‘Divê girtî jî weke mexdûrên erdhejê bên qebûlkirin û tevdîr bên girtin’

img
ENQERE - Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen diyar kir ku yek ji beşa civakê ya ji erdhejê bibandor bûyî jî girtî ne û wiha got: “Divê girtî jî weke mexdûrên erdhejê bên qebûlkirin û Wezareta Dadê di vê çarçoveyê de tevdîran bigire.” 
 
Li gorî daneyên fermî; di encama erdhejên Mereşê de 48 hezar û 448 kesan jiyana xwe ji dest dan. Bi erdhejê re girtî jî bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû man. Li rexekê girtiyan nekarîn agahiyan ji malbatên xwe bigirin li rexa din jî bêyî destûr bê dayîn tiştên xwe bi xwe re bibin, bi lez û bez li girtîgehên cuda hatin sewqkirin. Li gel binpêkirinên mafan, her wiha girtî pirsgirêkên madî jî dijîn û malbatên wan ên ji erdhejê bandor bûne nikarin alîkariyê bidin wan. 
 
Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Nûray Çevîrmen têkildarî xizaniya erdhejê bi xwe re aniye û bandora wê ya li ser girtiyan vegot. 
 
REWŞA LI GIRTÎGEHAN
 
Çevîrmen, diyar kir ku kesên li herêmên erdhejê dijîn pir zêde xizan bûne û wiha got: “Gelemperiya girtiyên li herêmên erdhejê hatin sewqkirin. Piraniya wan sewqî deverên dûr hatin kirin. Girtiyên li Hatayê sewqî deverên cuda hatin kirin. Ji du zarokên malbatekê yek jê şandin Samsûnê û yê din şandin Bodrumê. Tu tiştekî malbatê nema ye. Nikarin pêdiviyên zarokên xwe pêşwazî bikin. Lê li girtîgehan her tişt bi pereyan tê firotin. Ji şimikê heta ceyranê, li girtîgehê her tişt bi pereyan e. Lê malbat nikarin pereyan bişînin. Derfetên wan rê nadin ji ber ku li derve nikarin xwe xweyî bikin. Ji ber ku encamên erdhejê pir giran bûn. Heta pirsgirêka cihê mayînê jî didome.” 
 
GIRTÎ JÎ MEXDÛRÊN ERDHEJÊ NE
 
Bi domdarî Çevîrmen got ku şandina girtiyan li deverên dûr derfeta agahîgirtina ji girtiyan ji holê rakiriye û wiha domand: “Malbat nikarin biçin serdanê. Girtiyên jin ên li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûn a Hatayê şandin Erzînganê. Ji wan jinan hinekan jê xizmên xwe winda kirin. Her wiha agahiyan ji malbat û zarokên xwe nagirin ku hemû mercên jiyana wan ji holê rabûne. Divê girtî jî weke mexdûrên erdhejê bên qebûlkirin. Divê Wezareta Dadê di vê çarçoveyê de tevdîran bigire.” 
 
HEWCEYE DEWLET PÊDIVIYÊN WAN PÊŞWAZÎ BIKE
 
Di berdewamê de Çevîrmen destnîşan kir ku girtiyên hatin sewqkirin nekarîne tiştên xwe bi xwe re bibin û axaftina xwe wiha qedand: “Di kirîna heman tiştan de zehmetiyan dikêşin. Lewma divê pêdiviyên kantîn û cil û bergan dewlet pêşwazî bike. Hewceye sarinc, televîzyon û hwd. girtîgeh bo wan peyda bike û weke mexdûrên erdhejê bên dîtin. Ev xizaniya giran bandorê li girtiyan jî dike. Malbatên ku nikarin ji zarokên xwe re pereyan bişînin, li me digerin û daxwazên wan çêdibin. Ji bo pêşwazîkirina daxwazên wan em ê bi cihên têkildar re peywendiyan deynin. Gelek girtî ji erdhejê bandor bûne. Hinek ji ber malbatên xwe yên winda kirine êşê digirin. Lê tu piştevaniya psîkolojîk nadin van. Dema bêperetî jî li ser vê rewşê zêde dibe, êdî nema dikarin vê rewşê ragirin. Rêveberiya welêt veguheriye rejîma girtinê. Bi hezaran kes di girtîgehê de ye. Ji bo girtî bikarin di mercên baştir de bijîn, divê polîtîkayeke însanî bimeşînin.” 
 

