Hatimogûllari: Ev berxwedan wê qeyûman ji ser vê axê biqewirîne

  • rojane
  • 16:11 8 Mijdar 2024
  • |
img

AMED - Li Amedê bi dirûşma “Ne qeyûm, demokrasî” meşek girseyî hat lidarxistin. Piştî meşê Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari axivî û got: “Ev berxwedan wê qeyûman ji ser vê axê paqij bike.” 

 
 
Li Amedê bi pêşengiya rêxistina DEM Partiyê û DBP’ê û Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma “Ne qeyûm, demokrasî” li dijî tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê meşek girseyî hat lidarxistin. Tayînkirina qeyûman bi meşê hat protestokirin. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar, hevşaredarên Amedê û navçeyan, nûnerên rêxstinên sivîl û rêveberiyan partiyan û bi hezaran welatî tev li meşê bûn. 
 
Girse li Meydana Şêx Seîd (Deriyê Çiyê) kom bû û ber bi Birca Keçikan a li Deriyê Mêrdînê ve meşiya. Di meşê dê dirûşmên li dijî tayînkirina qeyûman bênavber hatin berzkirin. Girse li pişt pankarta “Em ê rê nedin qeyûmên ku îradeya gel desteser dikin” meşiya. Meş li Deriyê Mêrdînê bi dawî bû. 
 
‘QEYÛM PÊKANÎNEK DERQANÛNÎ YE’
 
Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari li vir axivî û wiha got: “Ez berxwedana we ya bi rojan e berdewam dike ji dil û can pîroz dikim. Heta em qeyûman ji ser vê axa pîroz biqewirînin û bişînin, em ê bi hev re li ber xwe bidin. Qeyûm tê wateya darbeye û desteserkirina îradeya gel. Îradeya gelê kurd dizîn. Li Esenyurtê jî îradeya gelê kurd, tirk û gelên din desteser kirin û binpê kirin. Duh li wir îro jî li Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê vîna gelê kurd û gelên din desteser kirin. Tayînkirina van qeyûma tê wateya desteserkirina mafê dengdanê û hilbijartinê yê gele kurd û gelên din. Di destura bingehîn de cihê qeyûman nîne. Qeyûk pêkanînek derqanûnî ye. Ev hikûmet bi tayînkirina qeyûman sûc dike. Qeyûm ne tenê li dijî Destûra Bingehîn e, qeyûm her wiha li dijî peymanên navneteweyî yên ku Tirkiye alîgirê wan e û hiqûqa navneteweyî ye. Bi yek gotinê; qeyûm qorsanî, çetekarî û dizî ye."
 
'EM JI DIYALOGÊ Û MUZAKEREYÊ RE AMADE NE' 
 
Hatimogûllari bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Pirsgirêka kurd jixwe pirsgirêkek ku li vî welatî her tim di rojevê de ye. Pirsgirêka kurd ne tenê pirsgirêka kurdan e. Heke em li dijî qeyûman bin, divê em bi hev re, li ser pirsgirêka kurd biaxivin. Îro astengiya herî mezin a li pêşiya demokratîkbûna Tirkiyeyê ew e ku pirsgirêka kurd bi rêbazên aştiyane û demokratîk nehatiye çareserkirin. Em wek DEM Partiyê duh û îro jî dibêjin; 'Bila tecrîd rabe, birêz Ocalan azad bibe'. Îro jî Serokê MHPê bi awayên cuda ev yek anî ziman. Em dixwazin ji dilê Amedê peyama xwe bi zelalî bidin Enqere, Tirkiye û cîhanê. Em alîgirê çareseriya pirsgirêka kurd li ser bingehên aştiyane û demokratîk in. Em partiyeke ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bi aştiyeke bi rûmet bê çareserkirin, têdikoşin. Me got ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê em ji diyalog û muzakereyê re vekirî ne. Em ji diyalog û danûstandinan û aştiyeke bi rûmet re vekirî ne. Heke aştiyek bi rûmet nebe an jî armanca vê yekê tasfiyekirina muxalefetê be, em nikarin û ne jî em ê li vir bin, wekî we qeyûm tayîn kiriye. Em berxwedan û têkoşîna xwe ya demokratîk li dijî her pêkanînan berdewam dikin." 
 

