ENQERE – DEM Partiyê ji bo 21'ê Adarê roja Newrozê weke betlaneya fermî bê qebûlkirin pêşnûme qanûnek pêşkêşî meclisê kir.
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît xwest ku 21'ê Adarê dema Newroz tê pîrozkirin, bi pêşnûmeqanûna ku 'Guhertina Qanûna Betlaneya Neteweyî û Betlaneya Giştî' pêşkêşî parlamentoyê kir ku weke betlaneya fermî bê qebûlkirin.
Sayyîgît bal kişand ser dîroka Newrozê û diyar ku Newroz ji bo Kurdan xwedî wateyeke cûda ye. Sayyîgît anî ziman ku ji bo ku gel bên cem hev divê 21 'ê Adarê wek cejna fermî bê îlankirin û wiha got: “Divê pîrozbahiya 21'ê Adarê Cejna Newrozê di atmosfereke festîvalê bê pîrozkirin. Bi deklarasyona 21 'ê Adarê re weke cejneke giştî dibe ku gelên li hev bicivin û Newrozê pêşwazî bikin. Ji ber vê yekê, bi îlankirina 21'ê Adarê re weke cejnek fermî, Newroz wê bibe çîmentoya aştî û azadiyê û di vî warî de gavavêtin xwedî nirxekî dîrokî ye.”