Hinceta girtina HDK'iyan: Sosyalîst anîne gel hev

  • rojane
  • 11:58 24 Sibat 2025
  • |
img
STENBOL - Di çarçoveya lêpirsîna HDK’ê de 30 kes hatibûn girtin. Îdiaya “Çepgir û sosyalîst anîne gel hev, fikra xweseriya demokratîk li rojavayê welat belav kirine” weke hinceta girtinê hate nîşandan. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê der heqê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de lêpirsîn a destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de di 18’ê Sibatê li 10 bajaran bi awayekî hemwext bi ser malan de hate girtin. Di serdegirtinên malan de rojnameger, sendîkavan, hunermend û siyasetmedar jî di nav de 51 kes hatin binçavkirin. Ji binçavkiriyan 30 jê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin û 21 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Di 2’yê Hezîrana 2022’yan de bi ser Navenda Giştî ya HDK’ê ya li navçeya Beyoglû ya Stenbolê de hatibû girtin û di lêgerînê de dokumanên dijîtal ên nav tê de cih digirtin hatibûn desteserkirin. Hat zanîn ku operasyon jî li dijî van navan hate kirin. Di lêpirsînê de bal kişand ser biryara Dadgeha Bilind a der heqê HDK’ê de û têkiliya fikrî ya di navbera HDK’ê û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de weke “sûc” hate nîşandan. Her wiha çalakî û xwepêşandanên HDK’ê weke “sûc” hatin nîşandan. Kitekitên lêpirsînê jî zelal bûn. 
 
OCALAN GOT ‘PARTIYA SÎWANÎ’ DOZGER WEKE ‘HDK’ FÊM KIR 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 13’ê Nîsana 2011’an de hevdîtina bi parêzerên xwe re de pêşniyar kiribû ku partiyeke sîwanî ku hêzên sosyalîst û demokrasiyê bîne gel hev were avakirin. Di lêpirsînê de dozgerî ev pêşniyar weke "fermana avakirina HDK’ê" nirxand. 
 
'JI BO RÊXISTINÊN ÇEPGIR BÎNE GEL HEV HATE AVAKIRIN’ 
 
Di dosyayê de ji bo biryarên girtin û tevdîra kontrola edlî ya Dadgeriya Cezayên Sulhê jî îdiayeke ecêb hate nîşandan. Dadgeriyê got; “HDK, ji bo rêxistinên çepgir bîne gel hev bi fermana Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye avakirin. Armanca wê ew e ku li bajarên rojavayê welat rêxistinên çepgir arastayî PKK’ê bike.” û bi vê hincetê jî biryara girtin û kontrola edlî da. 
 
Li gel ku parastinên binçavkiriyan li dadgeriyên cezayên sulhê yên 5’emîn, 6’emîn û 8’emîn ên Stenbolê cuda cuda hatin girtin jî, tevahiya biryaran bi rêbaza copy-paste hatin amadekirin. Dadgeriyan di hinceta biryarên xwe de îdiayên weke navên kesên binçavkirî di lîsteya li Navenda Giştî ya HDK’ê de hatiye desteserkirin de hene, HDK li ser pêşniyara Abdullah Ocalan hatiye avakirin, HDK baskê KCD’ê yê rojava ye, fikra xweseriya demokratîk li rojava belav dike û HDK’ li gorî fermanên rêxistinê tevdigere, kirin. 
 
'ÎSTÎXBARATÊ DI BINÇAVAN DE BI OZDOGAN RE HEVDÎTIN KIR’ 
 
Endamê Meclisa Partiyê (PM) yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Atîlla Ozdogan jî yek wan kesan bû ku sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê hatibûn kirin. Di parastina parêzer de deket holê ku di dema binçavkirinê de “teklîfa sîxûrtiyê” li Ozdogan hatiye kirin. Parêzerê Ozdogan, Veysî Eskî di parastina xwe ya li dadgeriyê de got: “Miwekîlê min got ku dema li emniyetê dihat ragirtin, hin kesên xwe weke endamên îstîxbaratê dane naskirin di bin navê mulaqetê de pê re axivîne. Anî ziman ku kesekî ji wan jê re gotiye ku ‘pêvajoya çareseriyê’ tê meşandin û ew dixwazin ew jî weke kesên aqilmend bi wî re bixebite. Lê dozgeriyê ev mijar paşguh kir. Dozgeriyê, qeydên tapeyê yên di sala 2011, 2012 û 2013’an de xistiye dosyayê. Ev tapeye ji hêla dadger û dozgerên FETO’yê ve hatine amadekirin. Bi materyalên dijîtal kompas hatiye kirin. Delîlên di dosyayê de bi awayekî derhiqûqî hatine bidestxistin. Lema divê kesên hatine binçavkirin bên berdan.” 
 
