Cihê ku agirê Newrozê qet lê nevemirî: Kurdistana Biçûk

img
EDENE - Tevî hemû zext û komkujiyan jî ji salên 1990’î heta niha li Taxa Daglioglû ya Edeneyê ku weke “Kurdistana Biçûk” tê binavkirin, agirê Newrozê tu carî venemirî. 
 
Newroza îsal dê bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî" bê pîrozkirin. Agirê Newrozê yê Herêma Çukurovayê dê îsal di 19’ê adarê de li Qada Tirmil a navçeya Akdenîz a Mersînê bê vêxistin. Ji ber erdhejên Mereşê yên di 6’ê sibatê de, gelên Edene û Osmaniyeyê jî dê li dora agirê Newrozê yê li Mêrsînê tê geşkirin bicivin. 
 
Yek ji navendên ku dê Newroz lê were pêşwazîkirin jî Edene ye. Newroza ku cewhera xwe ji berxwedanê digire, îsal dê li Edeneyê bi formata bîranînê bê pîrozkirin. Di salên 90’î de ji ber zext û zorên dewletê, bi sedhezaran kurd ji cih û warên xwe bûn û berê xwe dan Edeneyê. Ji bo kurdên bajar, Newroz xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Tevî berîqet û êrişên çekdarî jî cara ewil di sala 1990’î de agirê Newrozê li Taxa Daglioglû ya Edeneyê hat vêxistin. Ji wê rojê heta niha ev taxa navborî weke “Kurdistana Biçûk” tê binavkirin. 
 
BERXWEDANA EWILÎ Û AGIR 
 
Xelkê Taxa Daglioglû ya navçeya Seyhanê di şeva 20’î adarê de li hemû kolan û cadeyan agirê Newrozê vêxistin. Bi gurkirina agir re polîsan bi TOMA û wesayîtên zirxî êrişî gel kir. Şêniyên taxê jî bi xweparastina cewherî bersiv dan û pevçûn derketin. Pevçûn, heta saetên serê sibehê jî berdewam kir. Di encama pevçûnan de gelek welatî û polîs birîndar bûn, polîsên mayî neçar man ku xwe paşve vekişînin û li pey xwe gelek teçhîzat hiştin. Di sersibeha 21’ê Adarê de polîsan xwe ji taxê vekişandin, şêniyên taxê daketin qadan, agirekî mezin vêxistin û govena Newrozê gerandin. 
 
NEWRZOA 1993’YAN
 
Êrişa herî dijwar a li dijî pîrozbahiya Newrozê, di sala 1993’yan de hate kirin. Di sersibeha 21’ê Adarê de şêniyên taxên Daglioglû, Barbaros, Hurriyet û Yenîbeyê ji bo pîrozkirina Newrozê hewl dan kom bibin lê rastî êrişa polîsan hatin. Gelemperiya beşdaran jin û zarok bûn û polîsan bi panzeran da ser girseyê. Li herêmê qedexeya derketina kolanan hate ragihandin û gelek mal û kargeh hatin gulebarankirin. Li gorî daneyên fermî, di encama êrişan de Ramazan Çetîn (16), Nezîr Kurt (61) û 3 kesên navên wan nehatin zanîn jiyana xwe ji dest dan. Gel jî dibêje ku di êrişan de 11 kes hatin qetilkirin. Dema Mete Altan ê ku tê gotin têkiliya wî bi JÎTEM’ê re heye Midûrtiya Emniyeta Edeneyê dikir, bi hezaran kes hatin derbkirin, hatin binçavkirin û bi sedan kes jî hatin birîndarkirin. 
 
PIŞTÎ 1994'AN
 
Ber bi sala 1994’an ve cejna Newrozê êdî bi saya berxwedana gel bi pîrozbahiyên nûwaze dihate pîrozkirin. Yek ji şahidên wê demê Mûstafa Yildiz, diyar kir ku Newroz ji sala 1971’an heta niha li taxên piraniya wan kurd bi pêşengtiya înîsiyatîfa gel tên pîrozkirin. Yildiz, da zanîn ku di serdemên ewil de Newroz bi hilkirina agirê li serê kolanan dihat pîrozkirin û Newroza ewil a sala 1990’an bi bîr xist. Yildiz, diyar kir ku cara ewil Newroz bi pêşengtiya Partiya Demokrasiyê (DEP), di sala 1994’an de li Şanoya Mîmar Sînan bi awayekî fermî hatiye pîrozkirin û wiha got: “Wê demê jî bi hezaran kes tev li Newrozê bûn. Di Newroza sala 2013’an de tevî hemû astengkirinên polîsan jî gel li taxên Daglioglû û Xaçerêya Karasuyê hate ba hev û Newroz pîroz kir. Ji ber vê Newrozê, ez û gelek kes tên darizandin.” 
 
