MÊRDÎN - Serokê SUDEF'ê Evgîl Turker diyar kir ku hevdîtinên bi Rêberê PKK'ê Ocalan re di nava Suryanan de hêviyek çêkiriye û got: "Suryanî heta niha hemû daxuyaniyên birêz Ocalan hêja dîtine. Wê ji niha û pê ve jî wiha be."
Piştî peyamên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd, gengeşeyên ku di çarçoveya hevdîtinên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de dest pê kirin, didomin. Şandeya Îmraliyê ku hefteya borî bi rêveberên PDK û YNK’ê û rayedarên desthilatê yên Herêma Kurdistana Federe re hevdîtin kiribû, peyamên girîng dan.
Serokê Federasyona Komeleyên Suryaniyan (SUDEF) Evgîl Turker, hevdîtinan û hêviyên suryaniyan ên di vî warî de nirxandin.
JI BO SURYANAN BÛYE HÊVÎ
Turker da zanîn ku Suryanî 100 sal in li kêleka kurdan dijîn û got ku Pêvajoyên bi vî rengî ji nêz ve suryaniyan eleqedar dikin. Turker diyar kir ku hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re bendewariyek di suryaniyan de çêkiriye. Turker destnîşan kir ku wekî sazî ew vê pêvajoyê meraq dikin û pêvajoya 2013-2015 an bibîr xist ku ji bo wan suryaniyan gelekî girîng bûye.
WÊ PIŞTGIRIYÊ BIDIN
Turker bal kişand ser girîngiya hevdîtinan ji bo suryaniyan û got ku divê Tirkiye rêyeke diyar bişopîne. Turker got: “Polîtîkayên cuda yên ewlehiyê yên ku her roj tên meşandin me jî diwestîne û ber bi fikirên cuda ve dibe. Di nava civakê de heyecaneke girîng heye û bi taybetî zelalkirina pirsgirêka kurd bandorê li suryaniyên Tirkiyeyê jî dike. Ger ku ev pêvajo bibe sedema aştî û komara demokratîk, beriya her tiştî suryanî wê piştgiriyê bidin. Ji ber ku suryanî gelek sal berê ji welatê xwe koçber bûne. Sedema van koçberan ne kêfî bûn. Ne ji ber sedemên hêsan bûn. Sedema van koçberiyan siyasî bû. Nêzîkatiyên siyasî polîtîkaya tekparêz a sedsalî ya dewletê ye. Înkarkirin, tekparêzî û tunehesibandin e. Çendî di destûra ibngehînd e her kes wekî hev be jî, lê ev pêk nehat. Ne ji bo suryaniyan, ne ji bo kurdan, ne ji bo ermenan û ne jî ji bo rûman... Ji roja komar hatiye avakirin heya niha polîtîkayên tekparêz didomin. Ji lew re wê bi pêvajoyeke demoktratîk re suryanî rihet bibin û tew wê vegerin warê xwe. Ger wekî paradîgmaya birêz Ocalan be, wê suryanî piştgiriyê bidin."
Turker da zanîn ku armanca suryaniyan hemwelatîbûna wekhev e û komareke demokratîk e. Turker got ku suryanî pir qîmetê didin Abdullah Ocalan û bal kişand ser gotinên Ocalan ên der barê suryaniyan de.
Turker anî ziman ku ew wekî saziyên suryaniyan ger derfet çêbibin dixwazin bi Ocalan re hevdîtinê bikin û pirsgirêkan binirxînin û bang kir ku divê her kes xwedî li vê pêvajoyê derkeve.
MA /Ahmet Kanbal