COLEMÊRG – Li Geverê bi tevlîbûna deh hezaran kesan Newroz hat pîrozkirin û Newroza îsal bi Newroza xwedîderketina banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Li navçeya Gever a Colemêrg bi dirûşmeyên; "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" û "Newroza Civaka Demokratîk ji bo Azadiyê" li qada Stadyûma Cîloya Kevin a bajêr bi tevlîbûna parlamenterên Colemêrg, Tevgera Jin Azad (TJA) û bi hezaran kesan Newroz hat pîrozkirin. Bi hezaran kesên ji navenda Geverê, navçeyên derdor û taxên gundewar hatin, di saetên serê sibê de berê xwe dan Qada Newrozê ya Stadyûma Kevin a Cîloyê. Li qadê coşeke mezin hebû û gelek caran dirûşmeyên; "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin. Jin û ciwan bi kincên gelerî beşdarî Newrozê bûn û alên kesk, sor û zer li qadê hatine daliqandin.
'EM LI BANGA RÊBERÊ XWE XWEDÎ DERDIKEVIN'
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ewil Hevserokê DEM Partiya Geverê Ercan Sevmez axivî û diyar kir ku pîrozbahiya Newrozê li heman qadê piştî salan gel kelecanî kir û wiha got: "Îro gelek ji me ne li cem me ne, em Newroza hemû hevalên xwe yên koç kirine û jiyana xwe ji dest dane pîroz dikin."
Li ser navê Dayikên Aştiyê Gulbeyaz Mihçi axivî û wiha got,:"Ez Newroza hemû dayikên êş kişandine pîroz dikim. Ez hêvî dikim ku ev Newroz bibe wesîle aştiyê. Ez Newroza hemû kurdan pîroz dikim. Em peyama ku Rêbertî şandiye xwedî derdikevin û em hemû li pişt wê peyamê ne."
'NEWROZ AZADÎ YE, BERXWEDAN E, SERHILDAN E'
Wekîla DEM Partiyê Oznur Bartin bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27'ê Sibatê û wiha got: ''Birêz Ocalan bangek kir û xwest ku her kes guh bide vê bangê. Divê her kes vê berpirsyariya dîrokî ya ku birêz Ocalan xwedî derkeve. Em jî ji qada Newrozê ya Geverê vê bangê dikin; bila ev bang bi cih were anîn. Ji bo ku ev bang were bicihanîn her kes pir kelecanî ye. Em ji rêberê gelê Kurd bawer in. Divê piştgirî û tevkarî ji vê bangê re bê kirin. Newroz azadî, berxwedan û serhildan e."
‘GELÊ KURD SERÎ NATEWÎNE’
Wekîlê DEM Partiyê Onur Duşunmez da zanîn ku eyama ku Rêberê Gelê Kurd şandiye wan ronî dike û wiha got: “Di civînên gel ên ku me pêk anîn de me peyama Birêz Ocalan ragihînin û gel jî got ku ew aştiyê dixwazin. Sala 2025'an wê bibe Newroza azadiyê. Yên ku dibêjin 'me Kurd tine kirin' bila baş li vê qadê binêrin. Gelê Kurd gavek jî bi paş ve neavêtiye, wê gavekê jî neavêje. Gelê Kurd li hemberî tu kesî serî natewîne. Divê her kes vê baş bizanibe."
Piştî axaftinan, ji aliyê dayikan agirê Newrozê hate pêxistin û sloganên "Bîjî Serok Apo" hatin berzkirin. Pîrozbahî bi stranên Arhat û Rûgeş Bazî û gerandina govendê bi dawî bû.