Dr. Mansouran: Li Îranê 5 hezar xwendekar hatin jehrîkirin

img
WAN - Epîdemiyolojîst Dr. Abbas Mansouran da zanîn ku li 24 bajarên Îranê herî kêm 5 hezar xwendekar hatine jehrîkirin û wiha got: “Li gorî texmîna, gaza tê bikaranîn gaza rehikan e.” 
 
Li Îranê êrişên bi gazên jehrî yên li dijî dibistanên xwendekarên keç didomin. Heta niha tu koman êriş li xwe negirtine û li gorî daneyên fermî; heta niha 4 xwendekaran di êrişan de jiyana xwe ji dest dane. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî; hejmara miriyan ji hejmara fermî gelek zêdetir e. Aktîvîstê tevgera Enternasyonalîst û Sosyalîst Epîdemiyolosît Dr. Abbas Mansouran têkildarî êrişan bi ajansa me re axivî. 
 
DIŞIBE GAZA REHIKAN 
 
Mansouran têkildarî gaza rehikan agahî da û got ku bandora gaza tê bikaranîn û ya gaza rehikan dişibin hev û wiha got: “Êriş, di demekî nêz de li gelek herêman belav bûn. Ji roja ewil heta niha rejîm têkildarî gazên kîmyewî agahiyan vedişêre. Di ambulansên dişînin dibistanan û li nexweşxaneyan sîxûrên rejîmê hene. Heta encamên tehlîlên xwînê jî tên veşartin. Qedexe kirin ku tehlîlên xwînê li klînîkên taybet bên kirin. Rejîm naxwaze agahiyên têkildarî gazê bên belavkirin û ev yek nîşan dide ku yên van êrişan dikin rejîm bi xwe ye.” 
 
Têkildarî gazê Mansouran ev tişt anî ziman: “Kesên ji vê gazê bibandor dibin, divereşin, serê wan diêşe, dest û lingên wan ditevizin û mîn felcê lê dibe. Hinek kesên ji gazê bandor bûne dibêjin ku bêhna kukurtê hatiye wan, bêhna ava qirêj û masiyên rizî hatiye wan. Dema em van dinirxînin, wisa texmîn dikin ku gaza rehikan tê bikaranîn. Em nizanin bê ka ev gaz dê di rojên pêş de bandoreke çawa li zarokan bike. Rejîmê ji ewil ev yek red kir lê piştre qebûl kir ku ev hîsterî ye. Herî dawî jî got ku ev gaz ‘gaza azotê ye.’ Weke bijîşkekî dikarim vê bibêjim; azot pir kêm caran bandorê li mirovan dike û heke oksîjen nebe, gaza azotê mirovan jehrî dike.” 
 
‘LI CIHEKÎ PROFESYONEL TÊ AMADEKIRIN’
 
Di berdewamê de Mansouran diyar kir ku gaza tê bikaranîn li cihekî profesyonel tê amadekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Teknîka hewce ya ji bo amadekirina vê gazê ne di destê tu rêxistinan de heye û ne jî di destê gel de. Ev gaz, veguherandine çekên pir profesyonel. Li gorî me ev di destê gel de tune ne. Ji ber ku ji bo amadekirina van pêdivî bi laboratuarê heye û ev jî di destê gel de nîne. Armanca çekên tên bikaranîn, xwendekarên keç in.” 
 
5 HEZAR KES JEHRÎ BÛN
 
Dr. Mansouran destnîşan kir ku heta niha li 24 bajaran 5 hezar xwendekar jehrî bûne û ev agahî parve kirin: “Cara ewil 3 meh berê li Kum’ê hate bikaranîn. Piştre belav bû. Bikaranîna wê ya li dibistanên ewil girîng bû ji ber ku dibistanên hedef hatine girtin, ew dibistanin ku tev li çalakiyên Jîna Emînî bûbûn. Balkêş e ku dema êrişan dikin, deriyên dibistanan digirin. Nahêlin kesek bikeve dibistanan. Ev yek nîşan dide bê ka êriş çiqas bi organîzeyî ne. Tu dane di destê me de nînin bê ka ev gaz encamên çawa bi xwe re tînin. Lê em vê fêm dikin; dewlet naxwaze xwendekaran bikuje lê jehrî dike.” 
 
