Hevseroka KNK'ê Mûrad: Konferans bersivek bû ji êrişên Tirkiyeyê re

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka KNK'ê Zeyneb Mûrad diyar kir ku 17'emîn Konferansa Kurd a Navneteweyî kurd deskeftiyeke mezin bû û wiha got: "Ev konferans, bersivek bû ku kesek nikare dengê kurdan û dengê heqîqetê qut bike. Bersivek bû ji êrişên Tirkiyeyê ku em li her derê ne û em dikarin hem bi siyaseta xwe û hem jî bi dîplomasiya xwe dikarin doza kurd bi ser bixin." 
 
17’emîn Konferansa Kurd a Navneteweyî li Parlamentoya Ewropayê li ser kurd, Yekitiya Ewropayê, Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê, di 8'ê Adarê de dest pê kir û 2 rojan dewam kir. Di konferansê de rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û êrişên dewleta tirk ên bi çekên kîmyewî û balafirên bêmirov hatin nîqaşkirin. Gelek rewşenbîr, pispor, siyasetmedar û endamên rêxistinên navdewletî tev li konferansê bûn. Di 10'ê adarê de encamnameya konferansê hat belavkirin. 
 
Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Zeyneb Mûrad ku li ser navê KNK'ê tev li konferansê bû, girîngiya konferansê û encamnameya wê nirxand.
 
'BÊDENGIYA HÊZÊN NAVDEWLETÎ HATE REXNEKIRIN'
 
Hevseroka KNK'ê Zeyneb Mûrad diyar kir ku di konferansê de gelek xalên sereke hatine nîqaşkirin û wiha axivî: "Konferansa Kurd ya îsal ya li Ewropayê bi navê 'Yekitiya Ewropa, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Kurd de' hat lidarxistin. Her sal di mijarên li ser kurdan de û peywendî li gel Yekitiya Ewropayê biryarên girîng ji bo doza kurdan tê dayin û di heman demê de rewşa Tirkiyeyê bi giştî çi ye û pirsgirêka kurd di kîjan astê de ye, ev mijar tên nîqaşkirin. Îsal tiştekî cuda bû. Ji ber ku em dizanin çi di asta Rojhilata Navîn û çi di asta Tirkiye pirsgirêka kurd di asteke cuda de ye. Loma cudahiyek hebû. Çarçoveya konferansê pirsgirêka kurd bû. Çi li hundirê Tirkiyeyê û çi li Rojava, çi li Rojhilat û çi jî li Bakur û başûrê Kurdistanê, her çar aliyên Kurdistanê bi berfirehî hatin nîqaşkirin. Lê tişta ku derket pêş êrişên dewleta Tirkiyeyê yên li hemberî kurdan û bi taybetî jî li hemberî rojavayê Kurdistanê, Xweseriya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin. Bêdengiya ji bo êrişên li hemberî van kesên ku di tunekirina DAIŞ'ê de roleke wan hebû hat nîqaşkirin. Di heman demê de bikaranîna çekên kîmyewî jî bi berfirehî hat nîqaşkirin. Binpêkirina mafên mirovan û binpêkirina qanûnên navneteweyî hat nirxandin. Hate gotin ku Tirkiye dixwaze bi rê û rêbazên cuda planên xwe yên stratejîk li hemberî kurdan pêk bîne. Di heman demê de mijara herî girîng a ku hat nirxandin jî pirsgirêka kurd a li Tirkiyeyê bû. Li wir siyaset çawa dimeşe, welateke weke Tirkiyeyê çawa bi tirs li kurdan dinêre hat nîqaşkirin û bi dirêjî damezirandina dewleta Tirkiyeyê ku sedsal e ji bo tunekirina kurdan rê û rêbazên cuda bi kar aniye. Ew cihên ku kurd lê dijin planên qirkirinê bi kar anîne. Li ser vê xalê gelek hat sekinandin. Heta niha dewleta tirk çi qasî rê û rêbazên li dijî qanûnê bi kar anîne û bêdengiya hêzên navnetewî ya li hemberî vê hat rexnekirin. Pêwîstî dîtin ku hêzên navdewletî bi şikleke cidî nêzî van mijaran bibin." 
 
