Di salvegera 19’an de qurbaniyên Komkujiya Qamişloyê hatin bibîranîn

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Qurbaniyên Komkujiya Qamişlo û Serhildana 12’ê Adarê li Qamişlo, Girê Spî û Kantona Şehbayê ji hêla bi hezaran kesan ve hatin bibîranîn. 
 
Bi sedan şêniyên pêkhateyên kurd û ereb li Goristana Taxa Qidurbeg a Qamişloyê kom bûn û qurbaniyên Komkujiya Qamişlo û Serhildana 12’ê Adarê bi bîr anîn. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); di çalakiya bîranînê de endama Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Qamişloyê Hesne Remo axivî û qurbaniyên serhildanê bi bîr anî. 
 
‘BI SAYA HEVGIRTINÊ PLANA REJÎMÊ TÊK ÇÛ’
 
Li ser armancên komploya ku di 2004'an de li dijî gelê kurd pêk hatiye jî Hesne Remo ev tişt anî ziman: “Rejîma Sûriyeyê hewl da fitneyeke mezin derxe û projeyên xwe li dijî gelê kurd pêk bîne. Lê bi saya yekitî, hevgirtin û ruhê serhildanê planên wê bi bin ketin. Li ser gorên şehîdên serhildanê îro hemû pêkhate di bin sîwana xwişk û biratiya gelan û neteweya demokratîk ku Rêber Abdullah Ocalan pêş kêş kiriye kom bûne. Em soz didin şehîdên xwe ku dê li ser şopa wan bin.” 
 
‘DÊ TÊKOŞÎNA ME YA LI DIJÎ FITNEYÊ BIDOME’
 
Piştre jî bi dehan şênî û malbatên şehîdan berê xwe da Goristana Şehîd Delîl Saroxan. Li wir endamê PYD'ê Şerîf Hecî Mehmûd axivî û got ku serhildan bû bingeha Şoreşa 19'ê Tîrmehê. Bi domdarî Mehmûd wiha got: “Tiştê li Qamişloyê û yê li dijî mafên gelê kurd pêk hatiye, dewleta tirk li bakurê Kurdistanê li dijî Amedsporê pêk tîne û armanc heman e ku fitneyê di nava gelan de derxin. Şoreşa 19'ê Tîrmehê îspat kir ku Sûriye ya hemû pêkhateyan e û dê şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî fitneyan têbikoşin û Sûriyeyek demokratîk a nenavendî ava bikin."
 
LI CIHÊ KOMKUJIYÊ BÎRANÎN
 
Piştre jî girseya gel berê xwe da Yarîgeha Şehîdên 12'ê Adarê. Li wê yarîgehê komkujiyek pêk hat û veguherî serhildanekê û li tevahî herêmên Rojava, Heleb, Şam û Reqayê belav bû. Li qada Yarîgeha Şehîdên 12'ê Adarê merasîma salvegera 19'an a komkujî û Serhildana Qamişloyê destpê kir. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê bi dirûşma “Bi ruhê Serhildana 12’ê Adarê em ê dagirkeriyê têk bibin û bi vîna gelan em ê bi ser bikevin" merasîm lidar xist. Şandeyên ji bajar û navçeyên cuda yên herêma Cizîrê û girseya şêniyên serdana gorên li Taxa Qidorbegê û Goristana Şehîd Delîl Saroxan kiribûn, beşdar bûn.
 
HEMÛ GELÊN HERÊMÊ TEV LI BÎRANÎNÊ BÛN
 
Her wiha di merasîmê de pêkhateyên herêma Cizîrê û Dêrazorê yên ji kurd, ereb, suryan û ermen, nûnerên ji saziyên siyasî, sivîl, jin, ol, ciwan û nûnerên ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê, şêx û rûspiyên eşîran û tîmên herêma Cizîrê û Dêrazorê beşdar bûn.
 
Merasîm bi muzîka ji hêla koma Serdemê ve û sirûda kurdî Ey Reqîb dest pê kir. Piştre li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê, Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê û Kongra Star axaftin hatin kirin.
 
Tê payîn tîmên Dêrazor û Cizîrê maçekê bilîzin.
 
GIRÊ SPÎ
 
Bi heman boneyê, Meclisa Kantona Girê Spî û Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Firatê jî daxuyanî dan. 
 
Meclisa Kantona Girê Spî li pêşiya avahiya xwe daxuyanî da û ji hêla Endama Komîteya Jinan a Meclisê Medîne Muslim ve hat xwendin. Endamên komîteyê, saziyên Kantona Girê Spî û navçeya Eyn Îsayê jî beşdarî daxuyaniyê bûn.  Di daxuyaniyê de hat gotin ku armanca rejîmê ew bû ku herêmê lawaz û parçe bike. Her wiha Meclisê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ev serhildan bû çirûska yekemîn a Şoreşa 19'ê Tîrmehê. Meclisê destnîşan kir ku komkujî veguherî serhildanê û ev tişt anî ziman: “Hikûmeta Şamê hîna bi heman zîhniyetê tevdigere û hewl dide fîtneyê têxe navbera xelkê herêmê.” 
 
