STENBOL – Di doza rojnameya Ozgur Gundemê de ji Midûrê Karê Nivîsan a rojnameya Ozgur Gundemê yê berê Înan Kizilkaya û rojnameger Huseyîn Aykol û Zana Bîlîr Kaya re cezayê hepsê hat birîn.
Danîşîna doza rojnameya Ozgur Gundemê ku Midûrê Karê Nivîsan a rojnameya Ozgur Gundemê yê berê Înan Kizilkaya û rojnameger Huseyîn Aykol, Zana Bîlîr Kaya û siyasetmedar Hatîp Dîcle dihatin darizandin hat dîtin. Ji ber nûçe û gotarên di rojnameyê de hatine weşandin bi îddîayên; ‘di raya giştî de heqaret li hikumxwarî, dadgerî an jî rêxistina ewlehiyê kiriye’ û ‘bi awayekî aşkera heqaret li miletê Tirk, Komar û Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê kiriye’ doz hatibû vekirin û di encama dozê de cezayê hepsê hat dayîn. Di gel ku rojnamegerên tên darizandin û Dîcle beşdarê rûniştina dozê nebûn li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Asliyê ya Stenbolê ya li Çaglayanê pêk hat, parêzerên wan amade bûn.
Di danîşînê de dozgeriyê fikra xwe ya berê dubare kir ku divê doza Hatîp Dîcle ji hev bê cudakirin û rojnameger ji ber sûcdariyên der barê wan de hatine vekirin bên cezakirin.
Parêzerê rojnamegerên ku li dijî fikrê xwe parastin Sercan Korkmaz bal kişand ku divê nûçeyên mijara gotinê di çarçoveya azadiya çapemeniyê de bên nirxandin û wiha got: "Em daxwaz dikin ku muwekîl bên beraetkirin û ger fikreke li dijî beraetê hebe, em daxwaz dikin ku xalên li gorî qanûna sînordarkirinê bên nirxandin."
Dadgehê di 5 dozên yekgirtî de salek û 3 meh cezayê girtîgehê da Huseyîn Aykol û Înan Kizilkaya her wiha di doza yekgirtî ya Înan Kizilkaya û Zana Kaya de 10 meh cezayê girtîgehê birî. Dadgeha ku ceza taloq nekir, di dozeke yekgirtî ya Hatîp Dîcle de de biryara beraetê da û her wiha biryara cudakirina dosyayê da.