NAVENDA NÛÇEYAN - HPG’ê ragihand ku tevî biryara “agirbestê” jî dewleta tirk di nava 5 rojan de li dijî herêmên Zap, Xakurkê û Metînayê hezar û 145 êriş pêk anîne.
“Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de hate ragihandin. PKK’ê jî di 1’ê Adarê de biryara agirbestê ragihand. Tevî biryara agirbestê ya PKK’ê jî êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê berdewam in.
Li gorî nûçeya ANF’ê; HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta tirk di nava 5 rojan de li dijî herêmên Zap, Xakurkê, Garê û Metînayê hezar û 145 êrişên hewayî û bejahî kir. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji êrişan 10 jê bi çekên qedexekirî hatin kirin.