'HAT TEQEZKIRIN KIRIN KU SAZIYÊN NAVDEWLETÎ MUDAXILE BIKIN'
 
Mûradê di berdewama axiftina xwe de got ku hat tekezkirin ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin û rêya diyalogê bê vekirin û ev tişt anîn ziman: "Yek mijareke din jî rewşa siyaseta Tirkiyeyê û êrişên li ser HDP'ê bûn. Gelek cidî li ser vê xalê sekinîn. Bi eşkere gotin, Tirkiye ev qas sal e serlêdan kiriye ku bibe endamê Yekîtiya Ewropayê lê ji ber ku pergaleke ne demokratîk e û rê û rêbazên nedemokratîk dide meşandin û gelek mafan binpê dike, nikare bi pîvanên Yekîtiya Ewrupa tevbigere û bibe endamê Yekîtiya Ewropayê. Loma heta niha çi qasî serlêdan kiriye jî serlêdanên wê hatiee redkirin."
 
TECRÎD Û LÊKOLÎNKIRINA BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ
 
Mûradê destnîşan kir ku di konferansê de li ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî hatiye sekinandin û wiha axivî: "Hat gotin ku dewleta Tirkiyeyê rêbazeke neqanûnî li Îmraliyê dide meşandin. Hat tekezkirin ku hemû saziyên navnetewî mudaxileyî vê yekê bikin. Her wiha CPT'î ku rol û mîsyona xwe pêk neanîye hat rexnekirin. Hate teqezkirin ku ji bo agahîstandina ji Îmraliyê lijneyên taybet bikevin dewreyê. Di heman demê de li ser azadiya fizikî ya birêz Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd û pirsgirêka Rojhilata Navîn hat sekinandin. Her wiha bikaranîna çekên kîmyewî ya li başûrê Kurdistanê bi berfirehî hat nîqaşkirin. Ev nîqaş jî ji aliyên kesên ku di wê qadê de pispor ve hatin kirin. Pisporek ku çûbû li herêmên ku çekên kîmyewî lê hatibûn bikaranîn lêkolîn kiribûn, nêrînên xwe anîn ziman û astengkirina pisporên ku dixwazin biçin li herêmê lêkolînan bikin hat rexnekirin. Hat gotin ku divê lijneyeke serbixwe biçe herêmê û lêkolînan bike. Çimkî wî pîsporî teqez kir ku delîl û belgeyên bikaranîna çekên kîmyewî hene. Loma bang li dewletên navdewletî kirin ku lijneyên bêalî ava bikin û ji bo lêkolînê wan bişînin herêmê. Her wiha yek ji nîqaşên sereke yên konferansê jî tekoşîna jinan a ku bi dirûşmeya 'jin jiyan azadî' li tevahiya cîhanê belav bûye. Li ser wê yekê hat nîqaşkirin ku çawa kurdan li her derê rê li ber guhertineke demokratîk vekiriye. Hat tekezkirin ku ev şoreş wê gelek tiştan biguherîne û tenê pêwîstiya kurdan bi piştgiriyê heye. Peyamên gelek girîng hatin dayin."
 
ÊRIŞÊN LI SER HDP'Ê
 
Mûradê anî ziman ku yek ji xalên konferansê jî êrişên li ser HDP'ê bûn û hatiye xwestin ku endam û rêveberên HDP'ê ku tên girtin bên berdan û wiha domand: "Encamnameyeke bi çend xalên girîng derket holê. Yek ji van jî meseleya erdhejê bû. Rexne li desthilatdariya dewleta tirk hat kirin ku nêzikatiyeke wan a baş çênebûye. Her wiha astengkirina alikariyên ber bi herêma erdhêjê ve hatin rexnekirin. Her wiha di encamnameyê de meseleya agirbestê ku ji aliyê KCK'ê ve hatibû ragihandin jî erênî hat dîtin û pêwîstî pê hat dîtin ku ev agirbest dualî be. Hat xwestin ku saziyên navdewletî vê agirbestê bixin meriyetê û bi rêbazeke erênî bê şîrovekirin. Her çend di konferansê de erênî hatibe dîtin jî hat daxwazkirin ku di vê çarçoveyê de welatên cihanê xebatekê bidin meşandin ku ev agirbest bibe dualî. Çimkî ev weke firsendekê hat dîtin. Her wiha êrişên li ser parlementer û endamên HDP'ê jî di encamnameyê de cihê xwe girtin. Her wiha hat xwestin ku endam û parlementerên HDP'ê ku hatine girtin jî demildest bên berdan û ev êriş jî bên sekinandin. Di heman demê de ji konseya Ewropayê hat xwestin ku van êrişan qebûl neke û helwesteke cidî nîşan bide. Rewşa birêz Ocalan jî di encamnameyê de bi berfirehî cihê xwe girt. Her wiha pêwîst hat dîtin ku Yekîtiya Ewropa û CPT'î helwestekê nîşan bidin û çareseriyeke mayinde peyde bikin û rêya diyalogê vekin. Her wiha hat xwestin ku ji bo pêşerojeke demokratîk Rêveberiya Xweser a Rojava bi fermî bê naskirin. Xaleke din ku di encamnameyê de cih girtibû jî bikaranîna çekên kîmyewî bû. Pêwîst hat dîtin ku lêkolînên cidî bên kirin."
 