'HEWL DIDIN HDK’Ê ÎLLEGALÎZE BIKIN’
 
Endama Meclisa Giştî ya HDK’ê Esengul Demîr jî di îfadeya xwe ya li dadgeriyê de got ku HDK platformeke qanûnî ye, ji saziyên civaka sivîl û komeleyan pêk tê û di pêvajoya heyî de pêdivî bi HDK’ê heye. 
 
Rojnameger Elîf Akgul jî di parastina xwe de got ku ew nûçeyên di çarçoveya maf de çêdike û rojnameger e. Akgul, ji bo qeydên tapeyan ên di dema FETO’yiyan de hatine amadekirin jî got: “Axaftinên min sûc nînin û têkildarî nûçeyan de ne. Hem di dema Geziyê de hem jî di çalakiyên 1’ê Gulanê de weke rojnameger li qadê bûm.” 
 
MA / Omer Îbrahîmoglû
 

Sernavên din

15:15 Operasyona li dijî HDK’ê li gelek bajaran hate protestokirin
15:07 Tehliyeya Yilmaz bêyî lijne bicive cara 7’emîn hate taloqkirin
14:51 Li Serhedê starta 8’ê Adarê tê dayin
14:48 Li Qaxizmanê li dijî qeyûm meş hat lidarxistin
14:13 Der heqê rojnameger Kanbal de lêpirsîn hate destpêkirin
14:03 Baroya Qersê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da
13:56 Hevşaredarên Qaxizmanê: Dê têkoşîna me li her qadê bidome
13:42 Rojnameger Cengîz Altun li ser gora xwe hat bibîranîn
13:30 Senem Eriş a DEM Partiyî hate berdan
11:58 Hinceta girtina HDK'iyan: Sosyalîst anîne gel hev
11:31 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Şandeya me dê di nava çend rojan de biçe Îmraliyê
11:18 HSD'ê bîlançoya êrişan a 24 saetên dawî eşkere kir
11:00 Nivîskar Sevîm Bellî wefat kir
10:40 Tehliyeya girtiyê nexweş Akay cara çaremîn hate taloqkirin
09:49 CHP’ê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Qaxizmanê da
09:47 Di 11 mehan de li 12 şaredariyan qeyûm hatin tayînkirin
09:29 DEM Partî: Ên ji îradeya gel ditirsin dîsa di dewrê de ne
09:04 Xwebûn bi manşeta ‘Plana têkçûnê têk çû’ derket
09:00 Ji çeteya fihûşê dewlet derket: Çeteya ji 26 kesan
09:00 ROJEVA 24’Ê SIBATA 2025’AN
07:35 Li Şaredariya Qaxizmanê qeyûm hate tayînkirin
23/02/2025
17:54 Li Mêrdîn, Îzmîr û Antalyayê çalakiyên ziman hatin lidarxistin
16:55 Gundê Bêlaveyê hate bombebarankirin
16:52 Li Amedê çalakiyên 8’ê Adarê
16:43 Talabanî: Ji bo pêvajoya aştiyê hewcehî bi muzakereyan heye
15:41 'Heke Ocalan azad nebe em nikarin qala pêvajoyekê bikin’
14:55 Boksorê Kurd Agît Kabayel bû şampiyonê cîhanê
14:45 Serokê Baroya Stenbolê: Em tenê serdestiya hiqûqê nas dikin
14:01 Êrişa ser HDK’ê li Wan û Şirnexê hate protestokirin
13:42 HSD: Êrişên dewleta tirk û çeteyên wê hatin şikandin
12:55 ÎSÎG: Di 11 salan de 2 hezar û 664 ciwanên karker jiyana xwe ji dest dan
12:51 Bakirhan: Bi banga dîrokî ya Ocalan re dê nexşerê diyar bibe
10:56 Li Derayê goreke komî hate dîtin
10:28 Li Peruyê navenda kargehan tebiqî: 8 kes mirin, 80 jî birîndar bûn
10:19 Berdana zêdetirî 600 filistîniyan hate taloqkirin
10:02 Ji Meteorolojiyê hişyariya berfê û aşûtan
09:48 ‘Divê saziyên navneteweyî li dijî qetilkirina rojnamegeran bêdeng nemînin’
09:45 Dewleta tirk bi êrişên xwe zêdetirî 40 hezar kes bêav hişt
09:36 ‘Taktîka’ têkçûyî dîsa xistin meriyetê
09:16 Kovara Jinê bi manşeta ‘zimanê dayikê’ derket
09:03 33 sal in faîlên wî nehatine girtin: Ew jî mîna peyrewên xwe netirsiya
09:02 ‘Mevzûata’ wezîr li Îmraliyê naxebite
09:00 ROJEVA 23’YÊ SIBATA 2025’AN
08:50 Li Mêrdînê du malbat bi şer çûn: 3 kes mirin, 10 kes birîndar bûn
22/02/2025
16:38 Platforma jinan a Wanê: Em li hemberî qeyûm serî natewînin
