Li ser pira berxwedanê ya Semayê bi milyonan mirov derbas dibin

img
ÊLIH - Dayik Zennûre Yuce ya diyar kir ku bi çalakiya Sema Yuceyê Newroz nas kiriye, bi lêv kir ku li ser pira Yuceyê di navbera 8’ê Adarê û 21’ê Adarê de avakiriye bi milyonan kes bi ruhê berxwedanê derbas bûne û herkes vexwend qadên Newrozê. 
 
Newroz an jî “Cejna Newrozê”, cejneke biharê ye ku ji aliyê gelê kurd, gelên îranî û gelek gelên din ve her sal di21’ê Adarê de tê pîroz kirin. Di dîroka kurdan de Newroz weke çîroka vejînê cih digire. Agirê Newrozê ku Kawayê Hesinkar ê Qralê Asûran Dehaq têk bir vêxist, Kawayê Hemdem (Mazlûm Dogan) bi 3 darikên şixatê ku di sala 1982’yan de li Zindana Amedê vêxist veguhest roja me. Ev agir ronîkirina rêya gelê kurd didomîne. Rahşan Demîrel, Sema Yuce, Zekiye Alkan, Bedriye Taş (Ronahî) û Nîlgun Yildirim (Berîvan) ên Mazlûm Dogan şopandin bi çalakiyên xwe wate dan Newrozê. 
 
‘KEÇA SERHILDÊR YA ARARATÊ’ 
 
Sema Yuce ku 21’ê adara 1998’an li dijî zilma li ser gelê kurd di girtîgeha lê dihat ragirtin dawî li jiyana xwe anî û strana Hozan Serhat a bi navê '”Keça Serhildêr a Araratê (Ararat’ın isyan kızı)'' ji bo wê hate gotin, li gel salên derbas bûn jî bi berxwedan û çalakiya xwe cihê xwe di nav bîranînan de digire.
 
Sema Yuce, di sala 1971'ê de li gundê Qerxeliya Jêrê yê navçeya Dûtaxê ya Agiriyê hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn li Dûtaxê û lîseyê jî li Agiriyê kuta kiriye. Paşê ji bo beşa Civaknasiyê çûye Zanîngeha Ortadogû Tekînîkê (ODTU). Di sala 1991'ê de li Mêrdînê tev li nav refê PKK'ê bû. Di havîna 1992'yan de tevî komeke hevalê xwe xwestiye biçe Agiriyê, lê ji ber îxbarekê li navenda bajêr hatiye binçavkirin û piştî lêpirsîneke dûr û dirêj hatiye girtin. Paşê 22 sal ceza lê hatiye birîn. Yuce, ewilî sirgûnî Girtîgeha Nevşehîrê û ji wir jî sirgûnî Girtîgeha Çanakkaleyê hatiye kirin. Di 21'ê Adara 1998'an de şeva Newrozê li girtîgehê agir berdaye bedena xwe. Piştî çalakiyê 80 rojî li Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Cerrahpaşayê ya Stenbolê maye û di 17'ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest daye.
 
NAME 
 
Yuce, di nameya ku beriya çalakiya xwe nivîsî de bi gotinên “Ji bo ku ez bibim xwendekarekî baş ê Kawayê hemdem Mazlûm Dogan û hemû şehîdên me yên din, dixwazim mîna Zekiyeyan bişewitim û mîna Rahşanê bibim Newroz. Jin çirûskên agirê kurd in. Her jina ku dikare ji xweliyên xwe ji nû ve ji dayik bibe, ya ku dibe çirûska vê yekê, wê bibe avakarê Kurdistana azad” ji jinên peyhatî re dibe çavkanî.
 
