AMED - Pîrozbahiya Cejna Newrozê ya li Amedê dê sibe were lidarxistin. Ji gelek welatan bi sedan mêvan dê beşdarî pîrozbahiyê bibin.
Amed dê sibe şahidiya pîrozbahiyeke dîrokî ya Cejna Newrozê bike. Newroz dê sibe bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" were lidarxistin. Pîrozbahî dê li Qada Newrozê were lidarxistin. Ji bo şopandina pîrozbahiyan 629 rojnameger akredîtasyon girtin.
Ji gelek welatan gelek kes ji bo Newrozê hatin vexwendin. Ji Fransa, Katalonya, Spanya, Îrlanda, Belçîka, Almanya, Îtalya, Kenya, Çekya, Hindistan, Misir, Îran, Lubnan, Irak, Lîbya, Tunus û Herêma Federe ya Kurdistanê bi sedan siyasetmedar, sendîkavan, rêxistinên civaka sivîl û rojnameger ji bo pîrozbahiya sibê hatin vexwendin.
Hat zanîn ku piraniya kesên hatine vexwendin hatine Amedê.