Sernavên din

17/03/2023
12:50 Li Rihayê 2 rojnameger hatin binçavkirin
12:50 Aydenîz: Gelê me wê di 14’ê Gulanê de ji desthilatê hesab bipirse
12:19 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
11:52 Dê rojnameger Bayram bibin Enqereyê
11:51 Li Mehsertê jineke ciwan awayeke guman jiyana xwe ji dest da
11:39 Malbata Şenyaşar: Serokkomar kesê komkujî pêk anî diparêz e
11:34 HDP’ê xwest têkildarî Kizilayê Komîsyona Lêkolînê ya Meclisê bê avakirin
11:34 HDP’ê ji bo çilroja erdhejê vîdeo parve kir: Hûn dê hesabê bidin
11:29 ‘Balavxane di nava jiyanê de bûye mîna odeyeke biçûk’
11:23 Li Îranê 7 girtiyên kurd hatin bidarvekirin
11:13 Di dosyeya HDK’ê ya Tekîrdagê de derbarê 38 kesan de doz hat vekirin
11:01 Alîkariya 10 hezar TL’an nedanê lê weke ku wergirtibe nîşan dan
10:20 Me xwe gihand 378 gundan, li 215 gundan 2 hezar û 151 cenaze hatine definkirin
10:15 Bajarê ku tevlibûna Newrozê sal bi sal lê zêdetir dibe: Wan
10:02 Ji 13 salî û vir ve Newrozê pîroz dike: Ji bo azadiyê wê agir gur bibe
09:38 Kekê Kemal Kûrkût: Bila ev Newroz bibe wesîleya edaletê
09:02 Li Botanê kelecana Newrozê: Em ê hesab ji Dehaqan bipirsin
09:01 Berteka ji bo bazarkirina qanûna 6284'an: Têkoşîna jinan wan çavtirsandî dike
09:01 Cotkarên islehiyeyî li benda alîkariyê ne
09:00 'Me ji AFAD'ê konteyner xwest got 'herin bikirin'
09:00 Ege ji bo Newrozê amade ye
09:00 Ji 92'yan heya niha tev li hemû Newrozan bûye: Em ji bo van rojan têkoşiyan
09:00 ROJEVA 17'Ê ADARA 2023'YAN
16/03/2023
21:20 Li Rihayê xebatên lêgerînê didomin
20:33 Li Enqereyê agirê ewil ê Newrozê hat vêxistin
20:28 Rojanmevan Hamdûllah Bayram hat binçavkirin
19:20 ​​​​​​​Tê gotin ku MÎT'ê zirnevanekî efrînî revandiye
18:20 Li Kobanê û Hesekê ji ber lehiyê 2 zarok jiyana xwe ji dest dan
17:55 Hejmara kesên ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 17'an
17:35 Tifaqa Ked û Azadiyê dê di bin heman banî de tevlî hilbijartinê bibe
16:23 Tifaqa Ked û Azadiyê li hev kir
16:05 Ji bo zarokê di lehiyê de winda bû xebatên lêgerînê hatin destpêkirin
15:58 Kolanên Amedê bi pankartên Newrozê hatin xemilandin
15:57 Li Amedê qezaya trafîkê: Ajokar di wesayîtê de asê ma
15:44 Rezervên Bankaya Navendî dihelin
15:33 Li ser sînorê Rojhilat bi pileya 5.3’yan erdhej çêbû
14:53 Li Bolûyê bi pileya 4,8 erdhej çêbû
14:52 Şaxa SES’ê ya Merdînê ji ber nelirêtiyê derheqê cîgirê serbijîşk de gilî kir
14:48 Ji Erdogan îtîrafek nû: Derfetên di destê me de têr nakin
14:41 Qurbaniyên Helebçeyê hatin bibîranîn: Bila weke qirkirinê bê naskirin
14:32 Rejîma Îranê kolberekî 14 salî birîndar kir
14:29 Emîne Şenyaşar: Ji ber vê zilmê dê kevir jî bibarin
14:25 ‘Ji bo ku qeraxê Çemê Dîcleyê ji îmarê re vekin, konbajar hat avakirin’
14:16 Newroza Enqereyê li Anitparkê tê pîrozkirin: Dê ji Dehaqan hesab bê pirsîn
14:02 Doza Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Turkdogan hate taloqkirin
13:56 Serokê YSK’ê: Dê li 15 welatên nû sindoq bên danîn
13:53 Buldan û Sancar dê bi TÎP û EMEP’ê re hevdîtinê bikin
13:45 TMMOB’a Rihayê: Rêveberên ku berpirsyarin bila îstîfa bikin
