QERS - Parlamentera DEM Partiyê Nejla Demîr di meşa li dijî tayînkirina qeyûm a li Qaxizmanê de axivî û got: “Em di têkoşîna xwe de biisrar in.”
Tayînirina qeyûm a li Şaredariya Qaxizmanê ya Qersê li navçeyê bi meşekê hat protestokirin. Meş, ji avahiya DEM Partiyê ya navçeyê heta qada navçeyê domiya. Piştî meşê jî daxuyanî hate dayin. Hevşaredarên Qaxizmanê Mehmet Alkan û Guner Hatay, parlamenterên DEM Partiyê Nejla Demîr, Heval Bozdag, Yilmaz Hun û gelek partiyî tev li meşê bûn.
Parlamentera Agiriyê Nejla Demîr di daxuyaniyê de diyar kir ku ew zîhniyeta ku îradeya gel tune dike û tune dihesibîne şermezar dikin. Nejla Demîr, wiha domand: “Tevî du caran qeyûm tayîn kiribûn jî gel çû ser sindoqê û hevşaredarên xwe hilbijart. Ev îradeya gelê Kurd raber dike, îktîdar gelek tirsand ku planeke ji sê qonaxan pêk tê xist meriyetê. Ya yekemîn, bi hincetên cuda dozan li hevşaredaran vedikin, ya duyemîn bi polîs û leşkeran gel ditirsînin û ya sêyemîn jî qeyûman tayîn dikin. Ev li gelek bajaran krin. Dibe ku hûn hêza dewletê bi kar bînin û şaredariyan xesp bikikn lê ya esasî, berxwedana gel e. Em bi berxwedana xwe di dîrokê de cih digirin û hûn jî dê di sergoya qirêjî ya dîrokê de cih bigirin. Heke îktîdar ji bo tayînkirina qeyûm biisrar be, em jî ji bo têkoşîna xwe bibiryar in.”
'BI DOZÊN VALA QEYÛM TAYÎN KIRIN’
Hevşaredarê Qaxizmanê Mehmet Alkan jî got: “Tayînkirina qeyûm nayê qebûlkirin. Weke kesên rewa me xizmet ji gelê Qaxizmanê re kir. Ev jî ji bo veşartina bêhêziya xwe, bi hêzên ewlekariyê re bûn yek û şaredariya me xesp kirin. Em xwediyên vê navçeyê ne. Ne em qeyûm nas dikin ne ew me nas dike. Nehiştin em xizmeta xwe ya ji bo gelê xwe bidomînin. Tu qedrê van kesan di çavê gel de nîne. Bi dozeke vala dosye vekirin û ji bo tayînkirina qeyûm ceza dan. Em vî cezayî qebûl nakin û qeyûm nas nakin. Şaredarî yên gel in. Em ê bi gelê xwe re bin û têbikoşin. Qeyûm nikarin me têk bibin.”
'GELÊ KURD DEV JI TÊKOŞÎNA XWE BERNADE’
Hevşaredara Qaxizmanê Guner Hatay jî ev tişt anî ziman: “Dema mesele dibe Kurd, hiqûqeke cuda dikeve meriyetê. Doza li hevşaredarê me hatiye vekirin ne dozeke hiqûqî ye. Mixabin bi tayînkirina qeyûman îrade gelê Kurd binpê dikin û dixwazin tune bikin. Lê em jî dibêjin ku em ê vê xespê qebûl nekin. Dê têkoşîna me bidome. Gelê Kurd dê dev ji têkoşîna azadiyê bernede.”
'EM Ê SERÎ NETEWÎNIN’
Parlamenterê DEM Partiyê yê Îdirê Yilmaz Hun jî wiha got: “Di hilbijartinê de xelkê Qaxizmanê çû ser sindoqan û tevî bêhiqûqiyan jî îradeya xwe nîşan da. Hevşaredarên me bi dengê gel hatin hilbijartin û em memûrekî hatiye tayînkirin qebûl nakin. Gel jî qebûl nake. Mafê bijartin û hilbijartinê yê gelê Kurd nayê naskirin. Ev nayê qebûlkirin. Dê têkoşîna me ya li dijî vê bidome. Em baş dizanin ka qeyûm çi dike. Erdê gel didin ber firotinê û pêşkeşî alîgirên xwe dikin. Ev rejîmeke faşîst e. Çi dikin bila bikin gelê Kurd ê xwe birêxistin bike û serî netewîne.”