorî vê raber bike.”
AŞITÎ: DIVÊ EM JI BO AZADIYÊ TÊBIKOŞIN
Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetullah Aşitî jî anî ziman ku divê ji bo azadiya gelên bindest têkoşîn were kirin. Aşitî, anî ziman ku bi navê olê gel tê îstîsmarkirin û anî ziman ku ew ê li dijî vê rewşê Qur’anê esas bigirin û têbikoşin.
ÎKTÎDAR MECBÛR E ZEMÎNÊ AMADE BIKE
Wekîlê DEM Partiyê yê Rihayê Mîthat Sancar jî Newroza gel pîroz kir û got: “Banga birêz Abdullah Ocalan, rêya aştiyê û rizgariyê ya Rojhilata Navîn e. Pêdiviya vê xakê bi aştiyê heye. Em aştiyê dixwazin. Ji bo vekirina pêşiya aştiyê divê hinek tişt bên kirin. Birêz Ocalan bang li rêxistina xwe kir. Rêxistinê jî bersiv da. Lê îktîdarê hêj berpirsyartiya xwe bicih neaniye. Divê ji ewil zemînê amade bike. Ji bo vê jî divê mercên xebatê yên birêz Ocalan baş bike. Avakirina aştiyê ji şer zehmettir e. Lewma divê gelek tişt bên kirin. Ji bo aştiyê divê em civaka demokratîk ava bikin.”
'OPERASYONÊN SIYASÎ BIDIN SEKINANDIN’
Sancar, got ku hemû derdorên civakê bi aştiyê re ne û axaftina xwe wiha qedand: “Tevî banga birêz Ocalan jî îktîdar karên derhiqûqî dike. Heke hûn hiqûqê tune bihesibînin dê çawa aştiyê ava bikin? Em bang li îktîdarê dikin ku operasyonên xwe yên derhiqûqî bidawî bikin. Têkoşîna aştiyê, têkoşîna hiqûq û demokrasiyê ye. Heke pergaleke li ser zemîna wekiheviyê bê avakirin wê demê dê aştî bê.”
Piştî axaftinan, hunermend Hîvron û Pîroz derketin ser dikê û gel li ber stranên wan govend gerand.