COLEMÊRG - Ji bo pîrozkirina Newrozê li navçeya Geverê bi hezaran kes diherikin qada pîrozbahiyê.
Yek ji navendên ku dê pîrozbahiya Cejna Newrozê lê wer lidarxistin jî navçeya Geverê ya Colemêrgê ye. Welatiyên navçeyê hêdî hêdî qada pîrozbahiyê tije dikin. Ji gelek deverên bajar welatî berê xwe didin Stadyuma Cîloyê ku dê Newroz lê were pîrozkirin. Ji navçe û gundên derdorê jî gelek kes beşdarî pîrozbahiyê dibin. Piraniya beşdaran jin û ciwan in. Welatiyên ku bi cil û bergên xwe yên Kurdî tev li pîrozbahiyê bûn, govendê digerînin û li qadê dirûşma “Bijî Serok Apo” olan dide.