Sernavên din

09/11/2024
15:08 Li Wanê starta çalakiyên 25'ê Mijdarê hat dayîn: Em ê tecrîdê têk bibin
14:05 Jin li Xelfetiyê ne: Rêya çareseriyê di Îmraliyê re derbas dibe
13:54 Li Stenbolê dê mitînga ‘Jiyana bi mirovî’ bê lidarxistin
13:46 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Bayram û Tekîn pirsîn
13:44 Xizmên Windayan û şaxên ÎHD’ê: Qeyûman bi paş ve bikişînin
13:40 Li Êlihê meşa girseyî: Em ê tu carî xiyanetê li berxwedana xwe nekin
13:08 Li Amedê atolyeya 'Bi civaka tenduristî ber bi pêşerojeke azad ve'
11:52 Erol ê bi îşkencekirinê hatibû binçavkirin bi şertê hepskirina malê hat berdan
11:33 Jinan li Xelfetiyê bang kir: Qeyûm ne çareserî ne çareserî li Îmraliyê ye
11:21 DEM Partiyê ji bo betalkirina biryara qeyûman serî li dadgehê da
11:03 Ciwanên Êlihê duh bi şev jî li qadan bûn: Qeyûm wê biçin
10:49 Dayikên Aştiyê li dijî qeyûm nobetê digirin: Em ê serî li ber vê zilmê netewînin
10:41 Danişîna doza Narîn Guran di roja sêyemîn de didome
10:30 Hevşaredarên DEM Partiyî: Em ê rê nedin qeyûman
10:29 Rêxistinên rojnamevanan ji bo Mizgîn Sonuk banga berdanê kirin
10:08 'Heke Tirkiye biryara der barê Ocalan de pêk neyne dibe ku ji KE'yê bê derxistin'
09:46 Ciwanên Êlihê: Heta em şaredariyê bi paş ve bigirin em ê li ber xwe bidin
09:05 Xelkê Agirî: Kurd divê li dijî polîtîkaya qeyûmtiyê bibin yek
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2024'AN
08/11/2024
21:24 Kesên xwe wekî polîsan dan naskirin bi çekê gef li rojnamevanan xwarin
19:13 Li Mêrdînê 5 kes hatin binçavkirin
17:34 Ji Botanê bang kirin: Deriyên Îmraliyê vekin
17:03 Ciwanên Êlihê li dijî qeyûman li ber xwe didin
16:11 Hatimogûllari: Ev berxwedan wê qeyûman ji ser vê axê biqewirîne
15:51 Li Arjantînê kampanyaya ‘Azadî ji Ocalan re’ tê destpêkirin
15:50 Keskîn Bayindir ji Geverê gazî kir: Deriyên Îmraliyê vekin
15:38 Ciwanên di 1’ê îlonê de hatibûn girtin hatin berdan
15:34 Ciwanê li Êlihê ji qeyûm re got ‘şaredariyê vala bike’ hate girtin
15:28 DAD’ê ji Dervîşoglû re got: Nîjadperestê ku ji destê wî werîs danakeve
15:17 Li Xelfetiyê peyam: Qeyûmparêziya xeyalî li vir binaxkirî ye
15:10 Qeyûmê Xelfetiyê nivîsa bi kurdî jê bir
14:26 PDK’ê nûnerên HDP’ê ji Hewlêrê derxist
14:14 Li Wan û Amedê gel li dijî desteserkirina îradeyê meş li dar xistin
13:32 Meşa leşkerî li girtî hate ferzkirin û gefa kuştinê lê hate xwarin
13:19 Rojnameger ji ber hevpeyvînan hate sûcdarkirin
12:52 ‘Ma ev berîqet dê heta hilbijartina din li vir bin?’
12:45 Erdogan ji ber tayînkirina qeyûman daraz pîroz kir
12:42 Qeyûmî ji bo polîsan dar kezaxt
12:02 DEM Partiyê bertek nîşanî tundiya polîsan da: Dawî li van îşkenceyan bînin
12:01 Îranê cezayê îdamê da 3 kurdan
11:53 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:51 Keskîn Bayindir: Têkoşîna me ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û azadiya Abdullah Ocalan e
11:10 Gelê Êlihê bi şev û roj li ber xwe dide
10:36 Ji ber tundiya di dema binçavkirinê de destê wî qelişî
10:18 Bi ser bombekirina Pirtûkxaneya Umutê re 19 sal derbas bûn
09:42 Di doza Narîn Guranê de roja duyemîn: Şahid tên guhdarîkirin
09:33 Hevşaredarên Xelfetiyê: Em ê qeyûman bişînin
09:22 Jinan banga têkoşîna hevpar kirin: Qeyûm êrişa li hember vîna jinê ye
09:11 Tîryakî: Gel li kuçeyan îşaret bi navnîşana çareseriyê dike