'TIRKIYE ŞER WEKE FIRSEND DIBÎNE Û BI KAR TÎNE'
 
Zeyneb Mûradê anî ziman ku Tirkiye şerên heyî ji bo berjewendiyên xwe veguherandiye firsendekê û got: "Ev 17 sal in ku ev konferans tê lidarxistin. Lê 2 sal beriya niha ji ber pandemiyê me nikaribû vê konferansê li dar bixe. Ev konferans di qonaxeke gelek hestiyar de hat çêkirin. Ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo Ewropayê jî. Em dizanin ku Ewropa di krîzên mezin re derbas dibe. Bi sedema şerê li Ûkraynayê, krîzên siyasî, leşkerî, aborî çêbûne û piştî vî şerî di siyaseta Ewropayê de guhertin çêbûne. Ev bandorê li ser Rojhilata Navîn jî dike. Herî zêde bandorê li Tirkiyeyê kir. Tirkiyeyê ev pêvajo ji xwe re weke firsendekê dibîne û bi kar tîne. Em dibînin ku ji destpêka şerê Ûkraynayê û heta niha Tirkiye çi qasî sûd ji vî şerî girtiye. Di konferansê de jî bal kişandin ser van mijarên girîng." 
 
'EV KONFERANS DESKEFTIYEKE MEZIN BÛ'
 
Mûradê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ev konferans ji bo gelê kurd deskeftiyeke mezin bû û got ku bersivek bû ji êrişên Tirkiyeyê re û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Bi nêrîna min, ev konferans ji yên dîtir girîngtir bû. Hem di asta beşdarbûnê de û hem jî di asta mijarên hatin nîqaşkirin de. Mijarên wê pir girîng bûn. Her wiha baş hat dîtin ku hewldanên Erdogan ên ji bo bêdengkirina kurdan hene. Hem bi çêkên kîmyewî êriş dike û hem jî qada siyasî bêdeng dike. Di heman demê de Tirkiye ji derveyî welat jî li dijî kurdan siyaseteke taybet bi rê ve dibe. Berjewendiyên hevpar ên di navbera van dewletan de dewleta tirk ew bi kar tîne û weke zextekê li dijî kurdan bi kar tîne. Bi piştgiriya van hêzan dixwaze kurdan bêdeng bike. Ev konferans bersivek bû ku kesek nikare dengê kurdan û dengê heqîqetê qut bike. Bersiv bû ku em li her derê ne û em dikarin hem bi siyaseta xwe û hem jî bi dîplomasiya xwe doza kurd bi ser bixin. Gelek dostên kurdan tevlî bûbûn û nêrînên wan li ser pirgirika kurd hebûn. Ev konferans bersivek bû ji êrişên Tirkiyeyê re. Ev konferans ji bo siyaseta kurd, diplomasiya kurd deskeftiyeke mezin e. Di parlementoya Ewropayê de mijarên ev qasî girîng tên nîqaşkirin. Em bawerin ku ev rexne û nîqaşên ku hatine kirin wê bigihîje her derê. Di vê konferansê de hebûna nûnerên CPT, Yekîtiya Ewropayê, rêxistinên navdewletî gelek girîng bû. Ji ber ku rol û mîsyona birêz Ocalan a di Rojhilata Navîn de hat nîqaşkirin. Ev jî deskeftiyeke mezin e ku rêxistin û sazî di aliyê siyasî, dîplomasî û leşkerî de piştgirî bidin pirsgirika kurd."
 