‘DIXWAZIN TRAVMAYAN ÇÊBIKIN’
 
Mansouran, got ku tevî hemû hewldanên rejîmê jî çalakiyên “Jin, jiyan, azadî” berdewam in û axcaftina xwe wiha qedand: “Xwendekarên keç ên tev li çalakiyan bûn, hemû tiştên dewletê bo xwe pîroz didît serûbin kirin. Rejîm dixwaze bi van êrişên kîmyewî di nava civakê de travmayê çêbike. Dixwazin zarokên keç ceza bikin. Tevgera şoreşgerî ya jinan li gelek deveran belav bû. Hemû jinên îranî tev li bûn û vê jî rejîm pir aciz kir. Ji ber ku bêçare man. Rejîm dixwaze ji bo demekî jî be pêşî li ber mafê perwerdeyê yê jinan bigire. Lê ev planên rejîmê bi kêr nehatin. Ji ber ku hem mamoste û hem jî malbatên zarokan bi çalakiyan bersiv dan. 
 
Gelên Îranê di erefeya şoreşê de ne. Îktîdar, mîna berê nikare pêşî li ber çalakiyan bigire. Dibêje qey bi dûrxistina jin û zarokên keç dê bikara hêza xwe komî ser hev bike. Heke ev êrişên kîmyewî bi ser kevin, dê îcar jî xwendekarên keç ên zanîngehan hedef bigirin. Û bi vê yekê re pergaleke perwerde ava bikin. Dewlet krîzekî dijî û zehmete ku ji vê krîzê derkeve. Rewşa rejîmê roj bi roj xerabtir dibe. Hevgirtina gelan vê rewşa wê xerabtir dike. Rejîm pir bi eşkereyî nikare bi çekan destwerdanê bike ji ber ku 5 meh derbas bûn û li Belucistan û Kurdistanê gel dîsa xwe organîze dike. Tevî qedexeyên derketina kolanan jî gel dadikeve kolanan. Karker bi grevan piştgiriyê didin çalakiyan. Ev îktîdar êdî ji hev belav dibe.” 
 
