ÊLIH - Li Êlihê bi hezaran kes tevî hewayê sar jî bi dirûşma “Bijî Serok Apo” beri bi qada Newrozê ve diherikin.
Li Êlihê pîrozbahiya Newrozê bi dirûşma “Rebêrtiya Azad Civaka Demokratîk” tê lidarxistin. Bi hezaran kes, ber bi Qada Newrozê ya li Taxa Pazaryeriyê ve diherikin. Li gel barîn û hewayê sar jî welatiya li ber stranên Kurdî demeke dirêj govenda Newrozê gerandin.
Herikîna gel a ji taxên Korik, Pazaryerî, Petrolkent, Îpragaz û Cûdî ya ber bi qada Newrozê ve didome. Piraniya welatiyan cil û bergên Kurdî li xwe kirine. Welatî, ji sê noqteyên lêgerînê derbasî qadê dibin. Li qadê flamayên kesk, sor û zer hatine hilgirtin û gelek caran dirûşma “Bijî Serok Apo” li qadê olan dide.
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Cîgirê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tayîp Temel û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Mekiye Ormanci dê di pîrozbahiyê de biaxivin.