15:37 32 sal in kiryarên wan nehatine dîtin
15:32 Li Amedê meşa ji bo statuya ziman: Em her derî bikin dibistan û zanîngehên kurdî
14:12 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mûrat Yildiz pirsîn
13:48 Li dijî cezayê îdamê banga liv û tevgerê
13:26 Li Midyadê starta çalakiyên 8'ê Adarê hat dayîn
12:34 'Operasyona li dijî HDK’ê li dijî jiyana azad û bihevre ye'
12:14 Ji Bakirhan ji bo Wezîr Tûnç bersiva 'peyama bidîmen'
12:00 QSD: Êrişên li ser Qereqozax û Tişrînê zêde bûn
11:32 Şandeya YNK û PDK’ê dê li Silêmaniyê bicivin
11:29 Rojnameger Abdurrahîm Kiliç jiyana xwe ji dest da
10:27 Berdana Mehmet Saît Yildirimê 30 sal in girtî ye 9 mehan hat taloqkirin
09:03 Wanî: Ji konteynerên çopê ditirsin
09:03 Unîformayê Sûriyeyê bû sedema girtinê!
09:01 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2025'AN
21/02/2025
16:27 Karê îfadedayinê yê binçavkiriyên HDK’î ya li dozgeriyê temam bû
16:24 Li Amedê dê konsera 21’ê Sibatê bê lidarxistin
15:30 Kedkarê gelek partiyan Şehmûs Yavûz hat oxirkirin
15:12 ‘Hîva’ hat pêşandan
14:40 Çalakiyên 21’ê Sibatê: Daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê û temînata qanûnî krin
14:19 Bayindir: Îradeya Ocalan a çareseriyê dê pêşî li polîtîkaya xitimandî veke
14:00 Îfadeyên HDK’iyan ên li dozgeriyê dest pê kirin
13:50 Ji bo Ahmet Ozer heta 15 salan cezayê hefsê hat xwestin
13:36 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
13:19 Têketina Qaxizmanê hate qedexekirin
13:02 Hunermendan bertek nîşanî binçavkirinan dan
12:00 Koroya Jinan a Bajarê Mezin a Amedê hate avakirin
11:53 Rêya 19 gundên Şirnexê ji ber berfê hatin girtin
11:52 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
11:52 Kesên ji lêpirsîna HDK’ê hatin binçavkirin birin edliyeyê
11:32 Kampanyaya 'Gotina me neqediyaye’ dê bi çalakiyên 8’ê Adarê bidome
11:02 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:01 Omer: Heke Tirkiye pirsgirêkên xwe çareser neke dê avantaja xwe ya welatê transît winda bike
10:10 ‘Divê mafê hêviyê bêyî şert û merc bê bicihanîn’
10:09 Navên kesên jiyana xwe ji dest dayin jî di lêpirsîna HDK’ê de hene
09:49 Li Serhedê rêya hezar û 409 gund û zozanan hatin girtin
09:18 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:10 ‘Ji bo çareseriyê misogerkirina qanûnî divê'
09:10 Ji ber tundiya polîsan çavên wî baş nabînin
09:09 Girtî Sayak: Behsa aştiyê dikin lê li girtîgehan zextan zêde dikin
09:08 Qedexeya çalakiyan a walîtiyê piştî 2 salan hat betalkirin!
09:01 Doz li protestoya qeyûm hat vekirin
09:00 ROJEVA 21’Ê SIBATA 2025'AN
20/02/2025
22:27 Polîs li dora Şaredariya Qaqizmanê kom bûn
21:31 6 sal û 3 meh ceza li Hevşaredarê Qaqizmanê hat birîn
16:51 DEM Partî: Aştiya civakî bi aştiya zimanan pêkan e
16:22 Hesaba X’ê ya JINNEWS’ê hat astengkirin
15:38 15 saziyên çapemeniyê banga berdana rojnamegeran kirin
15:35 Ji Mîkaîl Aslan muzîkala ‘Dîdar’ê
14:44 Li Dêrsimê binçavkirin, qedexe û qeyûm hatin protestokirin
14:28 Nêrgiz Mihemedî ji bo 3 girtiyên jin bang kir
14:13 ‘Sedsal jî derbas bibin dê gelê me serî li ber we netewîne’
13:42 Şebnem Korur Fîncanci beraet kir
13:42 Danişîna doza qetilkirina Tevrîz Dorayê hat taloqkirin
13:16 HDK’ê banga piştevaniyê kir
13:10 Gef li nûçegihana NûJINHA’yê û çavkaniyên nûçeyan hatin xwarin