NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeyên Wêranşar, Stewr û Hewagê bi coşeke mezin Newroz hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hate kirin.
Li navçeyên Wêranşar û Hewagê yên Rihayê û li navçeya Stewrê ya Mêrdînê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" Newroz hate pîrozkirin.
WÊRANŞAR
Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê bi siloganên; ‘Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk’ û ‘Newroza Civaka Demokratîk a Azadiyê’ pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Bi hezaran kes beşdarî şahiya ku li qada mezatê ya navçeyê hate lidarxistin bûn. Qada ku pîrozbahî lê hat lidarxistin bi rengên kesk, sor û zer hat xemilandin û li ser dikê pankarta ‘Agirê çaran bû hezar’ hat daliqandin. Welatiyên ku bi cil û bergên xwe yên herêmî ketin qadê, li gel muzîka ku demek dirêj hate lîstin govend gerandin.
Dayika Aştiyê Fatma Akbaş di pîrozbahiyê de axivî û wiha got: "Em bi berdêlên mezin hatine van rojan. Em li ser biryara ku Rêbertî standî disekinin û em baweriya xwe bi Rêbertiya xwe tînin. Em ê bi ser bikevin."
Endamê PM'ê yê DBP'ê Tarik Yazigan jî wiha got: "Banga birêz Ocalan ji bo têkoşînê mîladeke nû ye. Vê bangê hesreta me ya azadiyê mezin kir. Teqez wê azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan pêk were. Em ê bi banga Birêz Ocalan têkoşînê mezin bikin."
Parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Kûnt Ayan ev tişt anî ziman: "Em neviyên Kawa ne, ku serî li ber Dehaqan natewînin. Di 27'ê Sibatê de Ocalan agirê Newrozê yê li Îmraliyê vêxist. Em dê vî agirî gur bikin.”
Piştî axaftinan di pêşengtiya Dayikên Aştiyê de agirê Newrozê hate pêxistin û li gel dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ hatin berzkirin. Ciwanan xwe avêtin ser êgir, ku demeke dirêj hat pêxistin. Pîrozbahî bi govendên ku stranên Kurdî yên Kolektîfa Rîtmên Azad gotin bi dawî bû.
STEWR
Tevlibûna xurt a pîrozbahiya Newrozê ya li navçeya Stewrê ya Mêrdînê bal kişand. Welatiyan cil û bergên Kurdî li xwe kirin û bi fularên kesk, sor û zer têketin qada pîrozbahiyê. Welatiyan, heta demekê dirêj bi coşeke mezin govend gerand. Girseyê gelek caran dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir.
Endama TJA’yê Hatîce Oncu di pîrozbahiyê de Rahşan, Zekiye, Bêrîvan û Ronahî ku bedenên xwe şewitandibûn bi bîr anî.
Parlamenterê DEM Partiyê Kamûran Tarhan jî di pîrozbahiyê de got: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gelên Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn bangeke xurt kir. Divê siyaset jî berpirsyartiya xwe ya li hemberî vê bangê bicih bîne. Bêyî azadiya birêz Ocalan ev pêvajo nameşe.”
Piştî axaftinan, agirê Newrozê hate vêxistin. Pîrozbahî, bi gerandina govendê û dirûşman bi dawî bû.
HEWAG
Li Hewagê jî pîrozbahî li Garaja Şaredariyê ya li Taxa Yalaxê bi coşeke mezin hat lidarxistin. Welatiyên ku cil û bergên Kurdî li xwe kiribûn, govend gerandin. Coşa li qadê qet kêm nebû. Girseyê bê navber dirûşmên "Jin, jiyan, azadî", "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" berz kirin.
Pîrozbahî, bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî sirûda “Çerxa Şoreşê” hat gotin. Piştre hevserokên DEM Partiyê yên navçeyê Îslim Dogan û Bahrî Yildirim axivîn û xwestin ku Newroz bibe wesîleya aştî û azadiyê.
Dayika Aştiyê, Edalet Şahîn Newroz li hemû kesî pîroz kir û got: “Em dixwazin ev Newroz bibe Newroza aştî û azadiyê. Bila ev aştî di zûtirîn demê de pêk were û ev xwîn bi dawî bibe. Êşa her dayikê heman e. Em silavên xwe ji hemû girtiyan re dişînin.”
Parlamenter Alî Bozan jî diyar kir ku piştî 13 salan li Hewagê pîrozkirina Newrozê gelekî girîng e. Alî Bozan, diyar kir ku tevî hemû zextan jî gelê Kurd her tim Newroza xwe pîroz dike û got: “Ji ber ku Abdullah Ocalan piştî bi salan li Girava Îmraliyê bang kir, Newroza îsal xwedî wateyeke cuda ye. Destûr nedan malbat û parêzerên wî. Gelê Kurd û dostên wan azadiya birêz Abdullah Ocalan dixwazin. Em Newroza birêz Abdullah Ocalan pîroz dikin.”
Girseyê bênavber dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir. Pankarta “Her tişt ji bo Kurdistanê” û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qadên hatin bilindkirin.
Piştî axaftinan, agirê Newrozê li gel dirûşma “Bijî Newroz” hate hilkirin. Pîrozbahî bi stranên hunermendên herêmî, gerandina govendê û bi dirûşman bi dawî bû.