SEMSÛR - Di Newroza Semsûrê de Hevberdevkê HDK'ê Alî Kenanoglû axivî û wiha got: "Ji me re dibêjin, 'gelo hûn ji wan bawer in?' Em ji vê feraseta darbekar bawer nakin, em bi hêza xwe bawer in."
Ji erdheja 6 'ê Sibatê û vir ve li Semsûrê cara yekemîn Newroz hat pîrozkirin. Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Alî Kenanoglû, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Mersînê Alî Bozan, hevşaredarên bajaroka Bûlamê Kamîle Ocak û Huseyîn Ûzûn û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Semsûrê beşdarî pîrozbahiya li qada mîtîngê ya li Meydana Mizgefta Mahmût Gurbûz a li navendê bûn. Qad bi alên partiye yên kesk, sor û zer hat xemilandin, jin û ciwanan bi kincên xwe yên herêmî beşdarî pîrozbahiyê bûn.
Di pîrozbahiya ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de gelek caran dirûşmên "Bîjî Serok Apo" û "Jin, jiyan, azadî" hatin qîrîn û govend hat gerandin. Bername bi axaftinêna Komîteya Amadekar a Newrozê û Hevserokê Partiya DEM'ê yê Navçeya Semsûrê Huseyîn Coşkûn destpê kir û bi pêxistina agirê Newrozê dewam kir.
LIHEVKIRINA BAJAR
Hevberdevkê HDK'ê Alî Kenanoglû li pîrozbahiyê axivî û diyar kir ku di serdemên hikûmeta AKP'ê de şahîdî li derbeyên siyasî kirine û wiha got: "Di 4'ê Mijdara 2016'an de pêvajoya darbeya siyasî ya li hemberî HDP'ê destpê kir. Me wê demê got, 'Ev darbeyeke siyasî ye'. Duh jî li Saraçhaneya Stenbolê em bi rewşeke din a bi heman rengî re rû bi rû man. Ne tenê Îmamoglû, hevalên wî jî hatin binçavkirin."
Kenanoglû da zanîn ku bi vê operasyonê ve Lihevkirina Bajar hedef hatiye girtin û wiha got: “Çawa ku AKP'ê bi Huda Par, BBP û MHP'ê re tifaqa hilbijartinê kir, DEM Partiyê jî li hinek bajaran bi CHP'ê re tifaq çêkir, ligel hêzên demokrasiyê cih girt. Dozger dibêje ku; ‘Bi lihevkirina bajaran re Kurd wê nikaribin bajarên Rojava bi rê ve bibin, wê li vir nebin xwedî gotin’. Ev dozger sûc dike, sûcekî destûra bingehînî ye. Li dijî mirovahiyê sûc dike."
'EM BI HÊZ Û VÎNA XWE BAWER IN'
Alî Kenanoglu têkildarî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha got: "Bi terorîzmê re Kurdan her tim tesfiye dikirin. Li hemberî vê yekê banga birêz Abdullah Ocalan a di 27 'ê Sibatê de jî guhertina paradîgmayê ye. Ji me re dibêjin, 'gelo hûn ji wan bawer in?' Em ji vê feraseta darbekar bawer nakin, em bi hêza xwe bawer in. Em ê çi bikin jî em ê bi xwe bikin. Ji ber vê yekê xwerêxistinkirin gelekî girîng e."
Piştre Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan axivî û Osman Sebrî bi bîr anî û bîranîneke Osman Sebrî û Abdullah Ocalan vegot. Piştî axaftinan pîrozbahî bi stranên hunermend Hîvda Goksel berdewam kir. Tevî barîna gijlok jî pîrozbahî bi coş dewam kir, bi tilîlî û dirûşman bi dawî bû.