Berwarî: Divê ne li ser berdana çekan, li ser bêdengkirina çekan bê axaftin

  • rojane
  • 09:03 25 Sibat 2025
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN - Akademîsyen Kamûran Berwarî diyar kir ku divê ne berdana çekan lê li ser bêdengkirina çekan nîqaş bên kirin û got: “Lê ji bo ev çêbibe hewceye dewleta tirk gavên erênî biavêje.” 

Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di navbera 16-19’ê Sibatê de li Herêma Federe ya Kurdistanê bi gelek rayedarên herêmê re hevdîtin kir. Têkildarî serdanên şandeyê ku endamên Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder jî di nav de bûn, daxuyaniyên erênî bi raya giştî re hatin parvekirin. Piştî serdanan hate ragihandin ku yekitiya neteweyî, pêşeroja Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û parastina destkeftiyan bûne mijara hevdîtinan. Di heman demê de hate destnîşankirin ku nûnerên partiyan gotine ku ew piştgiriyê didin pêvajoya têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêş xistiye. 
 
Akademîsyen Dr. Kamûran Berwarî têkîldarî hevdîtinên şandeya Îmraliyê yên li Herêma Federe ya Kurdistanê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
 
'DIVÊ HERKES BERPIRSYARINA XWE PÊK BÎNE'
 
Berwarî, diyar kir ku hatina şandeya ya li herêmê ji bo pêvajoyê destpêkeke nû ye û wiha axivî: "Li başûrê Kurdistanê ne cara yekemîne ku Kurd tên cem hev. Gelek caran Kurd hatine cem hev û tifaqî çêbûne û konferansên cuda li başûrê Kurdistanê çêbûne. Lê mijara hatine şandeya Îmraliyê ya li vê derê cuda ye. Çimkî hatina şandeya Îmraliyê ya li vê derê di rewşa ku geşedanên gelek girîng ku li Rojhilata Navîn çêdibin de pêk hat. Hatina şandeya Îmraliyê ya li başûrê Kurdistanê destpêka qonaxeke nû ye û destpêkirina têkiliyên Kurd û Kurdistanî ye. Bi taybetî jî di navbera Bakur û Başûr de hevdîtina bi vî rengî dê bandora xwe li ser Rojava û rojhilatê Kurdistanê jî bike. Dibe ku ev bibe pêngava yekemîn ji bo hemû hêz û parçeyên Kurdistanî. Divê ku herkes ji bo rizgarî û azadiya Kurdistanê berpirsyariya xwe pêk bîne û giraniya xwe pêk bîne" 
 
'BAŞÛR XWE PARÇEYEKE AŞTIYÊ DIBÎNE'
 
Berwarî, bi lêv kir ku çûyina şandeya Îmraliyê ya li Herêma Federe ya Kurdistanê girîng bû û got ku partiyên siyasî yê herêmê weke aliyeke aştiyê dibînin û wiha got: "Serdana şandeya Îmraliyê ya li herêma başûrê Kurdistanê bandoreke mezin li ser xelkê herêmê kir. Gel bi germahiyeke mezin pêşwazî kir. Em dizanîn ku di navbera gelê Kurd de tu caran dijminatî çênebûye. Heke ku hebe jî di nava kesan û partiyên siyasî de heye. Ev jî ne ji bo gelê Kurd û ne jî ji bo berjewendiyên Kurdistanê ye. Ev nakokî ji bo berjewendiyên kesane ne. Hatina şandeyê û bandora şandeya li ser partiyên siyasî çêbû. Ji ber ku partiyên siyasî yê Başûr xwe parçeyeke aştiyê dibînin û ji ber wê jî girîngiyê didin vê hevdîtinê. Helbet helwledayinên çareserkirina pirsgirêka Kurd ji aliyê tirkan ve jî û ji aliyê gelê Kurd ve jî hene. Em nikarin bibêjin ku di nava tirkan de ti hewlên aştiyê nînin. Gelek girse û hîzbên siyasî yê tirk jî dixwazin ku aşitî çêbibe û gelek ji wan jî di wê baweriyê de ne ku dê pirsgirêka heyî çareser bibe. Ne hêsane ji sala 1981'an vir ve di vî şerî de 40-45 hezar kes li başûrê Kurdistanê hatine kuştin û her wiha di vî şerî de Tirkiye 3-4 trilyon dolaran de zirar dîtiye. Ev zirar jî ji ber nebûna aştiyê çêdibe. Ji ber wê jî îro gavên girîng tên avêtin û her Kurdek vê erênî dibîne." 
 
