* Serokê SÛDEF'ê Evgîl Turker diyar kir ku hevdîtinên bi Rêberê PKK'ê Ocalan re di nava Suryaniyan de hêviyek çêkiriye û got: "Suryanî heta niha hemû daxuyaniyên birêz Ocalan hêja dîtine. Wê ji niha û pê ve jî wiha be."
* Di "çeteya fihûşê" ya li Şirnexê derket holê rola leşkeran hat tespîtkirin û di îdianameyê de îşaret bi destavêtina zarokan û ferzkirina fihûşê hat kirin.
* Aborînas û siyasetmedar Nesrîn Nas diyar kir ku paralelî hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re desthilat hewl dide hemû muxalefetê bêdeng bike û got: "Rêya derketina ji vê yekê ew e ku muxalefeta sazûmaniyî û civakî li hev bicivin û dengê aştiyê bilind bikin."
* Akademîsyen Kamûran Berwarî diyar kir ku divê ne berdana çekan lê li ser bêdengkirina çekan nîqaş bên kirin û got: “Lê ji bo ev çêbibe hewceye dewleta tirk gavên erênî biavêje.”
* Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dê li gelek bajaran çalakiyên cur bi cur bên lidarxistin. (11.00-13.30) ZINDÎ
* Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê di civîna koma partiya xwe de li Meclisê biaxive. (12.45) ZINDÎ
* DEM Partî dê têkildarî îstîsmara zarokan li navçeya Lice ya Amedê daxuyaniyê bide. (13.00)
* Çalakiyên protestokirina tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Qaxizmanê dê li Enqere û Amedê bê protestokirin. (17.30-18.30)