MA / Berîvan Kutlu
 

Sernavên din

15/03/2023
11:13 HDP’ê serlêdaneke nû kir: Bila parastin bimîne piştî hilbijartinê
11:13 Li Semsûrê lehî rabû: Kesekî jiyana xwe ji dest da û 4 kes jî winda ne
11:12 Rojnameger Yildirim hate binçavkirin
11:00 Li Wêranşarê kon di bin avê de man
10:38 Li Rihayê baraneke zêde bariya: 6 kes di tunelê de asê man
10:30 Elbistan, li Karaelbistan a erdhejê ser û bin kiribû ji nû ve tê avakirin
10:23 Ji bo mexdûrên erdhejê balavxane hate çêkirin
10:13 Li Girtîgeha Bandirmayê lêgerîna nava dev li girtiyan tê ferzkirin
10:12 MYK’a HDP dicive: Pêşniyaza ku Tifaq bi lîsteyekê bikeve hilbijartinê li ser maseyê ye
09:03 Deşta Hespîstê bi nêrgizan xemilî
09:02 Hem li malê hem li midûriyeta polîsan bi saetan îşkence lê kirine
09:02 'Çi dibe bila bibe em ê li vir bimînin'
09:01 Altan ku di Newroza Cizîrê de 3 kes ji malbata wî hatin qetilkirin: Îro Newroz bi saya ruhê 90'î tên pîrozkirin
09:00 'Em ê bi ruhê seferberiyê li qadan bin'
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2023'YAN
14/03/2023
22:19 Li Agiriyê Newroz hat pîrozkirin
22:04 Li Stewrê malbatên xeydan li hev hatin anîn
20:13 Li Behra Spî erdhej çêbû
19:18 SES'a Amedê: Em ê hefteya têkoşînê li herêmên erdhejê bidin destpêkirin
18:25 Li Mereşê bi pileya 4.9 erdhej çêbû
17:28 Girtiyê nexweş zextên girtîgehê vegotin: Roj nîne ku ceza nedin
17:18 Ji bo Newroza Sêrtê banga tev li bûnê
17:03 Şîna Saltan bi girseyî hate ziyaretkirin
16:49 Di doza Mulkiye Kazan de dadgehê biryar da ku şahid neyên guhdarîkirin
16:48 TFF’yê cezayê êrişa nijadperest kêm kir
16:37 Kiliçdaroglû li Hatayê ye: Beriya helalbûnê lêborînê bixwaze
16:19 SES’ê rapora xwe ya Bazarcixê eşkere kir: Divê xizmetên tenduristiyê yên bi dilxwazî bidomin
16:11 Xebatkarên Tenduristiyê Cejna Tipê bi xemgîn pîroz kirin
15:46 Xirbeyên Hatayê diavêjin zeytûngehan
15:43 Kujerê Kultur dîsa nehat cezakirin
15:26 Bernameya Newrozê ya Êlihê diyar bû
15:15 Sancar: Teqez em ê vê pergalê û vê îktidarê biguherînin
15:03 Derbarê parlamentera HDP’ê Guzelê de îdianame hate amadekirin
15:03 Piştgiriya navneteweyî ya bo HDP’ê zêde dibe: Girtina wê dê darbeyeke jêveneger be
14:39 HDP bi Partiya Çep a Kesk dikeve hilbijartinan
14:23 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:22 Fîncanci: Em îro di şînê de ne
14:12 Ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bo Bozdag nameya vekirî: Gelo hûn di ferqa berpirsyariya xwe de ne?
13:46 Ji nûçeya ‘Kujerên zarokan’ a Ozgur Gundemê re cezayê pere hate birîn
13:06 KCD, HDK, TJA, DBP û HDP dê li herêmên erdhejê bin
12:58 Rojnamevan Ferhat Çelîk hate berdan
12:51 Ji HDP’ê peyama ‘14’ê Adarê Cejna Tipê’
12:48 Pêvajoya hilbijartinê di Rojnameya Fermî de hate weşandin
12:37 Iraqê ji Tirkiyeyê xwest astengiya li pêşiya avê rake
12:24 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me ya heqîqetê berdewam dike
12:23 Pitika bi navê Elîsa ku sax ji bin kavil hat derxistin winda ye
11:51 ‘Newroza îsal dê bibe Newroza avakirina jiyaneke nû’
11:50 Li Antakyayê avahiya bi xesar hate hilweşandin
11:27 Rojnamevan Ûgûr Yilmaz tehliye bû
11:26 Şemzînan ji Newrozê re amade ye: Bi hezaran Kawa dê dakevin qadan
11:05 Ji salên 2000’î heta îro Newroza Amedê
