COLEMÊRG – Li Geverê polîsan bavê 9 zarokan Necmettîn Fendîk qetil kir û di di hinceta biryara salek û 8 meh cezayê girtîgehê yê li polîsê hatibû birîn de wiha hat gotin: "Dadgeh li gorî xisletên kesayetiyê yên hatine tespîtkirin ji bo bersûc ji pêkanîna sûcan di pêşerojê de pêk neyne xwedî nêrîneke erênî bû."
Necmettîn Fendîk di 18’ê Tîrmeha 2017’an de li navçeya Geverê ya Colemêrge di encama serdegirtina mala wî de hatibû kuştin, biryara salek û 8 meh cezayê girtîgehê yê polîsê operasyonên taybet A.F.K hat birîn. Di biryara Dadgeha Cezayê Giran a 1' emîn a Geverê de hat diyarkirin ku ji ber sabiqaya polîs tune ye û nîşan dide ku sûc bi zanebûn nehatiye kirine û cezayê wî hatiye kêmkirin û ji ber xisletên kesayetiyê dê di pêşerojê de ji bo sûc bike dê bi fikar be.
Di biryarê de hat îdîakirin ku polîsan bi deng hişyarî kirine, dema dengê ling hatiye bihîstin derî hatiye şikandin, polîsê bersûc dema derî vebû bi ser polîsên din de ket û hat gotin ku "Ji ber rîska operasyonel, di bermîla çeka bersûc de guleyek hebû û di encama fîşeka bersûc li erdê ket û çeka di destê wî de gule berda, qurbanê bi navê Necmettîn Fendîk ê nêzî derî ket xwarê yan jî ji stûyê xwe birîndar bû. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku mexdûr piştre rakirine nexweşxaneyê û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye.
ÎDÎAYA 'ÇEKÊ' YA DADGEHÊ
Di nameya ku Midûriyeta Polîsan a Navçeyê di 28'ê Adara 2018'an de ji dozgeriyê re şand de, hat diyarkirin ku di lêgerîna malê de dîmenekî kamerayê nîne û bal hat kişand ku çek û gumanbarên di rapora ku ji polîsan re hatine çêkirin de li mala Fendîk nehatine dîtin.
(https://mezopotamyaajansi42.com/search/content/view/126185?page=1&key=f206cdc5fdd7e77154596db5452f3f91) Daxwaznameyên ji bo lêkolînkirina çeka mijara nîqaşê û aşkerakirina şopa tiliyên wî jî hatin redkirin.
Lê belê di biryarê de hat îdîakirin ku di destê Fendîk de çek heye. Di biryarê de hat îdiakirin ku; “Di dema serdagirtinê de di destê Fendîk de çek hebûye, li gel hişyariya ku polîsan dayî jî demeke dirêj derî nehate vekirin, îfadeyên beşdaran ên ku 5 polîsan bi çekan gule li hundir reşandinne ne rast in li gorî delîlên ku hatine bidestxistin, li malê şopa guleyan an jî qedehekên vala nîn in û dema ku derî vekirî bû qurbanî bi zelalî nehate dîtin ji ber ku şev bû û di dema bûyerê de mexdûr ronahiyê venemirî. Ji ber ku bersûc polîsekî operasyonên taybet bû, eger wî bixwesta bi zanebûn gule berda qurbanî, derfet dît ku gule berde singê wî yan jî ji cihekî ku dikare bi awayekî zelal li qurbanî bixe, lê di dema bûyerê de qurbanî ket erdê yan jî ber bi erdê ve girt û di encama rapora otopsiyê û raporên pisporan de nepêkan bû ku xwe bigihîne encamekê ku bersûc bi zanebûn gule berdaye qurbanî..."
BERPIRSYARÎ HEYE, LÊ CEZA NÎNE
Di biryarê de bal hat kişandin ser vî tiştî ku bersûc di pozîsyonê de ye ku bizanibe çeka di destê polîs de "dikare di encama objektîf an jî subjektîf de gule berde û li kesên li cihê bûyerê yan jî kesekî ku dikare li derdorê be bixe." Lê belê piştre berpirsyarî danîn ser Fendîk ê gule lê hatiye reşandin. Di biryarê de tê gotin ku "(...) Hat îdîakirin ku, qurban bi çeka di destê xwe de ber bi derî ve diçû bêyî ku ronahiyan veke tevî ku demeke dirêj li derî ketiye û hişyariyên bihîstinê jî berpirsiyariya xwe ya subjektîf a bûyera bi vî awayî heye û her wiha îfadeyên ku dibêjin polîsên di rûniştinê de çek hiştine ne li gorî rêûresma ji rêzê ya jiyanê ne.