Yildiz, axaftina xwe wiha qedand: “Newroz, cejna vejînê ya kurdan e. Cejneke kurda ye. Qedexekirin û înkarkirina vê rast nîne. Dewletê di sala 1993’yan de hêz bi kar anî. Lê belê mirov tevî derbkirin, gulebarankirin û binçavkirinê jî Newroza xwe pîroz kir. Gelek kesan di vê oxirê de jiyana xwe ji dest dan.” 
 
MA / Hamdûllah Yagiz Kesen

Sernavên din

17/03/2023
12:50 Li Rihayê 2 rojnameger hatin binçavkirin
12:50 Aydenîz: Gelê me wê di 14’ê Gulanê de ji desthilatê hesab bipirse
12:19 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
11:52 Dê rojnameger Bayram bibin Enqereyê
11:51 Li Mehsertê jineke ciwan awayeke guman jiyana xwe ji dest da
11:39 Malbata Şenyaşar: Serokkomar kesê komkujî pêk anî diparêz e
11:34 HDP’ê xwest têkildarî Kizilayê Komîsyona Lêkolînê ya Meclisê bê avakirin
11:34 HDP’ê ji bo çilroja erdhejê vîdeo parve kir: Hûn dê hesabê bidin
11:29 ‘Balavxane di nava jiyanê de bûye mîna odeyeke biçûk’
11:23 Li Îranê 7 girtiyên kurd hatin bidarvekirin
11:13 Di dosyeya HDK’ê ya Tekîrdagê de derbarê 38 kesan de doz hat vekirin
11:01 Alîkariya 10 hezar TL’an nedanê lê weke ku wergirtibe nîşan dan
10:20 Me xwe gihand 378 gundan, li 215 gundan 2 hezar û 151 cenaze hatine definkirin
10:15 Bajarê ku tevlibûna Newrozê sal bi sal lê zêdetir dibe: Wan
10:02 Ji 13 salî û vir ve Newrozê pîroz dike: Ji bo azadiyê wê agir gur bibe
09:38 Kekê Kemal Kûrkût: Bila ev Newroz bibe wesîleya edaletê
09:02 Li Botanê kelecana Newrozê: Em ê hesab ji Dehaqan bipirsin
09:01 Berteka ji bo bazarkirina qanûna 6284'an: Têkoşîna jinan wan çavtirsandî dike
09:01 Cotkarên islehiyeyî li benda alîkariyê ne
09:00 'Me ji AFAD'ê konteyner xwest got 'herin bikirin'
09:00 Ege ji bo Newrozê amade ye
09:00 Ji 92'yan heya niha tev li hemû Newrozan bûye: Em ji bo van rojan têkoşiyan
09:00 ROJEVA 17'Ê ADARA 2023'YAN
16/03/2023
21:20 Li Rihayê xebatên lêgerînê didomin
20:33 Li Enqereyê agirê ewil ê Newrozê hat vêxistin
20:28 Rojanmevan Hamdûllah Bayram hat binçavkirin
19:20 ​​​​​​​Tê gotin ku MÎT'ê zirnevanekî efrînî revandiye
18:20 Li Kobanê û Hesekê ji ber lehiyê 2 zarok jiyana xwe ji dest dan
17:55 Hejmara kesên ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 17'an
17:35 Tifaqa Ked û Azadiyê dê di bin heman banî de tevlî hilbijartinê bibe
16:23 Tifaqa Ked û Azadiyê li hev kir
16:05 Ji bo zarokê di lehiyê de winda bû xebatên lêgerînê hatin destpêkirin
15:58 Kolanên Amedê bi pankartên Newrozê hatin xemilandin
15:57 Li Amedê qezaya trafîkê: Ajokar di wesayîtê de asê ma
15:44 Rezervên Bankaya Navendî dihelin
15:33 Li ser sînorê Rojhilat bi pileya 5.3’yan erdhej çêbû
14:53 Li Bolûyê bi pileya 4,8 erdhej çêbû
14:52 Şaxa SES’ê ya Merdînê ji ber nelirêtiyê derheqê cîgirê serbijîşk de gilî kir
14:48 Ji Erdogan îtîrafek nû: Derfetên di destê me de têr nakin
14:41 Qurbaniyên Helebçeyê hatin bibîranîn: Bila weke qirkirinê bê naskirin
14:32 Rejîma Îranê kolberekî 14 salî birîndar kir
14:29 Emîne Şenyaşar: Ji ber vê zilmê dê kevir jî bibarin
14:25 ‘Ji bo ku qeraxê Çemê Dîcleyê ji îmarê re vekin, konbajar hat avakirin’
14:16 Newroza Enqereyê li Anitparkê tê pîrozkirin: Dê ji Dehaqan hesab bê pirsîn
14:02 Doza Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Turkdogan hate taloqkirin