 
 
 
 

Sernavên din

17/03/2023
12:50 Li Rihayê 2 rojnameger hatin binçavkirin
12:50 Aydenîz: Gelê me wê di 14’ê Gulanê de ji desthilatê hesab bipirse
12:19 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
11:52 Dê rojnameger Bayram bibin Enqereyê
11:51 Li Mehsertê jineke ciwan awayeke guman jiyana xwe ji dest da
11:39 Malbata Şenyaşar: Serokkomar kesê komkujî pêk anî diparêz e
11:34 HDP’ê xwest têkildarî Kizilayê Komîsyona Lêkolînê ya Meclisê bê avakirin
11:34 HDP’ê ji bo çilroja erdhejê vîdeo parve kir: Hûn dê hesabê bidin
11:29 ‘Balavxane di nava jiyanê de bûye mîna odeyeke biçûk’
11:23 Li Îranê 7 girtiyên kurd hatin bidarvekirin
11:13 Di dosyeya HDK’ê ya Tekîrdagê de derbarê 38 kesan de doz hat vekirin
11:01 Alîkariya 10 hezar TL’an nedanê lê weke ku wergirtibe nîşan dan
10:20 Me xwe gihand 378 gundan, li 215 gundan 2 hezar û 151 cenaze hatine definkirin
10:15 Bajarê ku tevlibûna Newrozê sal bi sal lê zêdetir dibe: Wan
10:02 Ji 13 salî û vir ve Newrozê pîroz dike: Ji bo azadiyê wê agir gur bibe
09:38 Kekê Kemal Kûrkût: Bila ev Newroz bibe wesîleya edaletê
09:02 Li Botanê kelecana Newrozê: Em ê hesab ji Dehaqan bipirsin
09:01 Berteka ji bo bazarkirina qanûna 6284'an: Têkoşîna jinan wan çavtirsandî dike
09:01 Cotkarên islehiyeyî li benda alîkariyê ne
09:00 'Me ji AFAD'ê konteyner xwest got 'herin bikirin'
09:00 Ege ji bo Newrozê amade ye
09:00 Ji 92'yan heya niha tev li hemû Newrozan bûye: Em ji bo van rojan têkoşiyan
09:00 ROJEVA 17'Ê ADARA 2023'YAN
16/03/2023
21:20 Li Rihayê xebatên lêgerînê didomin
20:33 Li Enqereyê agirê ewil ê Newrozê hat vêxistin
20:28 Rojanmevan Hamdûllah Bayram hat binçavkirin
19:20 ​​​​​​​Tê gotin ku MÎT'ê zirnevanekî efrînî revandiye
18:20 Li Kobanê û Hesekê ji ber lehiyê 2 zarok jiyana xwe ji dest dan
17:55 Hejmara kesên ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 17'an
17:35 Tifaqa Ked û Azadiyê dê di bin heman banî de tevlî hilbijartinê bibe
16:23 Tifaqa Ked û Azadiyê li hev kir
16:05 Ji bo zarokê di lehiyê de winda bû xebatên lêgerînê hatin destpêkirin
15:58 Kolanên Amedê bi pankartên Newrozê hatin xemilandin
15:57 Li Amedê qezaya trafîkê: Ajokar di wesayîtê de asê ma
15:44 Rezervên Bankaya Navendî dihelin
15:33 Li ser sînorê Rojhilat bi pileya 5.3’yan erdhej çêbû
14:53 Li Bolûyê bi pileya 4,8 erdhej çêbû
14:52 Şaxa SES’ê ya Merdînê ji ber nelirêtiyê derheqê cîgirê serbijîşk de gilî kir
14:48 Ji Erdogan îtîrafek nû: Derfetên di destê me de têr nakin
14:41 Qurbaniyên Helebçeyê hatin bibîranîn: Bila weke qirkirinê bê naskirin
14:32 Rejîma Îranê kolberekî 14 salî birîndar kir
14:29 Emîne Şenyaşar: Ji ber vê zilmê dê kevir jî bibarin
14:25 ‘Ji bo ku qeraxê Çemê Dîcleyê ji îmarê re vekin, konbajar hat avakirin’
14:16 Newroza Enqereyê li Anitparkê tê pîrozkirin: Dê ji Dehaqan hesab bê pirsîn
14:02 Doza Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Turkdogan hate taloqkirin
13:56 Serokê YSK’ê: Dê li 15 welatên nû sindoq bên danîn
13:53 Buldan û Sancar dê bi TÎP û EMEP’ê re hevdîtinê bikin
13:45 TMMOB’a Rihayê: Rêveberên ku berpirsyarin bila îstîfa bikin
