MÛGLA - Polîsan êrişî CHP’iyên dixwestin binçavkirina Ekrem Îmamoglû protesto bikin, kirin. Di êrişê de 5 kes hatin binçavkirin.
Serokatiya CHP’ê ya Mûglayê û rêxistina CHP’ê ya navçeya Menteşeyê xwestin binçavkirina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû protesto bikin. Bi vê boneyê xwestin ber bi Edliyeya Mûglayê ve meşê li dar bixin. Şaredarê Bajarê Mezin ê Muglayê Ahmet Aras û şaredarên navçeyan ên CHP’î jî tev li çalakiyê bûn. Lê polîsan dedstûr nedan, berîqet danîn pêşiya çalakvanan û bi gazên îsotê êriş birin ser. Muğla Büyükşehir Belediye Başkanı Ahmet Aras ve CHP'li ilçe belediye başka
Di êrişê de li gel Serokê Baskê Ciwanan ê CHP’a Mûglayê Nazim Şardogan 5 kes hatin binçavkirin.