Keda wan a salekê di bin kavilan de ma!

img
MELETÎ - Birayên Alakuş ên li Wêranşarê dijîn, dan zanîn ku berhema keda wan a salekê di bin kavilên erdhejê de ma ye û diyar kirin ku ji 25 tonên mişmişan karîne tenê 5 tonan jê xelas bikin. 
 
Li Meletiyê yek ji çavkaniyên debara xelkê herêmê jî mişmiş û tûntin e. Lê hem mişmiş û hem jî tûtina welatiyan di bin kavilan de man. Mazlum û Yilmaz Alakuş ku birayên hev in, li navçeya Wêranşar a Meletiyê dijîn û cotkariyê dikin. Berhema keda salekê ya birayan di bin kavilan de ma. Ji bo derxistina 25 tonên mişmişan ên di depoya avahiyê pirxesar ku divê bi lezgînî bê hilweşandin de mayîn, birayên Alakuş dest bi xebatan kirin. Di encama xebatên kemçeyê de 5 ton hatin derxistin. Ji ber ku Midûriyeta Giştî ya Karên Av û Kanalîzasyonê ya Meletiyê (MASKÎ) av şebekeyê berda, jêrzemîna avahî di bin avê de ma. Birayên Alakuş dan zanîn ku MASKÎ bi saetan piştre hatiye û av biriye û wiha gotin: “Tevî ku em li dijî derketin jî mitehit kavil rakirin û depo hilweşiya.” 
 
25 TONÊN MUŞMIŞAN DI BIN KAVILAN DE MAN
 
Ji birayan Mazlum Alakuş anî ziman ku 25 tonên mişmişên wan di bin kavilên avahiyê hilweşiyayî de mane û wiha domand: “Me 5 ton bi derfetên xwe ji wir derxistin. Ji bo derxistina yên din jî me kemçe kirê kir û hewl da derxînin. Me bi kemçeyê kavilên ser mimişan rakirin. Me bi wî awayî 5 ton jê derxistin. Me ser gelemperiya mişmişên din jî vekir. Em çûn firavînê û dê me yên din piştre derbixista. Lê dema em vegeriyayîn, me dît ku av diherike. Em 15 rojan li MASKÎ’yê geriyan ku avê venekin. Îcar em lê geriyan ku avê bibirin. Lê belê bi saetan piştre hatin. Lê dema hatin êdî her tişt dereng bû. Mişmişên li vê derê, mişmişên gundiyan bûn. Me nêzî milyonek û 500 hezar TL’an zirar kir. Divê em vî pereyî bibînin û bidin gundiyan. Lê ma em ê di van şertan de vî pereyî ji ku peyda bikin û bidin gundiyan. Avahiya me di lîsteya avahiyên divê bi lezgînî bê hilweşandin de bû lê tenê firin hilweşiya bû. Depoya mişmişan saxlem bû. Me ji rayedaran re got em malê xwe derxînin piştre hilweşînin. Jixwe me daxwazname dabû Midûriyeta Kooperatîfên Krediya Çandiniyê û di wir de jî hatine qeydkirin.” 
 
KAVIL BI ZEXTA POLÎSAN HATE RAKIRIN
 
Yilmaz Alakuş jî got ku ji tîmên bo hilweşandina avahî hatin re çendek roj mihlet xwestine û axaftina xwe wiha qedand: “Min ji ewilî nehişt avahî hilweşînin. Tîman, gazî polîsan kirin. Me derdê xwe bo wan jî got lê kesekî li me guhdar nekir. Polîsan got; ‘hûn nikarin xwe têkilî karê mitehitan bikin.’ Min li dijî vê rewşê îtîraz kir. Ji bo lêkolînê bikin, me ji Ofîsa Berhemên Çandiniyê tîmek anî. Wan jî li derve nihêrt û gotin ‘Tu kes dê heqê zirara we nede’ û çûn. Min ev rewş ji polîsan re got û me got ku dê mişmişên xwe bi hewldanên xwe derxînin. Lê polîsan got ku heke em nerazîbûna xwe bidomînin, dê kirariyên qanûnî bikin. Tevî ku me destûr neda jî avahiya me hilweşandin. Qata saxlem jî hilweşandin. Banê depoyê ya saxlem jî hilweşandin.” 
  
