Binpêkirinên li dijî rojnamegeran di dema erdhejê de jî nesekinin!

  • rojane
  • 15:15 26 Sibat 2023
  • |
img
AMED - DFG’ê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên li dijî rojnamegeran parve kir. DFG’ê da zanîn ku di erdhejê de 25 rojnamegeran jiyana xwe ji dest dane û wiha got: “Li dijî rojnamegeran 14 êriş hatin kirin, 4 binçavkirin çêbûn, 5 caran rastî miameleya xerab hatin, 19 caran hatin astengkirin û 6 lêpirsîn hatin desptêkirin.” 
 
Komeleya Rojnamegeran a Dîcley Firatê (DFG) rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên li dijî rojnamegeran a di dema erdhejê de parve kir. Rapor, li ser malpera komeleyê hate parvekirin û hat bibîrxistin ku di encama erdheja navenda Mereşê de zêdetirî 44 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane. 
 
Rapora DFG’ê wiha ye:
 
“Roja 6’ê Sibatê di encama du erdhejên ku navenda xwe Mereş çêbûn û de bandora xwe li 11 bajaran kir. Erdhejê rê li ber karesateke mezin vekir. Li gor daneyên fermî; 44 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan. Di erdhejê de bajar û navçe hilweşiyan, gund wêran bûn. Rojnamegeran jî bi erdhejê re dest bi karê xwe yê li qadê kirin. Hewl dan ku li gorî hêza xwe karesatê heyî ji her alî ve bi raya giştî ya cîhanê re parve bikin. Di karesatê de hempîşeyên me jî jiyana xwe ji dest dan. 
 
25 ROJNAMEGERAN JIYANA XWE JI DEST DAN
 
Di erdhejê de li Semsûrê rojnamegerên bi navên Burak Alkuş, Hîdayet Ozdemîr Ozdemir, Îskender Korkut, Kemal Oner, Muhammed Akan, Ruhî Akan, Yunus Emre Doxan, Zubeyîr Pektaş, Îsmaîl Hakki Koçak, Fatîh Bayin, Bariş Can Tabakçi, li Hatayê rojnamegerên bi navên Ayşe Fîgen Arl, Burak Mîllî, Gokhan Aklan, Îzzet Nazli, Neşet Alkan, Erhan Yilmaz, Mehmet Tekîn, Hasan Seîd Okay û Berkay Akay, li Mereşê rojnamegerên bi navên Mûstafa Yuzbaşioxlû, Azîz Çevlîk, Fatîh Nalbantbaşi, li Edeneyê rojnamegera bi navê Meltem Ozgen û li Dîlokê jî rojnameger Fatma Erdogan di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan. 
 
Heke em bi zimanê karesatê bêjin: ‘26 rojnameger di erdhejê de di bin kavilan de man û jiyana xwe ji dest dan.” Em baş dizanin ku gelemperiya van hevpîşeyên me ji ber destwerdana dereng, di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dan. Di serî de li Edene, Meletî û Hatayê hevpîşeyên me yên ku ji karesatê filitîn jî ji ber hilweşîna buro û kargehên wan, an di bin konan de yan jî yekser li qadê dest bi xebatê kirin. Bi hilweşîna buro û kargehên rojnamegeran re li gel alavên rojnamegeriyê, her wiha arşîv jî di bin kavilan de man. 
 
ROJNAMEGER HATIN ASTENGKIRIN
 
Desthilatdariya ku ji her aliyê ve kêm ma û dereng dest bi alîkariya vê karesata mezin kir, di mijara ragihandina Rewşa Awarte (OHAL) de qet dereng nema. Bi biryara OHAL’ê re demildest rê li ber rojnamegerên girt ku li qadê û li ser kavilên karesatê bûn û nehişt dîmenên erdhejê bikşînin. Hêzên polîs, leşker û paramîlter ên girêdayî wan ji rojnamegeran ‘qerta turkuazê’ û belgeya destûrê ya ku ji walîtiyê tê standin xwestin. Ev destûr û ‘qerta turkuazê’ jî tenê dan rojnamegerên alîgir. Li qadê rojnameger hatin binçavkirin. Ew bi ‘sextekariyê’ û bi ‘weşandina agahiyên nerast’ tewambar kirin. Qanûna Sansûrê ya ku em weke DFG û sazî û komaleyên din ên pîşeyî li dij derdiketin, di vê pêvajoyê de xistin meriyetê. 
 