ZAROKA APOGER A MALBATA BARZANIYÎ
 
Dayik Zennûre Yuce, bal kişand ser aliyên berxwedêr ên Yuceya ku weke “Zaroka Apoger a malbateke Barzaniyî” penase dike. Yuce, bi bîr xist ku li cihekî ku li dijî xwendina zarokên keç derdikevin, keça wê ODTU qezenç kir û çû Enqereyê û wiha got: “Sema keseke ku ji aliyê herkesê ve dihate hezkirin û gotinên wê dihatin guhdarkirin bû. Bi herkesê re têkiliyên wê gelek baş bûn. Di demên ku Semayê dixwend de keçikan ne dikarî biçin dibistanê. Bavê wê mirovekî gelek baş bû û qet dilê wê nedihêla. Piştî ku Sema 2 salan li Enqereyê ma ez jî vexwendim li cem xwe. Me xanî girt û ez bi wê re mam. Rojekê roja Newrozê bû. Tax bi polîsan tejî bûbû. Sema çû odeyê û got ‘heke polîs pirsa min bikin bêjê ne li vir e.’ Wê demê min guman jê dibirin. Hevaleke wê wêneyê Berîtanê nîşanî min a û got ‘Dayê Sema jî dikare rojekê wisa bibe?’ Min got ‘Berîtan li ku Sema li ku’. Sema çû, 3 rojan em lê geriyan pişt re bi telefonekê em hîn bûn ku tev li PKK’ê bûye. 
 
‘EZ NIKARIM ÎXANETÎ KEÇA XWE BIKIM’
 
Yuce, destnîşan kir ku ji leşkerên ku ji bo keça wê vegere daxwaza “alîkariyê” kirine re bi gotina “ez nikarim îxanetê li keça xwe bikim” qebûl nekiriye û anî ziman ku çalakiya keça xwe ji televîzyonê hîn bûne. Yuce, da zanîn ku dema çû nexweşxaneyê keça wê ewilî pirsa “Dayê Serok (Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan) ji bo çalakiya min çi got? Hêrs bû?” pirs kir, bi bîr xist ku keça wê jê re gotiye ‘Çiqas bextewar im ku dayika min tu yî, ez ji te hêz digirim.” Dayik Yuce ya bal kişand merasîma cenaze ya keça xwe wiha axivî: “Di demekî ku zext û zilm ewqas zêde bûn de cenazeyê keça xwe me girt û anî Agiriyê. Ne tenê ez bi deh hezaran kesên tev li merasîma cenaze bûn xwedî li berxwedana keça min derketin. Bi awayekî bihişmet hate veşartin.”
 
‘DI NAVBERA 8’Ê ADARÊ Û 21’Ê ADARÊ DE BÛ PIREK’
 
Yuce, anî ziman ku bi pişt keça xwe re qet negirî û wiha berdewam kir: “Ez bi çalakiya wê her tim bi serbilind im. Rojekê jî ez negirîm. Girîn qebûlnekirina çalakiya wê ye. Çalakiya wê bû pirek. Weke ku di nameya xwe de diyar kirî pireke di navbera 8’ê Adarê û 21’ê Adarê de. Li ser wê pirê niha bi milyonan bi rûhê berxwedanê derbas dibin niha. Di nava vê têkoşînê de me Berîtan, Zîlan û Rewşan nas kirin ji wan hêz girt. Ez niha jî dibêjim ‘Xwezî 10 zarokên min ên weke Semayê hebûna û ji bo azadiya gelên xwe xebitîbûna’. Ji bo layiqî keça xwe bim bi salan çi ketibe ser milê min, min kir û hê jî dikim.”
 
‘EZ Ê LI NEWROZÊ BIM’
 
Dayik Yuce, destnîşan kir ku Newroz bi çalakiya keça xwe nas kir û ev tişt got: “Beriya Semayê ne Newroz, ne Ocalan ne jî Tevgera Azadiya Kurd me nas nedikir. Bi wi re hem me hem bi deh hezaran nas kir. Ez diçim hemû Newrozan, heta ku temenê min têra bike ez ê li hemû Newrozan bim.” Dayik Yuce ya laçika xwe ya kesk, sor û zer ku ji bo Newrozê amade kiriye nîşan da, banga tevlibûna Newrozê kir. 
 