'HER SERHILDANEKE BI TENÊ TÊK ÇÛYE'
 
Bi domdarî Berwarî bal kişand ser girîngiya tifaqa Kurdan a ku wê di vê pêvajoyê de pêk were û ev tişt anî ziman: “Em dibînin piştgiriya hikûmeta başûrê Kurdistanê û partiyên siyasî jî di nav de ji bo firsenda aştiyê girînge. Çimkî meseleye dîrokî heye û em baş dizanîn tu caran çi partiyên siyasî, çi partiyên Kurd, serhildanên Kurd û çi hikûmetên Kurd bi tenê hebûna xwe biparêzin yan jî tenê danûstandin bikin. Heta ku bi tena serê xwe serkeftin jî bigirin dê dawiyê de bişkê û têk biçin. Îdareya serbixwe ya Sovyetan hebû ya sala 1920'an Nagorg, Erîvanê hebû lê ji ber ku bi tenê bû têk çûn. Me dît ku Komara Mahabadê sala 46-47'an têk çû. Her wiha me dît şoreşa Îlonê û Gulanê jî têk çû. Me dît ku gelek serhildanên Kurdan têk çûn. Zêdetirî 37 serhildanan Kurdan têk çûn. Ev hemû ji ber nebûna yekitî, yekrêziyê têk çûn. Ji ber wê gelê Kurd ev tişt berçavan de derbas kiriye. Ji ber wê bi taybetî di vê pêvajoyê de piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek girîng e. Yek ji ber ku hikûmeta Başûr xwe di nav rizgarkiriya Kurdistana mezin de dibîne û êdî nebe beşek siyaseta dewleta tirk a dagirker û nebe dijitiya Rojava, Şengal û Mexmûr bike.” 
 
'JI BO GAVAVÊTINÊ WEXTÊ WAN HEYE' 
 
Berwarî, anî ziman ku ji bo bihêzkirina tifaqiya Kurd pêdivî pê heye ku hikûmeta Federe ya Kurdistan daxwazên gelê Kurd pêk bîne û wiha domand: "Zêdetir 500 hezar îmze hatibûn komkirin ku hikûmeta Başûr leşkerên tirk li ser axa Kurdistanê derbixîne. Lêbelê hikûmetê heta niha pêngaveke erênî neavêtiye. Her wiha ji bo azadiya birêz Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd çend milyon îmze hatibûn komkirin. Hikûmeta başûrê Kurdistanê di van 26 salên derbasbûyî de di xwe de nedît ku biçe birêz Abdullah Ocalan bibîne û serdana wî bike. Yan jî di asta navnetewî de nerazîbûnek nîşan bide. Yan jî projeyeke çareseriyê bide dewleta Tirkiyeyê. Yan jî biçe dadgeha navnetewî bibêje Ocalan kesayeteke netewî ye û doza gelekî dike ye. Gavên bi vî rengî neavêtin. Lê hê wext heye ku van pêk bîne û li ber çavan derbas bike. Divê em kêmasiyên xwe li ber çavan derbas bikin û em ji vê qonaxa kevin derbikevin û bikevin qonaxeke modern.”
 
