ENQERE - Tehliyeya Nedîm Yilmaz ku 32 sal in girtî ye û li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê tê ragirtin, bêyî ku lijne bicive cara 7’emîn hate taloqkirin.
Nedîm Yilmaz li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê tê ragirtin û nêzî 32 sal in di girtîgehê de ye. Diviyabû Yilmaz di 29’ê Tîrmeha 2023’yan de bihata berdan lê belê di 25’ê Tîrmeha 2023’yan de cara ewil tehliyeya wî bi hinceta “halnebaşiyê” hate astengkirin. Yilmaz, li dijî biryarê îtîraz kir û Dadgeriya Înfazê ya Boluyê ev îtîraz red kir. Piştre jî 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Boluyê di heman çarçoveyê de biryar da.
CARA 7'EMÎN HATE TALOQKIRIN
Piştî vê biryarê 6 caran li ser hev tehliyeya Yilmaz hate astengkirin. Hat îdiakirin ku herî dawî jî bêyî Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê bicive, di 20’ê Sibatê de biryara taloqkirina tehliyeya Yilmaz hate dayin. Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan li ser vê rewşê li girtîgehê geriya û jê re hate gotin Yilmaz "halnebaş e" û tehliyeya wî taloqî 28'ê Gulana 2025'an hatiye kirin. Di heman demê de ji Newroz Uysal Aslan re hate gotin ku biryar hêj nehatiye dayin û zelal nebûye. "vekirina îmzeya endamên lijneyê yên biryar dane" weke hinceta vê rewşê hate nîşandan. Li ser vê agahiyê, Newroz Uysal Aslan jî pirsa "Heke lijneyê biryar dabe, wê demê endamên lijneyê çawa îmze nekirine?" jê kir. Li ser vê pirsê, gardiyanî li ser telefonê agahî da û rewş hewaleyî midûrê girtîgehê kir. Midûrê girtîgehê jî ev rewş qebûl nekir.
SERÎ LI MECLISÊ DA
Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan ev biryara lijneyê xist rojeva Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK). Newroz Uysal Aslan got ku biryarên keyfî ne û bêyî hincetek hebe hatine dayin. Newroz Uysal Aslan anî ziman ku îdiayên tên kirin bêbingteh in û dema Yilmaz "halbaş" jî nehatiye berdan.
XWEST KOMÎSYON BIÇE SERDANA GIRTÎGEHÊ
Newroz Uysal Aslan, got ku azadiya girtiyan tê xespkirin û xwest komîsyon hincetên weke astengkirina tehliyeyan hatine nîşandan ji hêla komîsyonê ve bên lêkolînkirin. Her wiha Nevroz Uysal Aslan xwest ku komîsyon biçe serdana girtîgehê.
GELO DÊ LIJNE BÊN RAKIRIN?
Newroz Uysal Aslan, bi daxwaza ku Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç bersivê bide pêşnûmepirsek da meclisê. Newroz Uysal Aslan, pirsa sedema taloqkirina tehliyekirinê pirsî, xwest bizane ka çend endamên lijneyê ya biryar dayî di civînê de amade bûn û pirsa; “Gelo ji bo rakirina van lijneyan tu xebatên we hene yan na?” kir.