STENBOL - TBB’ê piştî binçavkirina Şaredarê ÎBB’ê Ekrem Îmamoglû, ragihand ku ji bo nirxandina geşedanan dawî dê li Stenbolê “Civîna Awarte ya Serokên Baroyan” li dar bixin.
Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) têkildarî operasyonên li dijî CHP’ê dê sibe li Stenbolê “Civîna Awarte ya Serokên Baroyan” li dar bixe. TBB’ê di daxuyaniya xwe de got ku şêweyê qewimîna bûyeran, îfadeyên di daxuyaniya serdozgeriyê de hatine bikaranîn, biryara bisînorkirina seferên metroyê, astengkirina têketina hinek cade û kolanan, biryara qedexeya civînan û qedexeya hevdîtina parêzeran a bi binçavkiriyan re fikarên wan ên ser derhiqûqtiyê zêde kirine. TBB’ê got ku ji bo nirxandina geşedanên dawî dê di 20’ê Adarê de li Stenbolê “Civîna Awarte ya Serokên Baroyan” li dar bixin û got: “Em ê di her şert û mercan de serweriya hiqûqê, serbixwebûna darazê, mafên mirovan û azadiyan biparêzin.”