MÊRDÎN - Di pîrozbahiya Newrozê ya ku li Nisêbînê bi beşdariya hezaran pêk hat de Cigirê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tîryakî axivî û bang li hikûmetê kir ku di zûtirîn demê de li hemberî banga Ocalan a dîrokî gav bavêje.
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê welatiyan ji saetên sibehê ve bi dirûşmên; ‘Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk’ û ‘Newroza Azadiyê ya Civaka Demokratîk’ daketin qadê.
Welatiyên ku bi cil û bergên xwe yên herêmî qada Newrozê tijî kirin, govend gerandin. Dema ku kesên ketin qada Newrozê gelek caran sloganên "Newroz pîroz be" berz kirin, welatiyan bi performansa kemençeyê ya hunermend Hozan Memet govend gerandin.
Di pîrozbahiya Newrozê ya ku Dayikên Aştiyê, xizmên girtiyên siyasî, siyasetmedarên Kurd û her wiha Dayika Rahşan Demîrel ku di sala 1992'an de li Kadîfekaleya Îzmîrê bedena xwe dabû ber agir, bi hezaran kes hatin cem hev. Li Qada Newrozê bênavber dirûşma; ‘Biji Serok Apo’ hat berzkirin.
DAYIKAN JI BO BANGA OCALAN PIŞTGIRÎ XWESTIN
Dayika Aştiyê Perîhan Altug bal kişand ser banga Abdullah Ocalan û wiha got: "Gelo em amade ne banga Rêbertî hembêz bikin?" Dema ku qadê bi dengekî bi tenê bersiva "Erê" da Perîhan Altug got, "Em ê azadiyê bi ser bixînin."
Piştre dayika Rahşan Demîrel Emîne Demîrel axivî û got, "Çarenûsa me bi hev ve girêdayî ye. Em destê Serok Apo bigirin û weke stûnek ji pola rakin. Werin em yekîtiya xwe ava bikin." Endama TJA'yê Hulya Alokmen diyar kir ku ew ê li gorî banga Ocalan bixebitin û bang li welatiyan kir ku piştgiriyê bidin banga Ocalan.
GUNAY: BANGA OCALAN JI BO HER KESÎ YE
Cîgira Hevserokên Giştî ya DEM Partiyê Ebrû Gunay Newroza gel pîroz kir û diyar kir ku 100 sal in Kurd li qadan li ber xwe didin û Ocalan banga sedsalê kiriye û wiha got: "Birêz Ocalan ji nû ve rola xwe lîstiye. Em ji bo aştî û azadiyê li dora wî bicivin û govenda azadiyê bigerînin."
TIRYAKÎ: BÊ BERXWEDAN MAF NAYÊ GIRTIN
Tîryakî axaftina xwe wiha doman: "Dîroka Kurdan dîroka Newrozê ye. Dîroka Newrozê di heman demê de dîroka Kurdan e. Newroz ji bo Kurdan berxwedan e. 30 sal in li ber xwe dide û ji bo Newrozê li ber xwe dide. Tîrêja azadiyê li asoyan xuya bû. Di 27'ê Sibatê de deriyekî hat vekirin. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd deriyekî nû vebûye. Ji bo maf bi dest bixin pêwîst e li ber xwe bidin. Bêyî berxwedanê nabe. Polîtîkaya serdestan hê neguheriye. Deriyekî vekiriye, lê siyaseta wan neguheriye. Îro jî Şaredarê Stenbolê hat binçavkirin. Polîtîkayên qeyûm dewam dikin. Çawa ku li Mêrdîn, Êlih, Wanê dewam dike. operasyon û girtinên wan dewam dikin.”
'DIVÊ DI ZÛTIRÎN DEMÊ DE GAV BÊN AVÊTIN'
Tîryakî bibîr xist ku operasyon, tecrîd û êrîş dewam dikin û destnîşan kir ku daxwaza Kurdan ew e ku pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk çareser bibe û wiha got: "Birêz Ocalan ji bo vê yekê gaveke dîrokî avêt. Dewletê jî tiştên ku divê bike hene. Divê samîmî be. Ji bo vê jî divê AKP di zûtirîn demê de hin gavan bavêje. Kurd amade ne, divê AKP û MHP jî gavan bavêjin, tecrîd were rakirin, operasyonên siyasî û girtin werin sekinandin."
GOVENDA NEWROZÊ HAT AVAKIRIN
Piştî axaftinan agirê Newrozê hate pêxistin. Bi hezaran kesên ku li dora agirê Newrozê li hev kom bûn û dirûşmên; ‘Bîjî Serok Apo’ berz kirin û bi pêxistina agirê Newrozê re govenda Newrozê hat avakirin.
Piştî pêxistina agirê Newrozê, pîrozbahî bi stranên Kasim Taşdogan berdewam kir.