MA / Dilgeş Ruvanas
 

Sernavên din

15/03/2023
11:13 HDP’ê serlêdaneke nû kir: Bila parastin bimîne piştî hilbijartinê
11:13 Li Semsûrê lehî rabû: Kesekî jiyana xwe ji dest da û 4 kes jî winda ne
11:12 Rojnameger Yildirim hate binçavkirin
11:00 Li Wêranşarê kon di bin avê de man
10:38 Li Rihayê baraneke zêde bariya: 6 kes di tunelê de asê man
10:30 Elbistan, li Karaelbistan a erdhejê ser û bin kiribû ji nû ve tê avakirin
10:23 Ji bo mexdûrên erdhejê balavxane hate çêkirin
10:13 Li Girtîgeha Bandirmayê lêgerîna nava dev li girtiyan tê ferzkirin
10:12 MYK’a HDP dicive: Pêşniyaza ku Tifaq bi lîsteyekê bikeve hilbijartinê li ser maseyê ye
09:03 Deşta Hespîstê bi nêrgizan xemilî
09:02 Hem li malê hem li midûriyeta polîsan bi saetan îşkence lê kirine
09:02 'Çi dibe bila bibe em ê li vir bimînin'
09:01 Altan ku di Newroza Cizîrê de 3 kes ji malbata wî hatin qetilkirin: Îro Newroz bi saya ruhê 90'î tên pîrozkirin
09:00 'Em ê bi ruhê seferberiyê li qadan bin'
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2023'YAN
14/03/2023
22:19 Li Agiriyê Newroz hat pîrozkirin
22:04 Li Stewrê malbatên xeydan li hev hatin anîn
20:13 Li Behra Spî erdhej çêbû
19:18 SES'a Amedê: Em ê hefteya têkoşînê li herêmên erdhejê bidin destpêkirin
18:25 Li Mereşê bi pileya 4.9 erdhej çêbû
17:28 Girtiyê nexweş zextên girtîgehê vegotin: Roj nîne ku ceza nedin
17:18 Ji bo Newroza Sêrtê banga tev li bûnê
17:03 Şîna Saltan bi girseyî hate ziyaretkirin
16:49 Di doza Mulkiye Kazan de dadgehê biryar da ku şahid neyên guhdarîkirin
16:48 TFF’yê cezayê êrişa nijadperest kêm kir
16:37 Kiliçdaroglû li Hatayê ye: Beriya helalbûnê lêborînê bixwaze
16:19 SES’ê rapora xwe ya Bazarcixê eşkere kir: Divê xizmetên tenduristiyê yên bi dilxwazî bidomin
16:11 Xebatkarên Tenduristiyê Cejna Tipê bi xemgîn pîroz kirin
15:46 Xirbeyên Hatayê diavêjin zeytûngehan
15:43 Kujerê Kultur dîsa nehat cezakirin
15:26 Bernameya Newrozê ya Êlihê diyar bû
15:15 Sancar: Teqez em ê vê pergalê û vê îktidarê biguherînin
15:03 Derbarê parlamentera HDP’ê Guzelê de îdianame hate amadekirin
15:03 Piştgiriya navneteweyî ya bo HDP’ê zêde dibe: Girtina wê dê darbeyeke jêveneger be
14:39 HDP bi Partiya Çep a Kesk dikeve hilbijartinan
14:23 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:22 Fîncanci: Em îro di şînê de ne
14:12 Ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bo Bozdag nameya vekirî: Gelo hûn di ferqa berpirsyariya xwe de ne?
13:46 Ji nûçeya ‘Kujerên zarokan’ a Ozgur Gundemê re cezayê pere hate birîn
13:06 KCD, HDK, TJA, DBP û HDP dê li herêmên erdhejê bin
12:58 Rojnamevan Ferhat Çelîk hate berdan
12:51 Ji HDP’ê peyama ‘14’ê Adarê Cejna Tipê’
12:48 Pêvajoya hilbijartinê di Rojnameya Fermî de hate weşandin
12:37 Iraqê ji Tirkiyeyê xwest astengiya li pêşiya avê rake
12:24 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me ya heqîqetê berdewam dike
12:23 Pitika bi navê Elîsa ku sax ji bin kavil hat derxistin winda ye
11:51 ‘Newroza îsal dê bibe Newroza avakirina jiyaneke nû’
11:50 Li Antakyayê avahiya bi xesar hate hilweşandin
11:27 Rojnamevan Ûgûr Yilmaz tehliye bû
11:26 Şemzînan ji Newrozê re amade ye: Bi hezaran Kawa dê dakevin qadan
11:05 Ji salên 2000’î heta îro Newroza Amedê
