ÇEWLIG - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di Newroza Çewligê de axivî û got: “Pêdivî bi hiqûqeke hemû gelan hembê dike heye. Pêdiviya gel bi civaka demokratîk û siyaseta demokratîk a di banga birêz Ocalan de heye.”
Pîrozbahiya Newrozê ya Çewligê li qada li rex Nexweşxaneya Dewletê bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Welatiyên bi cil û bergên Kurdî tev li pîrozbahiyê bûn, bi saetan li ber dahol û zirneyê govend gerandin. Bi hatina Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar re coşa welatiyan derket lûtkeyê. Girseyê bi yek dengî dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kir.
Pîrozbahî, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Ji ewil Parlamenterê Çewligê Omer Faruk Hulaku axivî û got ku Newroza îsal Newroza aştî û azadiyê ye. Hulaku, bal kişand ser banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û anî ziman ku ev bang ne tenê ji bo gelê Kurd lê ji bo hemû gelan e. Hulaku, got: “Ji bo berpirsyartiya xwe ya li hemberî bangê bicih bînin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
AGIRÊ NEWROZÊ LI GEL DIRÛŞMAN HAT VÊXISTIN
Piştre jî Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar agirê Newrozê vêxist. Girseya ku li dora agir kom bû, bi yekdengî dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir. Piştre jî hunermend Ozlem Baglayan derket ser dikê.
‘TEVAHIYA TIRKIYEYÊ BI ZILMÊ RE RÛ BI RÛ YE’
Herî dawî jî Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî û Newroza gel pîroz kir. Çîgdem Kiliçgun Uçar, wiha got: “Ev sed sal in xwestin li vê xakê yekperestî hebe. Lê bi vê zîhniyetê nekarin gelan bigihînin tu encaman. Di banga birêz Ocalan a di 27’ê Sibatê de ji bo dewlemendiyên vî welatî, ji bo dîrok û têkoşîna me bang heye. Di serî de ciwan, divê her kes berpirsyartiyê li xwe bigire. Bi banga birêz Ocalan re em dikevin serdemeke nû. Dema qeyûm dihatin tayînkirin, me tevî gelê xwe got; ‘Dê tenê qeyûman li şaredariyên Kurdan tayîn nekin. Lewma heke em bihêz li dijî bisekinin dê pêşî lê bigirin.’ Me got; ‘Em li dijî tecrîdê bisekinin.’ Îro şaredarê Stenbolê jî di nav de zêdetirî 100 kes hatin binçavkirin. Êşa herî kûr li ku be, ku der biêşe û bêhiqûqiya herî mezin li ku be diviyabû me li wir dest pê bikira. Bêdengiya li hemberî Kurdistanê çêbûyî, tevahiya Tirkiyeyê bi heman zilmê re rû bi rû hişt. Hinek derdorên ku hewl didin pêvajoyê bi nediyariyê, bi bêdengiyê tune bikin hene. Çawa ku gelê Kurd ev 200 sal in li dijî van sekinî be dê li dijî bangê jî berpirsyartiya xwe bicih bîne. Ev bang, ji bo îradeya hevpar a gelan e. Hemû kes Rojava dît. Hemû gel û baweriyên li wir bi hev re manîfestoya jiyanê nivîsandin. Ne şer ne jî polîtîkayên şerê taybet ên hûn li dijî Kurdan dimeşînin nas nekirin û nekarîn pêşî li gelê Kurd bigirin. Em îro Newrozê bi vê baweriyê pîroz dikin.
PÊDIVIYA WELAT BI CIVAKA DEMOKRATÎK HEYE
Em, agirê azadiyê ne ku li vê xakê tu caran venamire. Di demeke ku li ser meseleyeke ewqas dîrokî tê axaftin û li ser çareseriyê nîqaş tên kirin de hewceye alî wekhev bin. Li rexekî diyalog û li rexa din nabe ku hûn birêz Abdullah Ocalan di girtîgehê de ragirin. Ev yek, li dijî tebîeta xwezayê ye. Hiqûqa ku gel û nasnameyên vî welatî nas nake mecbûr e biguhere. Pêdivî bi hiqûq û siyaseteke ku hemû gelan hembêz dike heye. Divê ‘mafê hêviyê’ were cîbicîkirin. Divê îktîdar gavên wisa biavêje ku bikare gavên nû bihêz bike. Her gava ku gelê Kurd ji bo aştî û azadiyê diavêje, temînata herî xurt a pêvajoya nû ye. Pêşengtiya aştiyê ya tevî ewqas zilm, înkar û pişaftinê, mîna ruhê Newrozê ye. Di serî de birêz Ocalan, bila ev Newroz bibe wesîleya azadiya tevahiya hevalên di zindanan de. Pêdiviya welêt bi siyaseta demokratîk û civaka demokratîk a di banga birêz Ocalan de cih digire heye. Newroza me pîroz be.”
Pîrozbahî, bi gerandina govendê û berzkirina dirûşman bi dawî bû.