'METIRSÎ HENE'
 
Kamuran Berwarî da zanîn ku ev pêvajo hem hêvî û hem jî xeterî di xwe de dihewîne û sedema wê wiha vegot: “Piştî serdanê peyamên ku hatine dayin girîng bûn. Lê divê ku em baş bizanin ku her tiştê ku tê gotin û ragihandin ne wekhev e. Ji ber ku metirsî jî hene. Raste pêşwaziyê dikin û peyamên erênî didin lê di heman demê de li gel dewleta dagirker a tirk êrişî li ser qadên gerîla dikin. Li rojavayê Kurdistanê hewl didin ku li dijî HSD'ê tevbigerin, hewl didin ku bi dewleta Tirkiyeyê re li başûrê Kurdistanê êrişan pêk bînin û amadekariyê êrişên li dijî gerîla dikin. Ev hemû metirsî ne. Pêwîste ev metirsiye hemû bên rakirin. Niha ji bo ku roleke azadkirin û çareserkirina rojavayê Kurdistanê de nebe îro  pişt Kurdan xencerê li Kurdan bidin û biçin Şamê yan jî hewl bidin hin hêz û leşkeran amade bikin yekitiya Kurdan a li Şamê têk bibin. Sûriye, Şam û Rojava ji bo gelê Kurd girîng e. Çawa qible ji bo misilmana girîng e, çawa Quds ji bo Cûhiyan, Misilmanan girîng e, rojavayê Kurdistanê jî ewqasî ji bo hemû gelê Kurdistanê girîng e.”
 
'DIVÊ BI FIKRIYATEKE NÛJEN TEV LI PÊVAJOYÊ BIBIN'
 
Berwarî, destnîşan kir ku divê pêşengên Kurd ji pêvajoyên berê ders bigirin û ji bona wê jî bi fikriyateke nû xwe tev li vê pêvajoyê bikin û wiha berdewam kir: “Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd divê hêzên Kurd bi şêwazeke nû, aqileke nû kar bikin. Ji ber ku ew hişmendiya heta niha nekarî pirsgirêka Kurd çareser bike pir girînge ku em bigûherînin. Divê ku Kurd berjewendiyên xwe yên kesane, malbatî, xizbî dane pişt berjewendiyên Kurd û Kurdistanê. Ji ber ku ew karê heta niha hatiye kirin yek ji wan jî ne di berjewendiya Kurd û Kurdistanê de ye. Heke ku hêzên Kurd di van 35 salan de helwesteke niştimanî, netewî hebûya û neketiba xeletiyên stratejîk îro doza Kurdî dê qonaxeke din bûya. Weke mînak heke ku ji sala 1992'yan heta niha li başûrê Kurdistanê birakujî nebûya îro doza Kurd dê qonaxeke din da ba.  Heke ku ji sala 2011'an de piştevanî ji rojavayê Kurdistanê re hatiba kirin îro rojavayê Kurdistanê qonaxeke gelek baştir dabû. Heke ku statûya Şengalê bihata naskirin îro rewş cuda dibû. Heke ku li rojhilatê Kurdistanê ew hîzbên Kurdî dijîtiya qewmê xwe nekiriba îro rizgarkirina Rojhilat dê qonaxeke cuda de bûya.”
 
'DIVÊ EM HIZRÊN ÇEK DANÎNÊ NEKIN'
 