13:30 AKP ji bo Serokkomariyê kom bû
12:59 Li Cizîrê qezaya trafîkê: Kesek mir, yek jî birîndar bû
12:36 Li kesê nêçîra pezkoviyan dikir 261 hezar TL ceza hate birîn
12:35 Amadekariyên ji bo Newroza Stenbolê didomin
11:59 Esad: Heta Tirkiye leşkerên xwe venekişîne dê bi Erdogan re hevdîtinê nekim
11:53 Tifaqa Ked û Azadiyê civiya
11:42 Serlêdanên namzetên HDP’ê dest pê dikin: Dê distûra du serdeman naguhere
11:36 2 zarokên di bin kavilên blokên CCK'ê yên hilweşiyan de man winda ne
11:34 Hevberdevka Partiya Çep a Kesk: Em amade ne ku di hilbijartinê de berpirsyariyê li xwe bigirin
11:20 Konê lîstikê yê zarokên mexdûrê erdhejê hat girtin
10:50 45 kesên li Stenbolê hatin binçavkirin hatin berdan
10:44 Qoliyên Remezanê digihînin mexdûrên erdhejê
10:37 Agahiyên der barê zarokên keçik ên girtî de nayên bidestxistin
10:27 'Dê bibe Newroza azadiya Abdullah Ocalan’
10:12 Elefterîa Fotulakî ku bi agirê Newrozê li heqîqetê geriya
09:49 Li Wanê 9 jin hatin binçavkirin
09:15 Du Newrozên nejibîr: 1993 û 2013
09:04 Kujerê Nîhat Kazanhan hê jî nehatiye girtin
09:03 Li Botanê Bêrîvanên ku bûne Newroz
09:01 Îdianameya rojnamevanên girtî di bin kontrola Wezareta Dadê de tê amadekirin!
09:01 Daholvanê Newroza 1992'yan: Bila azadiya me li cîhanê olan bide
09:00 ROJEVA 16'Ê ADARA 2023'YAN
15/03/2023
23:19 Li Amêdiyê helîkopterek ket xwarê
22:12 Kiliçdaroglû li Rihayê ye: Sedema kerasetan desthilat e
20:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê lehî rabû
18:30 Li Riha û Semsûrê 14 kes ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan
17:54 Malbata Şenyaşar: Dewlet û deshilat pişta zaliman digirin
16:46 Mizrakli nehat berdan
16:23 Li Amedê lehî rabû: Rê hatin girtin
16:22 Li Rihayê 9 kesên li ber lehiyê ketin jiyana xwe ji dest dan
16:18 KNK'ê qurbaniyên Helepce û Enfalê bi bîr anîn
16:04 Hunermend Ferhat Tunç strana Arix diyarî erdhejê kir
15:49 Doza Kobanê hate taloqkirin
15:13 MSD’ê di salvegera 12’emîn a krîza Sûriyeyê de banga guftûgoya kir
15:04 Kiliçdaroglû dê di 18’ê adarê de biçe serdana HDP’ê
14:57 Bernameya Newroza Botanê eşkere bû
14:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Ev bajar bêxwedî nîne
14:17 Polîsan li Stenbolê 20 kes kirin binçavan
14:06 Siyasetmedar û parêzer beşdarî Doza Kobanê nebûn
14:03 Li geliyê Şemzînanê agirê ewil ê Newrozê hate pêxistin
13:34 Li qada çêregehê wê xaniyên TOKÎ’yê bên avakirin
13:22 Li Antalyayê dê agirê Newrozê di 19’ê adarê de bê vêxistin
13:14 Rapora girtîgehan a ÎHD’ê: Di dema erdhejê de jî îşkence berdewam kir
13:04 Gelê Botanê ji Newrozê re amade ye
12:47 Li rojhilatê Kurdistanê agirê Newrozê hat vêxistin
12:45 Li Bexdayê 4 DAIŞ’Î hatin kuştin
12:44 Waliyê Hatayê îstîfa kir
12:15 Li Rihayê gel şaredar ji qada lehî lê rabû derxist
11:55 Li Şemzînanê agirê Newrozê bi 3 zilikên şixatê hat vêxistin: Heta Ocalan azad dibe dê têkoşîn jî bidome
11:53 Beşar Esad li Rûsyayê ye
11:45 Yek ji 6 kesên ku di tunelê de asê mabûn bi avjeniyê xelas bû
11:32 ‘Bi Komkujiya Helebceyê xwestin kurdan qir bikin’