RIHA - Endamê PM’a DBP’e Mehmet Yavuzel di dema qedexeya derketina kolanan a li Cizîrê de di jêrzemînan de hate qetilkirin. Kekê Yavuzel, Halîl Yavuzel, got: “Emrê wî biçûk bû lê dilê wî gelek mezin bû. Tu caran serî li ber neheqiyê netewand.”
Di 14’ê Kanûna 2015’an de li navçeya Cizîr a Şirnexê qedexeya derketina kolanan hate ragihandin û 79 rojan domiya. Di 7’ê Sibata 2016’an de zêdetirî sed kes di 3 jêrzemînên avahiyan ên Cizîrê de hatin qetilkirin. Yek ji wan kesên di jêrzemînan de hatibû qetilkirin jî, endamê Meclisa Partiyê (PM) ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Yavuzel bû. Yavuzel, di 26’ê Sibata 2016’an de li goristana malbatê (Goristana Şehîdan) ya li navçeya Pirsûs a Rihayê hate definkirin.
Kekê Yavuzel, Halîl Yavuzel têkildarî birayê xwe yê 9 sal berê hatibû qetilkirin axivî û daxwaza edaletê kir.
‘TU CARAN SERÎ NETEWAND’
Halî Yavuzel, ji bo birayê xwe got “temenê wî biçûk bû lê dilê wî mezin bû” û anî ziman ku birayê wî di tevahiya jiyana xwe de tu caran serî li ber neheqiyan netewandiye. Yavuzel, destnîşan kir ku birayê wî li dijî neheqiyan berê xwe dabû Cizîrê û wiha got: “Weke siyasetmedarekî li dijî zilmê berê xwe da Cizîr, Sûr û Nisêbînê. Weke siyasetmedarê gel li cem gel cihê xwe girt. Xwestin bi zilmê xelkê ji cih û warên wan derxînin. Em jî li dijî vê zilmê çûn Cizîrê lê nehiştin em derbasî navçeyê bibin. Dema birîndar bûn me serî li gelek cihan dan. Ji bo derxistina birîndaran gelek hewldan çêbûn. Lê belê rayedarên ku digotin ‘ji bo derxistina wan em ê cihê wan tespît bikin’, ji bo şewitandina wan benzîn birin. Bi eşkereyî qetil kirin. Gotin ‘bila bijîşk bên em ê wan derxînin.’ Me bijîşk peyda kirin lê belê bi ambulansan benzîn birin wir û mirov şewitandin. Mimkin nîne mirov van qebûl bike. Di wan jêrzemînan de komkujî kirin. Sal jî derbas bibin em ê wê komkujiyê ji bîr nekin.”
‘PEYWIRA WÎ EW BÛ KU LI CEM GELÊ XWE BE’
Yavuzel, diyar kir ku birayê wî di nava malbateke welatparêz de mezin bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ew, siyasetmedar bû. Her tim di nav gel de bû. Peywira wî ew bû ku li cem gel be. Her tim ji bo çareserkirina pirsgirêkên gel di nava hewldanan de bû. Birayê me yê herî biçûk bû. Hem xizmên me hem jî cîranên me gelek ji wî hez dikirin. Tevî biçûkê malê jî bû weke mezinê malê tevdigeriya û berpirsyartiyên xwe bicih tîna. Min û dayika xwe her tim jê pirs dikir ka çi karî dike. Mehmet jî ji me re digot; ‘Karê min siyaset e. Heke rojekê şehîd bibim wê demê hûn ê bizanin ka ez çi karî dikim.’ Ji gelê Kurd û Kurdistanê gelek hez dikir. Emrê wî bi vê derbas bû. Ji ber vê yekê gelek caran hate binçavkirin. Di navbera salên 2011-2013’an de di girtîgehê de ma. Wê demê demekî dirêj di greva birçîbûnê de ma. Tu caran serî netewand.”
‘MEHMET XELAS NABIN’
Halîl Yavuzel, got ku kesên mirov di jêrzemînên Cizîrê de qetil kirin nehatine darizandin û ev tişt anî ziman: “Me serî li gelek cihan da. Dadgeha Destûra Bingehîn serlêdana me red kir. Em çûn Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) lê encamek jê derneket. Mirov şewitandin û qetil kirin. Em ê heta dawiyê li pey vê dozê bin. Em ê kesên hatine qetilkirin tu caran ji bîr nekin. Ew ê her tim di dilê me de bijîn. Mehmetek çû lê niha bi dehan zarokên bi navê Mehmet hene. Birayê min, tevî Mehmet Tunç di heman girtîgehê de ma. Mehmet xelas nabin. Em her salê wan li ser gorên wan bi bîr tînin. Em ê îro jî bi bîr bînin. Em li bendê ne her kes tev li bibe. Dê bi astengkirinan nekarin me ji şehîdên me bikin. Em daxwaza aştiyeke birûmet dikin. Bila êdî xwîn nerije.”
DÊ SIBE BÊN BIBÎRANÎN
Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Azadiya Welat (Bi KHK’ê hatibû girtin) Rohat Aktaş û Yavuzel dê mîna her salê îsal jî di 26’ê Sibatê saet di 13.00’ê de li ser gorên xwe bên bibîranîn.
MA / Emrullah Acar