DAXUYANIYA DESTEYA CIWANAN
 
Desteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê de jî li Yarîgeha Dostaniya Kobanê û Norwêcê daxuyanî da û daxuyanî ji hêla Endama Rêveber a Desteyê Yara Nebî ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de 12'yê Adarê weke dendika Şoreşa Rojava hat nirxandin. 
 
KANTONA ŞEHBAYÊ
 
Meclisa Malbata Şehîdan a Efrîn-Şehbayê jî bi heman boneyê, li ber avahiya xwe ya li Til Qerahê daxuyanî da. Daxuyaniya bi kurdî Dilovan Elo û ya bi erebî jî Emîne Osman xwend. Di daxuyaniyê de ji ewil qurbaniyên komkujiyê hatin bibîranîn û hat gotin ku beriya 19 salan, li kela berxwedanê ya Qamişloyê serhildanekê dest pê kir û ev tişt hatin gotin: “Serhildana 12’yê Adarê bû bingeha Şoreşa gelan, bû bingeha ruhê berxwedan û têkoşînê. Banga me ji bo hemû rêxistinên mafan ew e ku rê li ber zordestiyê bigirin.” 
 

Sernavên din

17/03/2023
12:50 Li Rihayê 2 rojnameger hatin binçavkirin
12:50 Aydenîz: Gelê me wê di 14’ê Gulanê de ji desthilatê hesab bipirse
12:19 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
11:52 Dê rojnameger Bayram bibin Enqereyê
11:51 Li Mehsertê jineke ciwan awayeke guman jiyana xwe ji dest da
11:39 Malbata Şenyaşar: Serokkomar kesê komkujî pêk anî diparêz e
11:34 HDP’ê xwest têkildarî Kizilayê Komîsyona Lêkolînê ya Meclisê bê avakirin
11:34 HDP’ê ji bo çilroja erdhejê vîdeo parve kir: Hûn dê hesabê bidin
11:29 ‘Balavxane di nava jiyanê de bûye mîna odeyeke biçûk’
11:23 Li Îranê 7 girtiyên kurd hatin bidarvekirin
11:13 Di dosyeya HDK’ê ya Tekîrdagê de derbarê 38 kesan de doz hat vekirin
11:01 Alîkariya 10 hezar TL’an nedanê lê weke ku wergirtibe nîşan dan
10:20 Me xwe gihand 378 gundan, li 215 gundan 2 hezar û 151 cenaze hatine definkirin
10:15 Bajarê ku tevlibûna Newrozê sal bi sal lê zêdetir dibe: Wan
10:02 Ji 13 salî û vir ve Newrozê pîroz dike: Ji bo azadiyê wê agir gur bibe
09:38 Kekê Kemal Kûrkût: Bila ev Newroz bibe wesîleya edaletê
09:02 Li Botanê kelecana Newrozê: Em ê hesab ji Dehaqan bipirsin
09:01 Berteka ji bo bazarkirina qanûna 6284'an: Têkoşîna jinan wan çavtirsandî dike
09:01 Cotkarên islehiyeyî li benda alîkariyê ne
09:00 'Me ji AFAD'ê konteyner xwest got 'herin bikirin'
09:00 Ege ji bo Newrozê amade ye
09:00 Ji 92'yan heya niha tev li hemû Newrozan bûye: Em ji bo van rojan têkoşiyan
09:00 ROJEVA 17'Ê ADARA 2023'YAN
16/03/2023
21:20 Li Rihayê xebatên lêgerînê didomin
20:33 Li Enqereyê agirê ewil ê Newrozê hat vêxistin
20:28 Rojanmevan Hamdûllah Bayram hat binçavkirin
19:20 ​​​​​​​Tê gotin ku MÎT'ê zirnevanekî efrînî revandiye
18:20 Li Kobanê û Hesekê ji ber lehiyê 2 zarok jiyana xwe ji dest dan
17:55 Hejmara kesên ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 17'an
17:35 Tifaqa Ked û Azadiyê dê di bin heman banî de tevlî hilbijartinê bibe
16:23 Tifaqa Ked û Azadiyê li hev kir
16:05 Ji bo zarokê di lehiyê de winda bû xebatên lêgerînê hatin destpêkirin
15:58 Kolanên Amedê bi pankartên Newrozê hatin xemilandin
15:57 Li Amedê qezaya trafîkê: Ajokar di wesayîtê de asê ma
15:44 Rezervên Bankaya Navendî dihelin
15:33 Li ser sînorê Rojhilat bi pileya 5.3’yan erdhej çêbû
14:53 Li Bolûyê bi pileya 4,8 erdhej çêbû
14:52 Şaxa SES’ê ya Merdînê ji ber nelirêtiyê derheqê cîgirê serbijîşk de gilî kir
14:48 Ji Erdogan îtîrafek nû: Derfetên di destê me de têr nakin
14:41 Qurbaniyên Helebçeyê hatin bibîranîn: Bila weke qirkirinê bê naskirin
14:32 Rejîma Îranê kolberekî 14 salî birîndar kir
14:29 Emîne Şenyaşar: Ji ber vê zilmê dê kevir jî bibarin