 

Sernavên din

17/03/2023
12:50 Li Rihayê 2 rojnameger hatin binçavkirin
12:50 Aydenîz: Gelê me wê di 14’ê Gulanê de ji desthilatê hesab bipirse
12:19 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
11:52 Dê rojnameger Bayram bibin Enqereyê
11:51 Li Mehsertê jineke ciwan awayeke guman jiyana xwe ji dest da
11:39 Malbata Şenyaşar: Serokkomar kesê komkujî pêk anî diparêz e
11:34 HDP’ê xwest têkildarî Kizilayê Komîsyona Lêkolînê ya Meclisê bê avakirin
11:34 HDP’ê ji bo çilroja erdhejê vîdeo parve kir: Hûn dê hesabê bidin
11:29 ‘Balavxane di nava jiyanê de bûye mîna odeyeke biçûk’
11:23 Li Îranê 7 girtiyên kurd hatin bidarvekirin
11:13 Di dosyeya HDK’ê ya Tekîrdagê de derbarê 38 kesan de doz hat vekirin
11:01 Alîkariya 10 hezar TL’an nedanê lê weke ku wergirtibe nîşan dan
10:20 Me xwe gihand 378 gundan, li 215 gundan 2 hezar û 151 cenaze hatine definkirin
10:15 Bajarê ku tevlibûna Newrozê sal bi sal lê zêdetir dibe: Wan
10:02 Ji 13 salî û vir ve Newrozê pîroz dike: Ji bo azadiyê wê agir gur bibe
09:38 Kekê Kemal Kûrkût: Bila ev Newroz bibe wesîleya edaletê
09:02 Li Botanê kelecana Newrozê: Em ê hesab ji Dehaqan bipirsin
09:01 Berteka ji bo bazarkirina qanûna 6284'an: Têkoşîna jinan wan çavtirsandî dike
09:01 Cotkarên islehiyeyî li benda alîkariyê ne
09:00 'Me ji AFAD'ê konteyner xwest got 'herin bikirin'
09:00 Ege ji bo Newrozê amade ye
09:00 Ji 92'yan heya niha tev li hemû Newrozan bûye: Em ji bo van rojan têkoşiyan
09:00 ROJEVA 17'Ê ADARA 2023'YAN
16/03/2023
21:20 Li Rihayê xebatên lêgerînê didomin
20:33 Li Enqereyê agirê ewil ê Newrozê hat vêxistin
20:28 Rojanmevan Hamdûllah Bayram hat binçavkirin
19:20 ​​​​​​​Tê gotin ku MÎT'ê zirnevanekî efrînî revandiye
18:20 Li Kobanê û Hesekê ji ber lehiyê 2 zarok jiyana xwe ji dest dan
17:55 Hejmara kesên ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 17'an
17:35 Tifaqa Ked û Azadiyê dê di bin heman banî de tevlî hilbijartinê bibe
16:23 Tifaqa Ked û Azadiyê li hev kir
16:05 Ji bo zarokê di lehiyê de winda bû xebatên lêgerînê hatin destpêkirin
15:58 Kolanên Amedê bi pankartên Newrozê hatin xemilandin
15:57 Li Amedê qezaya trafîkê: Ajokar di wesayîtê de asê ma
15:44 Rezervên Bankaya Navendî dihelin
15:33 Li ser sînorê Rojhilat bi pileya 5.3’yan erdhej çêbû
14:53 Li Bolûyê bi pileya 4,8 erdhej çêbû
14:52 Şaxa SES’ê ya Merdînê ji ber nelirêtiyê derheqê cîgirê serbijîşk de gilî kir
14:48 Ji Erdogan îtîrafek nû: Derfetên di destê me de têr nakin
14:41 Qurbaniyên Helebçeyê hatin bibîranîn: Bila weke qirkirinê bê naskirin
14:32 Rejîma Îranê kolberekî 14 salî birîndar kir
14:29 Emîne Şenyaşar: Ji ber vê zilmê dê kevir jî bibarin
14:25 ‘Ji bo ku qeraxê Çemê Dîcleyê ji îmarê re vekin, konbajar hat avakirin’
14:16 Newroza Enqereyê li Anitparkê tê pîrozkirin: Dê ji Dehaqan hesab bê pirsîn
14:02 Doza Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Turkdogan hate taloqkirin
13:56 Serokê YSK’ê: Dê li 15 welatên nû sindoq bên danîn
13:53 Buldan û Sancar dê bi TÎP û EMEP’ê re hevdîtinê bikin
13:45 TMMOB’a Rihayê: Rêveberên ku berpirsyarin bila îstîfa bikin
