MELETÎ - Di ser mirina Kemal Kurkut ê ku di Newroza Amedê de ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin re 8 sal derbas bûn. Dayik Secan Kurkut a ku êşa wê hê jî wekî roja ewil e wiha bang kir: "Ji kerema xwe Kemal ji bîr nekin."
Di 21’ê Adara 2017’an de xwendekarê Beşa Muzîkê ya Fakulteya Ciwankariyê ya Zanîngeha Înonu Kemal Kurkut ê 23 salî dema dixwest beşdarî Newroza Amedê bibe ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin. Di ser qetilkirina Kurkut re 8 sal derbas bûn. Têkildarî bûyerê Waliyê Amedê yê wê demê Huseyîn Aksoy gotibû "xwekuj" e. Lê rastî bi wêneyên rojnamevan Abdûrrahman Gok derketin holê. Kiryarên Kurkutê ku li noqteya lêgerînê hat înfazkirin jî, bi biryara beratê hatin xelatkirin.
Kurkutê ku li Semsûrê hat dinê, di temenê biçûk de ji bo kar bike tevî malbata xwe koçî navçeya Battalgazî ya Meletiyê kir. Kurkut ê ku bavê xwe di temenekî biçûk de winda kir, di temenê biçûk de dema birayê wî yê mezin Ercan Kurkut di sala 2008'an de ji ber xebatên siyasî hat girtin, polîtîkaya dewletê ya li dijî kurdan nas kir. Kurkut ku di 10'ê Cotmeha 2015'an de ji bo beşdarî Mîtînga Aştiyê bibe bi xaltiya xwe re derbasî Enqereyê bû û bû şahidê yek ji komkujiyên herî bixwîn ên salên dawî. Kurkut ji êrişa xwekujî ya DAIŞ'ê rizgar bû, lê demeke dirêj ji bandora wê xilas nebû.
Piştî 2 salan, di sala 2017’an de Kurkut ji bo beşdarî Newroza Amedê bibe bi trênê ket rê. Kurkut sibeha Newrozê gihişt noqteya lêgerînê ya yekemîn a li Kolana Evrîm Alataş hat avakirin. Xwest ji vir bikeve qada Newrozê. Lê Kurkut ê ku li cihê lêgerînê rastî astengiyê, piştre bi guleya polîs Yakup Şenocak hat qetilkirin. Di vê navberê de rojnamevan Abdurrahman Gok ê ku li sehneyê bû şahidê bûyerê û bi wêneyên ku kişandî kêlî bi kêlî komkujiyê tomar kir.
PÊVAJOYA DARAZÊ
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de polîsên bi navê Yakup Şenocak û Onur Mete hatin binçavkirin. Onur Mete ji aliyê dozgeriyê ve hat berdan, Yakup Şenocak jî bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezaya Sulhê hat kirin. Tevî îtîraza dozger jî polîs Yakup Şenocak bi şertê kontrola edlî hat berdan. Di çarçoveya lêpirsînê de 72 polîs wekî şahid hatin guhdarkirin. Li ser çeka Yakup Şenocakê ku di nav 72 polîsên ku wek şahid hat girtin de muayeneya balîstîk hat kirin û piştî raporê Yakup Şenocak bû "gumanbarê" dosyeyê.
Der barê Polîs Yakup Şenocak de 9 meh piştî bûyerê (02.10.2017) îdianame bi sûcê "kuştina bi niyeta muhtemel" û bi cezayê muebbetê hat amadekirin. Danişîna dozê di 14'ê Kanûna 2017'an de li Dadgeha Cezayê Giran a 7'an a Amedê dest pê kir. Li ser daxwaza parêzerên malbata Kurkut, dadgehê ji fîrmaya pispor a bi navê National Criminal Bureau (UKB) der barê bûyerê de rapor xwest. Di raporê de ku di danişîna 28'ê Sibata 2019'an de hat diyarkirin ku polîsê bersûc Yakup Şenocak Kemal Kurkut kiriye hedef û gulebaran kiriye. Lê di vê danişînê de ji ber kêmasiyên di rapora UKB’ê de biryar hat girtin ku rapor ji nû ve bê girtin. Di rapora nû ya ku di danişîna 30'yê Gulana 2019'an de pêşkêşî dadgehê hat kirin de, hat îdiakirin ku guleya Yakup Şenocak a "ji erdê pengiziye" li Kurkut ketiye. Di danişîna 14’ê Çileya 2020’an de rapora ku dadgehê ji Saziya Tipa Edlî xwestibû û tê payîn ku nakokiyan çareser bike piştî 7 mehan pêşkêşî dadgehê hat kirin. Di raporê de hat îdiakirin ku li Kurkut "guleya ku ji erdê pengiziye" ketiye. Di danişîna 16'ê Hezîranê de dozger nêrîna xwe pêşkêşî dadgehê kir û xwest polîsê bersûc ji sûcê "Bi kuştina bi qisûr" bê cezakirin. Di danişîna biryarê ya 17'ê Mijdarê de heyeta dadgehê bi hinceta "nebûna delîlan" biryara beraatê da polîsê bersûc.
Biryara ku sewqî dadgeheke bilind hatibû kirin, ji aliyê Daîreya Cezayê ya 1'ê ya Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve di 8'ê Sibata 2022'yan de hat betalkirin. Dadgeha îstînafê biryarê betal kir û diyar kir ku ev biryar "bêyî karbidestiya êekbikaranînê ya polîs bê nîqaşkirin" hatiye dayîn û biryarê xera kir.
Piştî biryara Dadgeha Îstînafê danişîna ewil di 22'yê Adara 2022'yan de hat lidarxistin û di danişîna duyemîn a di 15'ê Îlonê de hat hînbûn ku li polîsê bersûc 24 meh cezayê rawestandina qedemeyê hatiye dayîn. Di biryara di 17'ê Çileya 2023'yan de di erka pêkanîna biryara Dadgeha Îstînafê hat bibîranîn û biryara "pêdiviya cezakirinê nîne" hat dayîn.
Di salvegera qetilkirina Kemal Kurkut de em bi dayik wî Secan Kurkutê re axivîn.
'KEMAL JI BÎR NEKIN'
Dayik Secan Kurkut ku bertek nîşanî bêhiqûqiyê da. Secan Kurkutê bi bîr xist ku şaredariyê ji ber daxuyaniya walîtiyê wesayîta cenaze nedaye wan û got: "Me li vir gorek vekir, hatin girtin. Gotin bi ew ê alîkariyê nekin. Her wiha di tevahiya merasîma cenaze de zexteke mezin li ser me hat kirin. Piştre jî dema bûyer derket holê hatin û ji me lêborîn xwestin."
Secan Kurkutê wiha got: "Kemal kulîlka bihara me bû. Destûr nedan ku şîn bibe. Nehiştin ku şîn bibe. Her tim ji min re digot, 'Ez ê bibim hunermend, ez ê li kemanê bixim, ez ê li te xwedî derkevim.' Gelek xeyalên wî hebûn, lê nehiştin. Êdî bile dest nedin ciwanan. Bila ev zilm biqede. Dest nedin ciwanên me. Gelekên wekî Kemal hene. Ji kerema xwe Kemal ji bîr nekin."
Kemal Kurkut wê îsal jî li Amedê li cihê ku lê hatiye qetilkirin û li ser gora xwe ya li Meletiya Kevn bê bibîranîn.
MA / Ceylan Şahînlî