WAN – Newroza bi heybet ya Wanê bi berzkirina dirûşma; ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.
Newroza Wanê ku bi pêşengiya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi dirûşmeyên; ‘Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk’ û ‘Civaka Demokratîk ji bo Azadiyê’ hat lidarxistin bi dawî bû.
Di dawiyê de hunermend Rojda derket ser dikê, stran got û girseyê demeke dirêj govend gerand. Piştî konser bi dawî bû bi deh hezaran kesan dirûşmên; ‘Bijî Serok Apo’ berz kirin.