HESABÊN ROJNAME Û MALPERAN HATIN GIRTIN
 
Li gel rê û rêbazên astengkirinan û sansûrê, her wiha qada medyaya civakî jî qedexe kirin. 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê biryara astengkirina 340 URL’yan da ku di nav wan de malperên înternet û yotube jî hene. Twîtterê, hesabên tekane rojnameya kurdî ya tê çapkirin Xwebûn û NûJINHA ku di çarçoveya herêma Rojhilta Navîn de bi hişmendiya jina azad weşanê dike, girt. 
 
EM Ê HEMPÎŞEYÊN XWE BI TENÊ NEHÊLIN
 
Le gel hemû astengî, zext û sansûrê jî rojnamegeran li qadê karên xwe kirin. Erdhej, hilweşîn, şer her wiha çi dibe bila bibe rojnamegerên li ser şopa lêgerîna heqîqetê dê xwe ji qadê venakêşin. Şert û merc çawa bin jî em dest ji pênûs û wênekêşa xwe bernadin. Em weke DFG’ê dê di tu şert û mercan de hevalên xwe bi tenê nehêlin. 
 
Rojnamegerî sûc nîne. Di meha sibatê de li dijî rojnamegeran 14 êriş hatin kirin, 4 binçavkirin çêbûn, 5 caran rastî miameleya xerab hatin, 19 caran hatin astengkirin û 6 lêpirsîn hatin desptêkirin. 
 
CEZA Û REŞKIRINA EKRANAN
 
Di heman demê de RTUK’ê ji bo 2 dezgehên weşanê ceza birî, ji van du jê cezayên qedexeya weşanê bûn, 4 jê cezayê pereyan û ji bo televîzyonekê jî 3 rojan cezayê reşkirina ekranê hate dayîn. Her wiha Saziya Teknolojiyên Agahiyan û Ragihandinê 2 malperên înternetê girt, 2 caran asteng kir û ji bo 345 parvekirinên medyaya civakî jî biryara astengkirinê da. 
 