13:30 AKP ji bo Serokkomariyê kom bû
12:59 Li Cizîrê qezaya trafîkê: Kesek mir, yek jî birîndar bû
12:36 Li kesê nêçîra pezkoviyan dikir 261 hezar TL ceza hate birîn
12:35 Amadekariyên ji bo Newroza Stenbolê didomin
11:59 Esad: Heta Tirkiye leşkerên xwe venekişîne dê bi Erdogan re hevdîtinê nekim
11:53 Tifaqa Ked û Azadiyê civiya
11:42 Serlêdanên namzetên HDP’ê dest pê dikin: Dê distûra du serdeman naguhere
11:36 2 zarokên di bin kavilên blokên CCK'ê yên hilweşiyan de man winda ne
11:34 Hevberdevka Partiya Çep a Kesk: Em amade ne ku di hilbijartinê de berpirsyariyê li xwe bigirin
11:20 Konê lîstikê yê zarokên mexdûrê erdhejê hat girtin
10:50 45 kesên li Stenbolê hatin binçavkirin hatin berdan
10:44 Qoliyên Remezanê digihînin mexdûrên erdhejê
10:37 Agahiyên der barê zarokên keçik ên girtî de nayên bidestxistin
10:27 'Dê bibe Newroza azadiya Abdullah Ocalan’
10:12 Elefterîa Fotulakî ku bi agirê Newrozê li heqîqetê geriya
09:49 Li Wanê 9 jin hatin binçavkirin
09:15 Du Newrozên nejibîr: 1993 û 2013
09:04 Kujerê Nîhat Kazanhan hê jî nehatiye girtin
09:03 Li Botanê Bêrîvanên ku bûne Newroz
09:01 Îdianameya rojnamevanên girtî di bin kontrola Wezareta Dadê de tê amadekirin!
09:01 Daholvanê Newroza 1992'yan: Bila azadiya me li cîhanê olan bide
09:00 ROJEVA 16'Ê ADARA 2023'YAN
15/03/2023
23:19 Li Amêdiyê helîkopterek ket xwarê
22:12 Kiliçdaroglû li Rihayê ye: Sedema kerasetan desthilat e
20:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê lehî rabû
18:30 Li Riha û Semsûrê 14 kes ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan
17:54 Malbata Şenyaşar: Dewlet û deshilat pişta zaliman digirin
16:46 Mizrakli nehat berdan
16:23 Li Amedê lehî rabû: Rê hatin girtin
16:22 Li Rihayê 9 kesên li ber lehiyê ketin jiyana xwe ji dest dan
16:18 KNK'ê qurbaniyên Helepce û Enfalê bi bîr anîn
16:04 Hunermend Ferhat Tunç strana Arix diyarî erdhejê kir
15:49 Doza Kobanê hate taloqkirin
15:13 MSD’ê di salvegera 12’emîn a krîza Sûriyeyê de banga guftûgoya kir
15:04 Kiliçdaroglû dê di 18’ê adarê de biçe serdana HDP’ê
14:57 Bernameya Newroza Botanê eşkere bû
14:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Ev bajar bêxwedî nîne
14:17 Polîsan li Stenbolê 20 kes kirin binçavan
14:06 Siyasetmedar û parêzer beşdarî Doza Kobanê nebûn
14:03 Li geliyê Şemzînanê agirê ewil ê Newrozê hate pêxistin
13:34 Li qada çêregehê wê xaniyên TOKÎ’yê bên avakirin
13:22 Li Antalyayê dê agirê Newrozê di 19’ê adarê de bê vêxistin
13:14 Rapora girtîgehan a ÎHD’ê: Di dema erdhejê de jî îşkence berdewam kir
13:04 Gelê Botanê ji Newrozê re amade ye
12:47 Li rojhilatê Kurdistanê agirê Newrozê hat vêxistin
12:45 Li Bexdayê 4 DAIŞ’Î hatin kuştin
12:44 Waliyê Hatayê îstîfa kir
12:15 Li Rihayê gel şaredar ji qada lehî lê rabû derxist
11:55 Li Şemzînanê agirê Newrozê bi 3 zilikên şixatê hat vêxistin: Heta Ocalan azad dibe dê têkoşîn jî bidome
11:53 Beşar Esad li Rûsyayê ye
11:45 Yek ji 6 kesên ku di tunelê de asê mabûn bi avjeniyê xelas bû
11:32 ‘Bi Komkujiya Helebceyê xwestin kurdan qir bikin’