Berwarî, diyar kir ku çareseriya pirsgirêkê ne danîna çekane û got ku ji bo parastina netew, civakekî çek amûreke xweparastinê ye û ev tişt got: "Em kêmasiyekî li başûrê Kurdistanê de dibînin hin hêz diyar dikin ku aştî di destê wan de ye û rêzdar Ocalan nêçar maye ku xwe hewceyî wan bike. Hin tiştên ne niştimanî, ne netewî û aqilane tên kirin. Weke meseleya çek danînê û dawî anîna li PKK'ê û çek danîna li rojavayê Kurdistanê. Yê ku wiha difikire bêgûman dijitiya Kurd û Kurdistanê dike. Di dinyayê de her welatekî, her gel û civakekî şêwazeke xwe parastinê heye. Bi taybetî jî gelê Kurdistanê yê ku di qonaxa qirkirinê re derbas dibe ye. Ji ber wê divê ku hemû hêzên Kurd hêzên xwe yên çekdar bikin yek û her tim amade be. Ev nayê wê wateyê ku Kurd her tim şer dixwazin û yan jî şer dikin. Ev ji bo aramî û aştiyê şert e. Îro di cîhanê de 2 cephe hene. Cepheyê teror û terorîstan, ya dîtir jî cepheya li dijî teror û terorîstane. Kurd jî li Şengalê, Mexmûrê, Rojava, Başûr û Bakur li dijî terorê ne. Divê ku em tu caran hizra çekdanînê nekin. Em behsê çekê dikin lê di heman demê de em behsê bêdengkirina çekan dikin. Xetimandina ku îro li cîhanê çêbûye bi birêz Ocalan tê çareserkirin. Pirsgirêkên Rojhilata Navîn tenê bi dê çareser bibin. Ji ber wê Ocalan dikare çekan bêdeng bike. Ev jî gaveke rast û cih de ye. Lê heta ku ev tê kirin divê ku dewleta tirk gavên xwe yên erênî biavêje. Divê êrişên xwe yên li ser gerîlla û Rojava bide sekinandin. Divê ku çareseriyekî bibîne ku êdî gerîla şer neke.”
 
'DIVÊ KU EM PIŞTGIRIYÊ BIDIN ABDULLAH OCALAN'
 
Dr. Kamuran Berwarî, bal kişand ser girîngiya piştevaniya ji bo Abdullah Ocalan ya di vê pêvajoyê de û axaftina xwe wiha qedand: “Pêngava aştiyê pêngaveke girîng e. Divê ku em piştgiriyê bidin birêz Ocalan. Ne tenê 70'ê milyon Kurd  hemû dostên Kurdan, aştîxwaz û azadîxwaz û demokrasîxwaz piştevaniya Ocalan bikin. Di vê qonaxê de erkeke mezin dikeve ser milê NATO û welatên Ewropa hemûyan. Bi taybetî jî Amerîkî divê bibin aliyê sêyemîn yê aştiyê. Êdî Amerîkî ji ketiyê wê qonaxê ku bêyî Kurdan li Rojhilat aNavîn aramî çênabe. Ew gelên ku li Kurdistanê de dijin jî hemû li ber qirkirinê ne. Ev mozaîkên Rojhilata Navîn divê bên parastin. Ji ber ku bingehê cîhanê ev gel in. Heke ku ev gel bên qirkirinê metirsî li ser hebûna mirovahiyê çêdibe. Pêdivî pê heye ku Pentagon roleke geleke baş yê erênî di parastina rojavayê Kurdistanê de bibîne. Pêdiviyê ku Girê Spî, Serêkaniyê û cihên din bên rizgarkirin û xelkê wê derê vegerin ser axa xwe û sînorek bû garantoriya demografiya Kurdistanê bê danîn. Derencam daxwaz ew e ku Rojhilata Navîneke aram çêbibe." 
 
