ENQERE - Rojnameger-nivîskar Aykan Sever diyar kir ku li Sûriyeyê hevrîkiriya hêzan dest pê kiriye û got: “Niha ji bo pirsa dê kî li wir bibandor be du namzet hene. Yek ji wan namzetan Îsraîl û ya din jî Tirkiye ye. Hevrîkiya di navbera van her du hêzan de dest pê kir.”
Komkujiyên li dijî Elewiyan ên li Sûriyeyê, peymana di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta demkî de hatiye îmzekirin û geşedanên din ên li Sûriyeyê yek ji rojevên sereke ye. Rojnameger-nivîskar Aykan Sever têkildarî geşedanên li Sûriyeyê axivî û got ku aloziya li herêmê bi bandora rêveberiyên neo-faşîst hêj bêhtir kûr bûye. Sever, destnîşan kir ku tevliheviya şerê navxweyî yê li Sûriyeyê li gorî berjewendiyên hêzên herêmî didome.
'PEYMAN JI BO PÊŞÎLÊGIRTINA KOMKUJIYÊ HAT ÎMZEKIRIN’
Sever, anî ziman ku peymana di navbera HSD û HTŞ’ê de peymaneke erênî ye û got: “Ji bo çi dibêjim erênî ye, ji ber ku ji bo pirsgirêk bi rêya diyalog û aştiyê were çareserkirin gavek hate avêtin. Ev peyman li rexekî rewatiya HTŞ’ê nas dike li rexa din jî ji bo zemîna diyaloga siyasî - ne tenê HSD, Elewî û Durzî jî vê dixwazin - gavekî erênî bû. Lê hinek rexne hatin kirin. Bi taybet jî Elewiyan got ‘rê didin komkujiya Elewiyan.’ Rayedarên Rêveberiya Xweserjî gotin ku bi taybet jî ji bo pêşîlêgirtina Elewiyan gavekî wiha avêtine. Lê belê mebest çi bibe jî em dibînin ku HTŞ û çeteyên Tirkiyeyê di vê mijarê de xwedî niyeteke baş nînin. Hêj niha jî qirkirina li dijî Elewiyan didome. Lewma jî ev gav bi ser neket.”
'REŞNIVÎS ÎNKARKIRINA PEYMANA BI HSD’Ê RE YE’
Sever, da zanîn ku Tirkiye ji peymanê aciz bû û ev peyman xera kiriye û wiha domand: “Piştî serdana şandeya Tirkiyeyê, şandeya HTŞ’ê tiştekî bi navê ‘Reşnivîsa Destûra Bingehîn a Nû’ aşkera kir. Bêguman hem Durziyan hem jî Rêveberiya Xweser red kir. Ev reşnivîs, înkarkirina peymana bi HSD’ê re ye. Em nikarin zemîna di navbera Rêveberiya Xweser û HTŞ’ê de bi, temamî ji holê rabû. Lê heke HTŞ vê helwesta xwe neguherîne, heke qirkirina li dijî Elewiyan nede sekinandin, dê vê zemînê bi temamî winda bike. Êdî dê li cem mirovan tu rewabûna wê nemîne. Nexwe dê jixwe bi dîktatoriyeke mîna Tirkiyeyê re têkiliyên xwe bidomîne.”
'HTŞ PIR QELS E DIKARE DESTÊ XWE DIRÊJÎ HER KESÎ BIKE’
Sever, diyar kir ku DYA, Îsraîl, Tirkiye û Ewropa piştgiriyê dide HTŞ’ê û ev nirxandin kir: “Ji ber ku çawa bixwazin dikarin wisa teşe bidin HTŞ’ê û rêveberiyeke nerewa ye. Ji ber ku pêdivî bi rewatiyê heye, mecbûr e ku tawîzan bide van hêzan û hêzên herêmî. HTŞ rêveberiyeke gelek qels e û neçare destê xwe dirêjî her kesî bike. Lewma ev hêz dê HTŞ’ê biparêzin. Şerê li herêmê hêj serdema xwe ya navîn de ye û dê berê li herêmê nû teşe bigire. Rûsya û welatên Ereb piştgiriyê didin peymana di navbera HSD û hikûmeta demkî de. Her kes tenê ji bo berjewendiyên xwe mudaxilî Sûriyeyê dibe. Anku derê tu kesî demokrasî nîne. Tenê dixwazin rêveberiyeke li gorî berjewendiyên wan bê avakirin. Weke mînak, ma çi derdê Erebistana Siûdî ya demokrasiyê heye?”
