NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya lêpirsîna der heqê Şaredariya Beykozê de Midûrê Çand û Karûbarên Civakî yê berê E.D. hate binçavkirin.
Der heqê Şaredariya Beykozê ya Stenbolê ya CHP’î de ji ber konserê lêpirsîn hate destpêkirin. Midûrê Çand û Karûbarên Civakî yê berê E.D. ku beriya 15’ê Çileya 2025’an midûrê vê beşê bû, hate binçavkirin. Hat îdiakirin ku E.D. di çalakiyên konserê yên şaredariyê de karûbarên derhiqûqî kiriye.