MA  / Zeynep Durgut
 

Sernavên din

11:57 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:47 HSD: Êrişên dagirkeriyê hatin têkbirin
11:08 Meclisa Jinan a DBP’ê têkildarî 8’ê Adarê daxuyaniyê dide
10:21 Birayê xwe vegot: Emrê Mehmet Yavuzel biçûk bû lê dilê wî mezin bû
10:19 Biryara dadgehê ya bêcezahiştina polîsan: Wê di dema pêş de bitirse sûc bike!
10:06 Nesrîn Nas: Divê muxalefet li dijî êrişên desthilatê bibe yek
09:57 Der heqê Şaredariya Beykozê de lêpirsîn hate destpêkirin
09:49 Li Şirnexê têketina 11 herêman hate qedexekirin
09:30 Meteorolojiyê ji bo bajarên Bakur hişyarî kir
09:23 'Gotin û kirinên îktîdarê hev nagirin’
09:03 Berwarî: Divê ne li ser berdana çekan, li ser bêdengkirina çekan bê axaftin
09:03 Serokê SUDEF'ê Turker: Suryanan tim qîmet dane gotinên Ocalan
09:02 Li Şirnexê şerê taybet: Destavêtin zarokan, daxilî nava fihûşê kirin
09:00 ROJEVA 25’Ê SIBATA 2025’AN
24/02/2025
16:50 Li 3 navçeyên Wanê qeyûm hat protestokirin: Em ê dizan bişînin
16:07 Ji jinên Botanî û Amedî çalakiyên 8’ê Adarê
15:15 Operasyona li dijî HDK’ê li gelek bajaran hate protestokirin
15:07 Tehliyeya Yilmaz bêyî lijne bicive cara 7’emîn hate taloqkirin
14:51 Li Serhedê starta 8’ê Adarê: Dê jin aştiya birûmet bînin
14:48 Li Qaxizmanê li dijî qeyûm meş hat lidarxistin
14:13 Der heqê rojnameger Kanbal de lêpirsîn hate destpêkirin
14:03 Baroya Qersê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da
13:56 Hevşaredarên Qaxizmanê: Dê têkoşîna me li her qadê bidome
13:42 Rojnameger Cengîz Altun li ser gora xwe hat bibîranîn
13:30 Senem Eriş a DEM Partiyî hate berdan
11:58 Hinceta girtina HDK'iyan: Sosyalîst anîne gel hev
11:31 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Şandeya me dê di nava çend rojan de biçe Îmraliyê
11:18 HSD'ê bîlançoya êrişan a 24 saetên dawî eşkere kir
11:00 Nivîskar Sevîm Bellî wefat kir
10:40 Tehliyeya girtiyê nexweş Akay cara çaremîn hate taloqkirin
09:49 CHP’ê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Qaxizmanê da
09:47 Di 11 mehan de li 12 şaredariyan qeyûm hatin tayînkirin
09:29 DEM Partî: Ên ji îradeya gel ditirsin dîsa di dewrê de ne
09:04 Xwebûn bi manşeta ‘Plana têkçûnê têk çû’ derket
09:00 Ji çeteya fihûşê dewlet derket: Çeteya ji 26 kesan
09:00 ROJEVA 24’Ê SIBATA 2025’AN
07:35 Li Şaredariya Qaxizmanê qeyûm hate tayînkirin
23/02/2025
17:54 Li Mêrdîn, Îzmîr û Antalyayê çalakiyên ziman hatin lidarxistin
16:55 Gundê Bêlaveyê hate bombebarankirin
16:52 Li Amedê çalakiyên 8’ê Adarê
16:43 Talabanî: Ji bo pêvajoya aştiyê hewcehî bi muzakereyan heye
15:41 'Heke Ocalan azad nebe em nikarin qala pêvajoyekê bikin’
14:55 Boksorê Kurd Agît Kabayel bû şampiyonê cîhanê
14:45 Serokê Baroya Stenbolê: Em tenê serdestiya hiqûqê nas dikin
14:01 Êrişa ser HDK’ê li Wan û Şirnexê hate protestokirin
13:42 HSD: Êrişên dewleta tirk û çeteyên wê hatin şikandin
12:55 ÎSÎG: Di 11 salan de 2 hezar û 664 ciwanên karker jiyana xwe ji dest dan
12:51 Bakirhan: Bi banga dîrokî ya Ocalan re dê nexşerê diyar bibe
10:56 Li Derayê goreke komî hate dîtin
10:28 Li Peruyê navenda kargehan tebiqî: 8 kes mirin, 80 jî birîndar bûn