10:42 Li Mereşê bi pileya 4.7’an erdhej çêbû
10:34 Rojnameger Ferhat Çelîk hate binçavkirin
10:31 Li ser pira berxwedanê ya Semayê bi milyonan mirov derbas dibin
10:29 Dîroknas Ulugana: Newroz bi tevgera kurd re xwedî wate bû
09:55 Li Şemzînanê wê agirê ewilî yê Newroza azadiyê bê hilkirin
09:36 ‘Divê girtî jî weke mexdûrên erdhejê bên qebûlkirin û tevdîr bên girtin’
09:29 Odeya Bijîşkan: Pirsgirêkên di warê av, serşok û paqijiyê de çareser bikin
09:28 Şaredariya Silopiyayê dê di Remezanê de jî li Bazarcixê be
09:27 Mexdûrê erdhejê yê ku nexweşîna penceşêrê pê re heye konteynerê dixwaze!
09:27 Dengê mexdûrên erdhejê yên astengdar nehat bihîstin
09:03 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Konferans bersivek bû ji êrişên Tirkiyeyê re
09:01 Dê li qadan ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan biqîrin
09:00 ROJEVA 14'Ê ADARA 2023'YAN
13/03/2023
20:36 Ji bo wênegira ku 7 sal in desteserkirî ye, gotin 'ne li gel me ye'
19:59 AFAD: Nêzî 17 hezar erdhejok çêbûne
17:34 OHD û Baroya Rihayê rapora xwe ya der barê îşkenceyan de eşkera kir
16:31 Li Colemêrgê banga Newrozê: Werin em azadiyê biqîrin
16:30 Hunermendên ku dê di Newroza 2023’yan de derkevin ser dikê diyar bûn
15:58 Wêneyên kesên êrişî HDP’ê kirin li Ocaxên Ulkuyê derketin holê
15:56 Li Geverê gelek xwendekar jehrî bûn
15:48 Kesên li Îzmîrê hatin binçavkirin hatin berdan
15:41 Fîncanci: Çima li hemû bajaran ji her 10 ASM’an 9 jê diherifin?
14:45 Ji ber kirêyên zêde naxwaze ji mala xwe ya pirxesar derkeve
14:43 Ji bo Newroza Îzmîrê bang: Werin em bi hev re agirî hilkin
14:15 Li Mêrsînê starta Newrozê hate dayîn
13:45 Pêvajoya hilbijartinê di 18’ê adarê de dest pê dike
13:42 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 48 hezar û 448'an
13:37 Beştaş: Tifaqa Cumhur ketiye nava tirseke mezin
13:17 Polîsan dest danî ser tabelaya ‘Parka Lîstikê ya Berkîn Elvan’
13:09 Ji werzîşvan Hîwa Azîzpour agahî nayê girtin
12:59 Duşunmez ê OHD’î: Li Geverê mafên sivîlan tune hatin hesibandin
12:42 Ferît Şenyaşar: Îktîdar bila ji ewil li pêşiya edliyeyê binêre û piştre qala edaletê bike
12:26 Li Îzmîrê HDP’î û Dayikên Aştiyê hatin binçavkirin
12:23 Masal a pitik û malbata wê di konekî de têkoşîna jiyanê didin
11:36 Li konbajar cihêkarî li penaberên sûriyeyî tê kirin
11:33 Şertê tifaqa ku pêşkeşî AKP’ê hate kirin: Di rakirina 6284’an de pirsgirêk nîne!
11:19 Xaniyê ku 7 salan xebitî û çêkir hilweşiya: Em ê Samandagê ji nû ve ava bikin
11:09 Tîma lêgerîn-rizgarkirinê ya biyanî ji bo ‘şewbê’ hişyarî da
10:44 Hevjîn, zarok û xwesûya xwe winda kir: Tevî du zarokên xwe pêdiviya me bi her tiştî heye
10:34 TUÎK’ê zimanê Xwebûnê înkar kir
10:05 Li Girtîgeha Afyonê binpêkirinên mafan didomin
09:04 Hevberdevka HDK’ê Demîr: Newroz dê bibe mizgîniya çûna îktidarê
09:04 Piştî 30 salan hat berdan: Ez bi ruh û baweriya serkeftinê li ser lingan mam
09:03 Nisêbînê qet ruhê Newroza 1992’yan winda nekir
09:03 Baroya Wanê giliyê berpirsên binpêkirinên erdhejê kir
09:03 Agirê Newrozê her serdemê medyaya îktidarê dike xwelî
09:02 Dîroka li Girnewas tê talankirin
09:00 ROJEVA 13'Ê ADARA 2023'YAN
12/03/2023
22:56 Li Rojava agirê Newrozê yê ewil hat vêxistin