'PEYMANA HSD’Ê ELEQEYA XWE BI BANGÊ RE HEYE’
Sever, diyar kir ku peymana HSD’ê eleqeya xwe bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye û wiha got: “Di bangê de ji bo Rêveberiya Xweser qala çekdanînê nayê kirin. Xuyaye ku Abdullah Ocalan pêşeroja Rêveberiya Xweser difikire. Rêveberên Rêveberiya Xweser jî nabêjin ka Ocalan çi gotiye lê dibêjin erênî axiviye. Siyaseta li vir rojane diguhere û hemû hêz di yekcarê de hemleyan dikin. Îro Tirkiye li ser HTŞ’ê bibandor dibe lê mirov nizane dê sibe çi bibe.”
'MESELEYA ESASÎ DÊ KÎ LI HERÊMÊ BIBANDOR BE YE’
Sever, bi lêv kir ku bi operasyoneke Îsraîl beşdarbûyî re rejîma Sûriyeyê hatiye guherandin û wiha got: “Bandora Îsraîlê ya li herêmê zêde dibe. Bi guherîna rejîmê re pirsa dê kî li herêmê bibandor be derket holê. Rola Rûsyayê di demên dawî de zelal bûye û Îranê jî xwe ji herêmê vekişandiye. Hîzbullaha Îranê jî baweriya xwe ya bi Îranê winda kiriye. Niha du namzetên pirsa dê kî binbandor be hene. Yek Îsraîl û ya din jî Tirkiye ye. Hevrikiya di navbera van her du hêzan de dest pê kir. Tirkiye bi taybet jî ji hêla leşkerî û çeteyên ku dikare bi kar bîne li gorî Îsraîlê bêhtir biavantaj xuya dike. Îsraîl jî ji hêla teknîkî ve bi avantaj e û hewl dide bi hêzên herêmê re têkiliyan deyne. Her du alî niha hewl didin li ser rêveberiya HTŞ’ê bandorê bikin. Tirkiye li gorî xwe hewl dide alîkariyên leşkerî, îstîxbarî, dîplomatîk û bazirganiyê bike û rêveberiya HTŞ’ê bandor bike. Îsraîl jî bi rêya lêxistinê hewl dide teşe bidê. Îxtîmaleke mezin e piştî hilweşîna rejîmê, Îsraîlê toreke îstîxbaratê ya berfireh ava kir. Niha derfetên wê bi kar tîne.”
'TIRKIYE Û ÎSRAÎL DIJMINÊN MUTLEQ NÎNIN’
Sever, daxuyand ku hevrikiya di navbera Îsraîl û Tirkiyeyê de û şerekî neyekser dikare di çarçoveya Sêyemîn Şerê Cîhanê de pêk bê û wiha got: “Her du alî jî naxwazin bi Tirkiyeyê re şer bikin. Sedema vê jî derfetên kêm ên di dest de ne. Dikarin bi Tirkiyeyê re hevkariyê jî bikin. Divê mirov nebêje Îsraîl dijminê mutleq a Tirkiyeyê ye û dê yekser şer bikin. Berevajî vê, dibe ku hinek bazarî bên kirin û lihev bikin. Anku her du welat bên beramberî hev, dê ji bo herduyan jî zirar be. Lewma bi destê DYA’ê şerê xwe neyekser didomînin. Li hêla din dê hewl bidin Kurd jî di nav de li ser gelên li wir bazariyan bikin û bi hev bikin. Em nizanin dê sibe çi bibe lê hem Amerîka hem jî Îsraîl û Tirkiye şer dixwazin.”
MA / Omer Gungor