Hinceta girtina HDK'iyan: Sosyalîst anîne gel hev 2025-02-24 11:58:18   STENBOL - Di çarçoveya lêpirsîna HDK’ê de 30 kes hatibûn girtin. Îdiaya “Çepgir û sosyalîst anîne gel hev, fikra xweseriya demokratîk li rojavayê welat belav kirine” weke hinceta girtinê hate nîşandan.    Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê der heqê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de lêpirsîn a destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de di 18’ê Sibatê li 10 bajaran bi awayekî hemwext bi ser malan de hate girtin. Di serdegirtinên malan de rojnameger, sendîkavan, hunermend û siyasetmedar jî di nav de 51 kes hatin binçavkirin. Ji binçavkiriyan 30 jê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin û 21 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Di 2’yê Hezîrana 2022’yan de bi ser Navenda Giştî ya HDK’ê ya li navçeya Beyoglû ya Stenbolê de hatibû girtin û di lêgerînê de dokumanên dijîtal ên nav tê de cih digirtin hatibûn desteserkirin. Hat zanîn ku operasyon jî li dijî van navan hate kirin. Di lêpirsînê de bal kişand ser biryara Dadgeha Bilind a der heqê HDK’ê de û têkiliya fikrî ya di navbera HDK’ê û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de weke “sûc” hate nîşandan. Her wiha çalakî û xwepêşandanên HDK’ê weke “sûc” hatin nîşandan. Kitekitên lêpirsînê jî zelal bûn.    OCALAN GOT ‘PARTIYA SÎWANÎ’ DOZGER WEKE ‘HDK’ FÊM KIR    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 13’ê Nîsana 2011’an de hevdîtina bi parêzerên xwe re de pêşniyar kiribû ku partiyeke sîwanî ku hêzên sosyalîst û demokrasiyê bîne gel hev were avakirin. Di lêpirsînê de dozgerî ev pêşniyar weke "fermana avakirina HDK’ê" nirxand.    'JI BO RÊXISTINÊN ÇEPGIR BÎNE GEL HEV HATE AVAKIRIN’    Di dosyayê de ji bo biryarên girtin û tevdîra kontrola edlî ya Dadgeriya Cezayên Sulhê jî îdiayeke ecêb hate nîşandan. Dadgeriyê got; “HDK, ji bo rêxistinên çepgir bîne gel hev bi fermana Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye avakirin. Armanca wê ew e ku li bajarên rojavayê welat rêxistinên çepgir arastayî PKK’ê bike.” û bi vê hincetê jî biryara girtin û kontrola edlî da.    Li gel ku parastinên binçavkiriyan li dadgeriyên cezayên sulhê yên 5’emîn, 6’emîn û 8’emîn ên Stenbolê cuda cuda hatin girtin jî, tevahiya biryaran bi rêbaza copy-paste hatin amadekirin. Dadgeriyan di hinceta biryarên xwe de îdiayên weke navên kesên binçavkirî di lîsteya li Navenda Giştî ya HDK’ê de hatiye desteserkirin de hene, HDK li ser pêşniyara Abdullah Ocalan hatiye avakirin, HDK baskê KCD’ê yê rojava ye, fikra xweseriya demokratîk li rojava belav dike û HDK’ li gorî fermanên rêxistinê tevdigere, kirin.    'ÎSTÎXBARATÊ DI BINÇAVAN DE BI OZDOGAN RE HEVDÎTIN KIR’    Endamê Meclisa Partiyê (PM) yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Atîlla Ozdogan jî yek wan kesan bû ku sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê hatibûn kirin. Di parastina parêzer de deket holê ku di dema binçavkirinê de “teklîfa sîxûrtiyê” li Ozdogan hatiye kirin. Parêzerê Ozdogan, Veysî Eskî di parastina xwe ya li dadgeriyê de got: “Miwekîlê min got ku dema li emniyetê dihat ragirtin, hin kesên xwe weke endamên îstîxbaratê dane naskirin di bin navê mulaqetê de pê re axivîne. Anî ziman ku kesekî ji wan jê re gotiye ku ‘pêvajoya çareseriyê’ tê meşandin û ew dixwazin ew jî weke kesên aqilmend bi wî re bixebite. Lê dozgeriyê ev mijar paşguh kir. Dozgeriyê, qeydên tapeyê yên di sala 2011, 2012 û 2013’an de xistiye dosyayê. Ev tapeye ji hêla dadger û dozgerên FETO’yê ve hatine amadekirin. Bi materyalên dijîtal kompas hatiye kirin. Delîlên di dosyayê de bi awayekî derhiqûqî hatine bidestxistin. Lema divê kesên hatine binçavkirin bên berdan.”    'HEWL DIDIN HDK’Ê ÎLLEGALÎZE BIKIN’   Endama Meclisa Giştî ya HDK’ê Esengul Demîr jî di îfadeya xwe ya li dadgeriyê de got ku HDK platformeke qanûnî ye, ji saziyên civaka sivîl û komeleyan pêk tê û di pêvajoya heyî de pêdivî bi HDK’ê heye.    Rojnameger Elîf Akgul jî di parastina xwe de got ku ew nûçeyên di çarçoveya maf de çêdike û rojnameger e. Akgul, ji bo qeydên tapeyan ên di dema FETO’yiyan de hatine amadekirin jî got: “Axaftinên min sûc nînin û têkildarî nûçeyan de ne. Hem di dema Geziyê de hem jî di çalakiyên 1’ê Gulanê de weke rojnameger li qadê bûm.”    MA / Omer Îbrahîmoglû