13:30 AKP ji bo Serokkomariyê kom bû
12:59 Li Cizîrê qezaya trafîkê: Kesek mir, yek jî birîndar bû
12:36 Li kesê nêçîra pezkoviyan dikir 261 hezar TL ceza hate birîn
12:35 Amadekariyên ji bo Newroza Stenbolê didomin
11:59 Esad: Heta Tirkiye leşkerên xwe venekişîne dê bi Erdogan re hevdîtinê nekim
11:53 Tifaqa Ked û Azadiyê civiya
11:42 Serlêdanên namzetên HDP’ê dest pê dikin: Dê distûra du serdeman naguhere
11:36 2 zarokên di bin kavilên blokên CCK'ê yên hilweşiyan de man winda ne
11:34 Hevberdevka Partiya Çep a Kesk: Em amade ne ku di hilbijartinê de berpirsyariyê li xwe bigirin
11:20 Konê lîstikê yê zarokên mexdûrê erdhejê hat girtin
10:50 45 kesên li Stenbolê hatin binçavkirin hatin berdan
10:44 Qoliyên Remezanê digihînin mexdûrên erdhejê
10:37 Agahiyên der barê zarokên keçik ên girtî de nayên bidestxistin
10:27 'Dê bibe Newroza azadiya Abdullah Ocalan’
10:12 Elefterîa Fotulakî ku bi agirê Newrozê li heqîqetê geriya
09:49 Li Wanê 9 jin hatin binçavkirin
09:15 Du Newrozên nejibîr: 1993 û 2013
09:04 Kujerê Nîhat Kazanhan hê jî nehatiye girtin
09:03 Li Botanê Bêrîvanên ku bûne Newroz
09:01 Îdianameya rojnamevanên girtî di bin kontrola Wezareta Dadê de tê amadekirin!
09:01 Daholvanê Newroza 1992'yan: Bila azadiya me li cîhanê olan bide
09:00 ROJEVA 16'Ê ADARA 2023'YAN
15/03/2023
23:19 Li Amêdiyê helîkopterek ket xwarê
22:12 Kiliçdaroglû li Rihayê ye: Sedema kerasetan desthilat e
20:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê lehî rabû
18:30 Li Riha û Semsûrê 14 kes ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan
17:54 Malbata Şenyaşar: Dewlet û deshilat pişta zaliman digirin
16:46 Mizrakli nehat berdan
16:23 Li Amedê lehî rabû: Rê hatin girtin
16:22 Li Rihayê 9 kesên li ber lehiyê ketin jiyana xwe ji dest dan
16:18 KNK'ê qurbaniyên Helepce û Enfalê bi bîr anîn
16:04 Hunermend Ferhat Tunç strana Arix diyarî erdhejê kir
15:49 Doza Kobanê hate taloqkirin
15:13 MSD’ê di salvegera 12’emîn a krîza Sûriyeyê de banga guftûgoya kir
15:04 Kiliçdaroglû dê di 18’ê adarê de biçe serdana HDP’ê
14:57 Bernameya Newroza Botanê eşkere bû
14:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Ev bajar bêxwedî nîne
14:17 Polîsan li Stenbolê 20 kes kirin binçavan
14:06 Siyasetmedar û parêzer beşdarî Doza Kobanê nebûn
14:03 Li geliyê Şemzînanê agirê ewil ê Newrozê hate pêxistin
13:34 Li qada çêregehê wê xaniyên TOKÎ’yê bên avakirin
13:22 Li Antalyayê dê agirê Newrozê di 19’ê adarê de bê vêxistin
13:14 Rapora girtîgehan a ÎHD’ê: Di dema erdhejê de jî îşkence berdewam kir
13:04 Gelê Botanê ji Newrozê re amade ye
12:47 Li rojhilatê Kurdistanê agirê Newrozê hat vêxistin
12:45 Li Bexdayê 4 DAIŞ’Î hatin kuştin
12:44 Waliyê Hatayê îstîfa kir
12:15 Li Rihayê gel şaredar ji qada lehî lê rabû derxist
11:55 Li Şemzînanê agirê Newrozê bi 3 zilikên şixatê hat vêxistin: Heta Ocalan azad dibe dê têkoşîn jî bidome
11:53 Beşar Esad li Rûsyayê ye
11:45 Yek ji 6 kesên ku di tunelê de asê mabûn bi avjeniyê xelas bû
11:32 ‘Bi Komkujiya Helebceyê xwestin kurdan qir bikin’