Di biryarê de wiha hat gotin: "Li gorî rîska operasyonel û dema bûyerê li ber çavan were girtin, di dosyayê de delîlên têrker nînin ku bersûc bi zanebûn ev bûyer kiriye û di encama binpêkirina wezîfeya lênêrîn û baldariyê de çalakiya bersûc nebaş e."
DADGEHÊ SIBEROJA SÛCDAR NIRXAND!
Sedemên kêmkirina cezayê ku ji polîsê sûcdar re hatiye dayîn jî di biryarê de cih girt. Hat ragihandin ku ji ber sedemên "di qonaxan de parêzvaniya hevgirtî û guncaw a bersûc, tevgerên bersûc ên piştî bûyerê û di pêvajoya darizandinê de û bandorên gengaz ên cezayê li ser pêşeroja bersûc" bi qasî 1/6 kêm bûye.
Di biryarê de wiha hat gotin: "Li gorî mîqdara cezayê ku li bersûc hatiye birîn, tîpa sizayê, ku tawanbar ne xwedî tomareke tawanbar e ku wî tawaneka bi zanebûn kiriye û ji ber ku dadgeha me bi awayekî erênî radiweste ku ew dê li gor taybetmendiyên kesayetiyên diyarkirî di paşerojê de xwe ji pêkanîna tawanekê dûr bixe û biryar weha ye ku ragihandina hukmê giştî bihê paşxistin û tawanbar jî bo maweya 5 salan bi derbaskirina maweya çavdêrîyê bi bê erk derbaskirina maweya çavdêriyê be."
DERBARÊ BÛYER Û DOZÊ DE
Di 16 'ê Tîrmeha 2017'an de polîsan avêtin ser mala Necmettîn Fendîk a li Taxa Gungör a navçeya Gever a Colemêrgê. Di encama gulebarana polîsan a di dema serdegirtinê de Fendîk bi giranî birîndar bû. Fendîk ê bi saetan birîndar ma, dema rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. 9 zarok û hevjîna Fendîk bal kişandibû ser kuştina Fendîk, tenê polîsek bi sûcdariya ''bi nelirêtiyê bûye sedema mirinê'' doz hate vekirin.
Polîsê bi navê A.F.K gelek caran îdîa kir ku di destê Fendîk de çek heye. Lê belê di nameya ku polîsan têkildarî bûyerê de şandine de, bal hat kişandin ku ti çek nehatiye dîtin. Polîs di parastina xwe de wiha got: "Ez kesek bi mertal im. Di dema serdegirtinê de, ji bo tiştek bi polîsên li pişt min neyê, min derî bi beroşeke lêdanê şikand û ber bi derî ve ketim. Çawa ku ez ketim, min dît ku çeka qurbanî di destê wî de ye. Her ku ez ketim, çeka min hate teqandin û gule li min reşandin. Em yekemîn kes bûn ku mudaxale kirin. Piştre li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Heta niha nêzî 30 hevalên min şehîd ketin. Çi bombe, çek di hundir de ne girîng e. Em ê bikevin hundir û fermanê bi cih bînin.”
Di dema pêvajoya darizandinê dewam dikir de, derket holê ku roja bûyerê 40 hezar TL di nava nivînên malê de hatiye dizîn. Dozgeriya ku hevsera Fendîk Kûdret Fendîk gazî kir, destpêkê 7 hezar, dûre 15 hezar û herî dawî jî 20 hezar TL pere teklif kir.
Parêzerên malbata Fendîk di rûniştinan de gelek caran bang li polîsan kirin ku wan destgîr bikin. Lê belê ev daxwaz her tim hat redkirin. Di rapora pisporan a li ser mirina Fendîk hat amadekirin de hat destnîşankirin ku polîs bêyî piştrastkirina şahidên bûyerê tevgeriya ye, Fendîk di destê wî de çek nîne, şahidê ku weke "hazurun" tê nîşandan tevlî lêgerînê nebûye û lêpirsîneke baş nehatiye meşandin.
Dadgeha ku hemû daxwazên parêzeran û malbata Fendîk red kir, di rûniştina 21’emîn a dozê de biryar da. Di rûniştina 29 'ê Mijdara 2024'an de polîsê sûcdar bi 1 sal û 8 mehan cezayê girtîgehê hat cezakirin. Wekî din, biryar hat dayîn ku Ravekirina Hikmê li Paş bê Hiştin (HAGB).
MA / Adnan Bîlen