14:25 ‘Ji bo ku qeraxê Çemê Dîcleyê ji îmarê re vekin, konbajar hat avakirin’
14:16 Newroza Enqereyê li Anitparkê tê pîrozkirin: Dê ji Dehaqan hesab bê pirsîn
14:02 Doza Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Turkdogan hate taloqkirin
13:56 Serokê YSK’ê: Dê li 15 welatên nû sindoq bên danîn
13:53 Buldan û Sancar dê bi TÎP û EMEP’ê re hevdîtinê bikin
13:45 TMMOB’a Rihayê: Rêveberên ku berpirsyarin bila îstîfa bikin
13:30 AKP ji bo Serokkomariyê kom bû
12:59 Li Cizîrê qezaya trafîkê: Kesek mir, yek jî birîndar bû
12:36 Li kesê nêçîra pezkoviyan dikir 261 hezar TL ceza hate birîn
12:35 Amadekariyên ji bo Newroza Stenbolê didomin
11:59 Esad: Heta Tirkiye leşkerên xwe venekişîne dê bi Erdogan re hevdîtinê nekim
11:53 Tifaqa Ked û Azadiyê civiya
11:42 Serlêdanên namzetên HDP’ê dest pê dikin: Dê distûra du serdeman naguhere
11:36 2 zarokên di bin kavilên blokên CCK'ê yên hilweşiyan de man winda ne
11:34 Hevberdevka Partiya Çep a Kesk: Em amade ne ku di hilbijartinê de berpirsyariyê li xwe bigirin
11:20 Konê lîstikê yê zarokên mexdûrê erdhejê hat girtin
10:50 45 kesên li Stenbolê hatin binçavkirin hatin berdan
10:44 Qoliyên Remezanê digihînin mexdûrên erdhejê
10:37 Agahiyên der barê zarokên keçik ên girtî de nayên bidestxistin
10:27 'Dê bibe Newroza azadiya Abdullah Ocalan’
10:12 Elefterîa Fotulakî ku bi agirê Newrozê li heqîqetê geriya
09:49 Li Wanê 9 jin hatin binçavkirin
09:15 Du Newrozên nejibîr: 1993 û 2013
09:04 Kujerê Nîhat Kazanhan hê jî nehatiye girtin
09:03 Li Botanê Bêrîvanên ku bûne Newroz
09:01 Îdianameya rojnamevanên girtî di bin kontrola Wezareta Dadê de tê amadekirin!
09:01 Daholvanê Newroza 1992'yan: Bila azadiya me li cîhanê olan bide
09:00 ROJEVA 16'Ê ADARA 2023'YAN
15/03/2023
23:19 Li Amêdiyê helîkopterek ket xwarê
22:12 Kiliçdaroglû li Rihayê ye: Sedema kerasetan desthilat e
20:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê lehî rabû
18:30 Li Riha û Semsûrê 14 kes ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan
17:54 Malbata Şenyaşar: Dewlet û deshilat pişta zaliman digirin
16:46 Mizrakli nehat berdan
16:23 Li Amedê lehî rabû: Rê hatin girtin
16:22 Li Rihayê 9 kesên li ber lehiyê ketin jiyana xwe ji dest dan
16:18 KNK'ê qurbaniyên Helepce û Enfalê bi bîr anîn
16:04 Hunermend Ferhat Tunç strana Arix diyarî erdhejê kir
15:49 Doza Kobanê hate taloqkirin
15:13 MSD’ê di salvegera 12’emîn a krîza Sûriyeyê de banga guftûgoya kir
15:04 Kiliçdaroglû dê di 18’ê adarê de biçe serdana HDP’ê
14:57 Bernameya Newroza Botanê eşkere bû
14:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Ev bajar bêxwedî nîne
14:17 Polîsan li Stenbolê 20 kes kirin binçavan
14:06 Siyasetmedar û parêzer beşdarî Doza Kobanê nebûn
14:03 Li geliyê Şemzînanê agirê ewil ê Newrozê hate pêxistin
13:34 Li qada çêregehê wê xaniyên TOKÎ’yê bên avakirin
13:22 Li Antalyayê dê agirê Newrozê di 19’ê adarê de bê vêxistin
13:14 Rapora girtîgehan a ÎHD’ê: Di dema erdhejê de jî îşkence berdewam kir
13:04 Gelê Botanê ji Newrozê re amade ye
12:47 Li rojhilatê Kurdistanê agirê Newrozê hat vêxistin
12:45 Li Bexdayê 4 DAIŞ’Î hatin kuştin
12:44 Waliyê Hatayê îstîfa kir
12:15 Li Rihayê gel şaredar ji qada lehî lê rabû derxist
11:55 Li Şemzînanê agirê Newrozê bi 3 zilikên şixatê hat vêxistin: Heta Ocalan azad dibe dê têkoşîn jî bidome
11:53 Beşar Esad li Rûsyayê ye
11:45 Yek ji 6 kesên ku di tunelê de asê mabûn bi avjeniyê xelas bû
11:32 ‘Bi Komkujiya Helebceyê xwestin kurdan qir bikin’