10:42 Li Mereşê bi pileya 4.7’an erdhej çêbû
10:34 Rojnameger Ferhat Çelîk hate binçavkirin
10:31 Li ser pira berxwedanê ya Semayê bi milyonan mirov derbas dibin
10:29 Dîroknas Ulugana: Newroz bi tevgera kurd re xwedî wate bû
09:55 Li Şemzînanê wê agirê ewilî yê Newroza azadiyê bê hilkirin
09:36 ‘Divê girtî jî weke mexdûrên erdhejê bên qebûlkirin û tevdîr bên girtin’
09:29 Odeya Bijîşkan: Pirsgirêkên di warê av, serşok û paqijiyê de çareser bikin
09:28 Şaredariya Silopiyayê dê di Remezanê de jî li Bazarcixê be
09:27 Mexdûrê erdhejê yê ku nexweşîna penceşêrê pê re heye konteynerê dixwaze!
09:27 Dengê mexdûrên erdhejê yên astengdar nehat bihîstin
09:03 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Konferans bersivek bû ji êrişên Tirkiyeyê re
09:01 Dê li qadan ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan biqîrin
09:00 ROJEVA 14'Ê ADARA 2023'YAN
13/03/2023
20:36 Ji bo wênegira ku 7 sal in desteserkirî ye, gotin 'ne li gel me ye'
19:59 AFAD: Nêzî 17 hezar erdhejok çêbûne
17:34 OHD û Baroya Rihayê rapora xwe ya der barê îşkenceyan de eşkera kir
16:31 Li Colemêrgê banga Newrozê: Werin em azadiyê biqîrin
16:30 Hunermendên ku dê di Newroza 2023’yan de derkevin ser dikê diyar bûn
15:58 Wêneyên kesên êrişî HDP’ê kirin li Ocaxên Ulkuyê derketin holê
15:56 Li Geverê gelek xwendekar jehrî bûn
15:48 Kesên li Îzmîrê hatin binçavkirin hatin berdan
15:41 Fîncanci: Çima li hemû bajaran ji her 10 ASM’an 9 jê diherifin?
14:45 Ji ber kirêyên zêde naxwaze ji mala xwe ya pirxesar derkeve
14:43 Ji bo Newroza Îzmîrê bang: Werin em bi hev re agirî hilkin
14:15 Li Mêrsînê starta Newrozê hate dayîn
13:45 Pêvajoya hilbijartinê di 18’ê adarê de dest pê dike
13:42 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 48 hezar û 448'an
13:37 Beştaş: Tifaqa Cumhur ketiye nava tirseke mezin
13:17 Polîsan dest danî ser tabelaya ‘Parka Lîstikê ya Berkîn Elvan’
13:09 Ji werzîşvan Hîwa Azîzpour agahî nayê girtin
12:59 Duşunmez ê OHD’î: Li Geverê mafên sivîlan tune hatin hesibandin
12:42 Ferît Şenyaşar: Îktîdar bila ji ewil li pêşiya edliyeyê binêre û piştre qala edaletê bike
12:26 Li Îzmîrê HDP’î û Dayikên Aştiyê hatin binçavkirin
12:23 Masal a pitik û malbata wê di konekî de têkoşîna jiyanê didin
11:36 Li konbajar cihêkarî li penaberên sûriyeyî tê kirin
11:33 Şertê tifaqa ku pêşkeşî AKP’ê hate kirin: Di rakirina 6284’an de pirsgirêk nîne!
11:19 Xaniyê ku 7 salan xebitî û çêkir hilweşiya: Em ê Samandagê ji nû ve ava bikin
11:09 Tîma lêgerîn-rizgarkirinê ya biyanî ji bo ‘şewbê’ hişyarî da
10:44 Hevjîn, zarok û xwesûya xwe winda kir: Tevî du zarokên xwe pêdiviya me bi her tiştî heye
10:34 TUÎK’ê zimanê Xwebûnê înkar kir
10:05 Li Girtîgeha Afyonê binpêkirinên mafan didomin
09:04 Hevberdevka HDK’ê Demîr: Newroz dê bibe mizgîniya çûna îktidarê
09:04 Piştî 30 salan hat berdan: Ez bi ruh û baweriya serkeftinê li ser lingan mam
09:03 Nisêbînê qet ruhê Newroza 1992’yan winda nekir
09:03 Baroya Wanê giliyê berpirsên binpêkirinên erdhejê kir
09:03 Agirê Newrozê her serdemê medyaya îktidarê dike xwelî
09:02 Dîroka li Girnewas tê talankirin
09:00 ROJEVA 13'Ê ADARA 2023'YAN
12/03/2023
22:56 Li Rojava agirê Newrozê yê ewil hat vêxistin