09:01 Der barê girtiya ku li ber lêgerîna tazî rabû lêpirsîn hat destpêkirin
09:00 Zanîngeha Mûşê ji bo serlêdanên beşa kurdî mezûnbûna ji zimanê tirkî şert danî!
09:00 Li girtiyê nehiştin parastina xwe bike 11 roj cezayê hucreyê birîn
09:00 ROJEVA 8’Ê MIJDARA 2024’AN
07/11/2024
22:21 'Em ê bajarên xwe radestî qeyûman nekin'
22:17 4 kesên ku bi îşkenceyê hatibûn binçavkirin hatin girtin
18:48 Nobeda li Xelfetiyê didome: Li şaredariyê diz heye
16:29 Doza Narîn Guranê:Îfadeyên binakok ên Yuksel Guranê
16:11 Derheqê tundiya polîsan de gilî hate kirin
16:06 Omer Ocalan: Divê dewlet bi destê aştiyê yê Ocalan bigire
15:58 Xelkê Êlihê li dijî êrişên polîsan dest bi berxwedanê kir
15:47 Operasyona li Bagokê didome
15:44 Meclisa Şaredariya Xelfetiyê civiya: Em ji bo di nava çar dîwaran de birêve bibin nehatine hilbijartin
15:33 Berxwedana Êlihê di roja 4’an de ye: Em ê li ber xwe bidin
15:05 Sembola berxwedana li dijî qeyûm
13:36 Polîsan bi kûçikan îşkence li welatiyê astengdar kirin
13:01 Jinan got: Heta faîlên Guranê tên dîtin dê têkoşîna me bidome
12:20 Wezareta Karên Hundir: Derheqê Bakirhan de kirariya qanûnî hate destpêkirin
12:16 Zarokên bi lêdanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:13 Keskîn Bayindir: Berxwedana me ya li kolanan dê bidome
12:11 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:10 Wesayîta bizirx a anîn cihê nobetê piştî bertekê paşve kişandin
12:06 Li Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin
11:35 Dogan bang kir: Divê dewlet tişta dibêje pêk bîne
11:29 Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê: Em tundiya polîsan şermezar dikin
10:59 Mehmet Ocalan: Aqilê dewletê divê li gorî gotinên xwe tevbigere
10:26 Ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm a li Mêrdînê serî li dadgehê dan
09:57 Li dijî qeyûman banga têkoşînê
09:49 Ayla Akat Ata: Dê qeyûm biçin, berxwedan dê bidome
09:43 'Dilê wan ê çareseriyê hebe muxatab Ocalan e'
09:36 Danişîna doza Narîn Guranê: Nûve hatin tunekirin
09:31 Hevşaredarê Êlihê Işik: Em ê xwedî li vîna gel derkevin
09:18 Ji CHP’ê banga ‘xwedî li îradeya xwe derkeve’
09:16 Serokê TOD-DER'ê: Ji bo çareseriyê divê hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin
09:00 ROJEVA 7’Ê MIJDARA 2024’AN
08:43 Doza Narîn Guran: Bersûcên girtî anîn edliyeyê
06/11/2024
19:24 'Em ê bi berxwedanê li dijî xespkirina vînê bi ser bikevin'
19:16 Li Xelfetiyê jin li ber şaredariyê ne: Em ê bi felsefeya jin, jiyan, azadî li ber xwe bidin
16:55 Li Xelfetiyê tundî, gefxwarin û lêgerîna tazî li binçavkiriyan hat kirin
16:51 Kolanên Êlihê veguherîn qadên berxwedanê
16:34 Li Qoserê gel dest bi meşê kir
16:00 Li Kerboranê qeza: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
15:59 Karacabey: Divê jin amûrên pergala nêrza bi kar neyînin
15:35 Li Bagokê liv û tevgera leşkerî heye
15:32 Girtiyê 3 rojan di beşa lênihêrîna awarte de bû birin girtîgehê
15:04 Li Wanê çalakiya li dijî qeyûm: Ji bo îradeya gel rêzgir bin
14:53 Rapora ÎHD’ê ya girtîgehên Herêma Marmarayê: Di 3 mehan de hezar û 525 binpêkirin
14:51 Ji Mêrdînê peyama berxwedanê: Em ê qeyûman bi berxwedanê têk bibin
14:10 Xelkê Êlihê li dijî qeyûm li ser pêya ye: Em ê teqez bi ser kevin
13:55 Baroya Mêrdînê li dijî binpêkirinên di protestoya qeyûm de stant vekir
13:41 ÎHD’ê ji Wezareta Karên Hundir re name şand: Biryara tayînkirina qeyûman betal bikin