13:56 Serokê YSK’ê: Dê li 15 welatên nû sindoq bên danîn
13:53 Buldan û Sancar dê bi TÎP û EMEP’ê re hevdîtinê bikin
13:45 TMMOB’a Rihayê: Rêveberên ku berpirsyarin bila îstîfa bikin
13:30 AKP ji bo Serokkomariyê kom bû
12:59 Li Cizîrê qezaya trafîkê: Kesek mir, yek jî birîndar bû
12:36 Li kesê nêçîra pezkoviyan dikir 261 hezar TL ceza hate birîn
12:35 Amadekariyên ji bo Newroza Stenbolê didomin
11:59 Esad: Heta Tirkiye leşkerên xwe venekişîne dê bi Erdogan re hevdîtinê nekim
11:53 Tifaqa Ked û Azadiyê civiya
11:42 Serlêdanên namzetên HDP’ê dest pê dikin: Dê distûra du serdeman naguhere
11:36 2 zarokên di bin kavilên blokên CCK'ê yên hilweşiyan de man winda ne
11:34 Hevberdevka Partiya Çep a Kesk: Em amade ne ku di hilbijartinê de berpirsyariyê li xwe bigirin
11:20 Konê lîstikê yê zarokên mexdûrê erdhejê hat girtin
10:50 45 kesên li Stenbolê hatin binçavkirin hatin berdan
10:44 Qoliyên Remezanê digihînin mexdûrên erdhejê
10:37 Agahiyên der barê zarokên keçik ên girtî de nayên bidestxistin
10:27 'Dê bibe Newroza azadiya Abdullah Ocalan’
10:12 Elefterîa Fotulakî ku bi agirê Newrozê li heqîqetê geriya
09:49 Li Wanê 9 jin hatin binçavkirin
09:15 Du Newrozên nejibîr: 1993 û 2013
09:04 Kujerê Nîhat Kazanhan hê jî nehatiye girtin
09:03 Li Botanê Bêrîvanên ku bûne Newroz
09:01 Îdianameya rojnamevanên girtî di bin kontrola Wezareta Dadê de tê amadekirin!
09:01 Daholvanê Newroza 1992'yan: Bila azadiya me li cîhanê olan bide
09:00 ROJEVA 16'Ê ADARA 2023'YAN
15/03/2023
23:19 Li Amêdiyê helîkopterek ket xwarê
22:12 Kiliçdaroglû li Rihayê ye: Sedema kerasetan desthilat e
20:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê lehî rabû
18:30 Li Riha û Semsûrê 14 kes ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan
17:54 Malbata Şenyaşar: Dewlet û deshilat pişta zaliman digirin
16:46 Mizrakli nehat berdan
16:23 Li Amedê lehî rabû: Rê hatin girtin
16:22 Li Rihayê 9 kesên li ber lehiyê ketin jiyana xwe ji dest dan
16:18 KNK'ê qurbaniyên Helepce û Enfalê bi bîr anîn
16:04 Hunermend Ferhat Tunç strana Arix diyarî erdhejê kir
15:49 Doza Kobanê hate taloqkirin
15:13 MSD’ê di salvegera 12’emîn a krîza Sûriyeyê de banga guftûgoya kir
15:04 Kiliçdaroglû dê di 18’ê adarê de biçe serdana HDP’ê
14:57 Bernameya Newroza Botanê eşkere bû
14:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Ev bajar bêxwedî nîne
14:17 Polîsan li Stenbolê 20 kes kirin binçavan
14:06 Siyasetmedar û parêzer beşdarî Doza Kobanê nebûn
14:03 Li geliyê Şemzînanê agirê ewil ê Newrozê hate pêxistin
13:34 Li qada çêregehê wê xaniyên TOKÎ’yê bên avakirin
13:22 Li Antalyayê dê agirê Newrozê di 19’ê adarê de bê vêxistin
13:14 Rapora girtîgehan a ÎHD’ê: Di dema erdhejê de jî îşkence berdewam kir
13:04 Gelê Botanê ji Newrozê re amade ye
12:47 Li rojhilatê Kurdistanê agirê Newrozê hat vêxistin
12:45 Li Bexdayê 4 DAIŞ’Î hatin kuştin
12:44 Waliyê Hatayê îstîfa kir
12:15 Li Rihayê gel şaredar ji qada lehî lê rabû derxist
11:55 Li Şemzînanê agirê Newrozê bi 3 zilikên şixatê hat vêxistin: Heta Ocalan azad dibe dê têkoşîn jî bidome
11:53 Beşar Esad li Rûsyayê ye
11:45 Yek ji 6 kesên ku di tunelê de asê mabûn bi avjeniyê xelas bû
11:32 ‘Bi Komkujiya Helebceyê xwestin kurdan qir bikin’