AMED - Ji bo Newroza ku wê di 21'ê Adarê de li Amedê bê pîrozkirin amadekarî tên kirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn ji bo Newrozê banga tevlîbûnê kir û got ku ev Newroz wê bibe banga avakirina civaka demokratîk.
Bi pêşengiya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) wê pîrozbahiya Newrozê di 21'ê Adarê de li Amedê bi dirûşmên; ‘Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk’ û ‘Civaka Demokratîk ji bo Azadiyê’ bê lidarxistin. Pîrozbahî dê li Parka Newrozê ya Rezana Amedê were lidarxistin û çavê hemû kesî li Newroza Amedê ye. Newroza îsal bi ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve di 27 'ê Sibatê de hat kirin, tê pêşwazîkirin.
Piştî ji ber erdhejê plaftormê xisar dîtibû îsal platformeke mobîl hat avakirin, wê ji gelek delegasyonên biyanî re malovaniyê bike. Di pîrozbahiya Newrozê de ku 350 kes hatin vexwendin, wê gel bi 6 deriyan bikevin qadê. DEM Partiyê li qada Newrozê zêdetirî hezar û 500 kes peywirdar kir.
'WÊ BIBE NEWROZA GELAN A DEMOKRATÎK'
Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn got ku Newroz ji bo Kurdan tê wateya vejînê û wiha axivî: "Em di pêvajoyeke welê de ne ku agirê berxwedanê yê ji aliyê bindestan ve tê vêxistin vediguhere aştiyê. Di tevahiya dîrokê de hewl hatiye dayîn gelê Kurd bê nasname û bê statu bê hiştin. Tevî van zextan jî xwe ji nû ve dafirîne. Ev 50 sal in têkoşînek heye. Di çarçoveya vê têkoşînê de em pêvajoyeke welê dibînin ku vîna aştî û azadiyê ya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan wê bigihêje encamê. Em di pêvajoyeke welê de ne ku ji bo aştî, civaka demokratîk, siyaseta demokratîk, Kurdistana azad û Tirkiyeya demokratîk gav tên avêtin."
Şahîn da zanîn ku li bendê Newroza îsal ji Newrozên salên berê girseyîtir be û wiha got: “Ev Newroz wê bibe banga avakirina civaka demokratîk. Em li bendê ne ku hemû gelê me di 21'ê Adarê de li Qada Newrozê ya Amedê pêşwazî bikin."
'JIN LI BENDA QADÊ NE'
Endama Komîsyona Teknîkî ya Amadekirina Newrozê Necla Korkmaz da zanîn ku amadekariyên platformê li ber qedandinê ne û wiha got: "Newroz rojeke ku ji dîrokê heta roja îro mesajek tê dayîn. Em ê bi hev re nîşan bidin ku em ê dîsa li Banga Aştî û Civaka Demokratîk xwedî derkevin. Bendewarî zêde ne, şerekî ku ev 40 sal in dewam dike heye. Ji bo ev bang bigihêje armanca xwe, çi ji destê me tê em ê pêk bînin."
Necla Korkmaz diyar kir ku ew li bendê ne jin bi reng û tîlîliyên xwe tevlî pîrozbahiya Newrozê bibin.