10:19 Berdana zêdetirî 600 filistîniyan hate taloqkirin
10:02 Ji Meteorolojiyê hişyariya berfê û aşûtan
09:48 ‘Divê saziyên navneteweyî li dijî qetilkirina rojnamegeran bêdeng nemînin’
09:45 Dewleta tirk bi êrişên xwe zêdetirî 40 hezar kes bêav hişt
09:36 ‘Taktîka’ têkçûyî dîsa xistin meriyetê
09:16 Kovara Jinê bi manşeta ‘zimanê dayikê’ derket
09:03 33 sal in faîlên wî nehatine girtin: Ew jî mîna peyrewên xwe netirsiya
09:02 ‘Mevzûata’ wezîr li Îmraliyê naxebite
09:00 ROJEVA 23’YÊ SIBATA 2025’AN
08:50 Li Mêrdînê du malbat bi şer çûn: 3 kes mirin, 10 kes birîndar bûn
22/02/2025
16:38 Platforma jinan a Wanê: Em li hemberî qeyûm serî natewînin
15:37 32 sal in kiryarên wan nehatine dîtin
15:32 Li Amedê meşa ji bo statuya ziman: Em her derî bikin dibistan û zanîngehên kurdî
14:12 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mûrat Yildiz pirsîn
13:48 Li dijî cezayê îdamê banga liv û tevgerê
13:26 Li Midyadê starta çalakiyên 8'ê Adarê hat dayîn
12:34 'Operasyona li dijî HDK’ê li dijî jiyana azad û bihevre ye'
12:14 Ji Bakirhan ji bo Wezîr Tûnç bersiva 'peyama bidîmen'
12:00 QSD: Êrişên li ser Qereqozax û Tişrînê zêde bûn
11:32 Şandeya YNK û PDK’ê dê li Silêmaniyê bicivin
11:29 Rojnameger Abdurrahîm Kiliç jiyana xwe ji dest da
10:27 Berdana Mehmet Saît Yildirimê 30 sal in girtî ye 9 mehan hat taloqkirin
09:03 Wanî: Ji konteynerên çopê ditirsin
09:03 Unîformayê Sûriyeyê bû sedema girtinê!
09:01 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2025'AN
21/02/2025
16:27 Karê îfadedayinê yê binçavkiriyên HDK’î ya li dozgeriyê temam bû
16:24 Li Amedê dê konsera 21’ê Sibatê bê lidarxistin
15:30 Kedkarê gelek partiyan Şehmûs Yavûz hat oxirkirin
15:12 ‘Hîva’ hat pêşandan
14:40 Çalakiyên 21’ê Sibatê: Daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê û temînata qanûnî krin
14:19 Bayindir: Îradeya Ocalan a çareseriyê dê pêşî li polîtîkaya xitimandî veke
14:00 Îfadeyên HDK’iyan ên li dozgeriyê dest pê kirin
13:50 Ji bo Ahmet Ozer heta 15 salan cezayê hefsê hat xwestin
13:36 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
13:19 Têketina Qaxizmanê hate qedexekirin
13:02 Hunermendan bertek nîşanî binçavkirinan dan
12:00 Koroya Jinan a Bajarê Mezin a Amedê hate avakirin
11:53 Rêya 19 gundên Şirnexê ji ber berfê hatin girtin
11:52 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
11:52 Kesên ji lêpirsîna HDK’ê hatin binçavkirin birin edliyeyê
11:32 Kampanyaya 'Gotina me neqediyaye’ dê bi çalakiyên 8’ê Adarê bidome
11:02 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:01 Omer: Heke Tirkiye pirsgirêkên xwe çareser neke dê avantaja xwe ya welatê transît winda bike
10:10 ‘Divê mafê hêviyê bêyî şert û merc bê bicihanîn’
10:09 Navên kesên jiyana xwe ji dest dayin jî di lêpirsîna HDK’ê de hene
09:49 Li Serhedê rêya hezar û 409 gund û zozanan hatin girtin
09:18 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:10 ‘Ji bo çareseriyê misogerkirina qanûnî divê'
09:10 Ji ber tundiya polîsan çavên wî baş nabînin
09:09 Girtî Sayak: Behsa aştiyê dikin lê li girtîgehan zextan zêde dikin