Em careke din bi vekirî dibêjin; #RojnamegerîNeSuçE#RojnamegerîNayeAstengkirin
 

Sernavên din

02/03/2023
12:19 Bi rojane li benda biryara hilweşînê ya wezaretê ne
11:53 Îdiaya xwekuştinê ya li midûriyeta polîsan: Polîsan ew bi kamerayê temaşe kirin
11:52 PDK’ê li Metînayê 3 baregehên leşkerî ava kir
11:44 Li Îranê jinek hat darvekirin
11:42 Jin li herêma erdhejê ne: Em ê bi piştevanî û wêrektiyê jinûve ava bikin
11:31 Roja 25’emîn a erdhejê: Kon nîne, di serayê de dimînin
11:13 Mexdûra erdhejê ji bo dilxwazan xwarinê çêdike
11:08 Talabanî ji PDK’ê re got: Divê em alîkariyê bidin xwişk û birayên xwe yên Rojava
10:45 Navçeya ku bi rant, îmara taybet û betonan hatiye fetisandin: Elbistan
10:32 ‘Keça min ji ber sarmayê mir’
09:48 'Em ê ji bo alîkarî piştevaniya jinan her li qadê bin'
09:41 Başaran: 8’ê Adarê roja hesabxwestina ji îktidara hilweşîner e
09:15 7 rojan tevî bavê xwe yê astengdar li derve maye: Tu alîkariyek ji Semsûrê re nehat
09:08 'Ez ê bi vî halê xwe yê nexweş çawa ji nû ve mala xwe ava bikim?'
09:07 Li Semsûrê her tişt ji bo zarokan!
09:07 Derz li dîwarê bendavê ketine, gundî nobedê digirin: Demildest divê tevdîr bên girtin
09:04 Mexdûrê erdhejê yê hatayî: Silavan li serokê me bike!
09:02 Jiyaneke di navbera mirin û xizaniyê de: Kolberî
09:01 Heywanên li herêma erdhejê bi xetereyeke mezin re rû bi rû ne
09:00 ROJEVA 2'YÊ ADARA 2023'YAN
01/03/2023
23:12 Encamnameya konferansa 'Azadî ji bo Ocalan' hat eşkerekirin
21:46 Konferansa Azadî ji bo Ocalan: Azadiya Abdullah Ocalan, azadiya me hemû gelên bindest e
20:12 QSD: Tirkiyeyê di Sibatê de 24 caran êriş kir
19:02 TJA û HDP'ê li Meletiyê serdana jinan kirin
18:23 Çalakiya 8'ê Adarê ya TJA'yê hat astengkirin
17:07 Li Mereşê tenê li goristanekê 6 hezar kes hatine veşartin
16:40 Ayşe Gokkan û 6 girtiyên jin hatin sewqkirin
16:14 Hat îdiakirin ku jineke ciwan li Wanê întîhar kiriye
16:13 Doza li Ceren Sozerî û Evrenselê hatiye vekirin, hate taloqkirin
15:56 Giliyê kesa ku di medyaya dîjîtal de kurd hedef nîşandan hate kirin
15:28 TJA’yê li Semsûrê got: Em ê hêrsa xwe bikin sedema têkoşîna xwe
15:11 Di protestoya li Stenbolê de 8 kes hatin binçavkirin
15:09 ‘Divê berpirsyar îstîfa bikin’
15:02 TMMOB'ê ji bo pêşî lêgirtina zêdekirina kirê pêşniyara 'buroyên kontrolê' kir
14:56 ‘Em ê bajarên hilweşiyayî bi piştevaniya jinan jinûve ava bikin’
14:32 Malbata Şenyaşar: Hûn nikarin ser heqîqetan bigirin
14:28 Senedê sûriyeyî gihişt cihê ortopedîk ku pêdiviya wî pê hebû
14:18 Jinên Botanê starta 8’ê Adarê dan: Em ê bi hevre jiyaneke nû ava bikin
14:14 Jinên KESK'ê bernameya xwe ya 8'ê Adarê eşkere kirin
14:00 Erdogan têkildarî hilbijartinê daxuyanî da
14:00 Ji girtiyê ku xwest tev li şîna bavê xwe bibe 40 hezar lîre hate xwestin
13:43 Li Yewnanistanê qezaya trênê: 32 mirin, 85 kes birîndar bûn
13:34 DAKAP’ê komxebatên xwe yên 8’ê Adarê dan destpêkirin
13:33 ‘Birayê min 18 roj piştre derxistin, di destê min de tenê hejmara gora wî heye’
13:06 Konferansa ‘Ji bo Ocalan azadî ji bo cîhanê aştî’ didome
12:49 Dewleta tirk êrişî Şengalê kir: Birîndar hene
12:43 Konên li Parka Koşûyolû bi zexta ‘bertîlê’ û qutkirina ceyranê hatin valakirin
12:19 Bîlançoya şer a meha sibatê
12:17 Bîlançoya êrişên Tirkiyeyê ya li dijî bajarên Rojava
12:11 ‘Cenazeyek hat jibîrkirin, min xist devê kemçeyê û heta sibehê li bendê sekinîm’
12:00 Li Hatayê bi pileya 4,8 erdhej çêbû
11:59 Ji şerê Sûriyeyê reviyan lê bûn qûrbaniyên erdhejê
11:58 ‘Qada Zarokan a Ûgûr Kaymaz’ hate avakirin
11:33 Nesîmî Aday: Dixwazin erdhejê bi kar bînin û kurdên elewî yên Mereşê koçber bikin
11:13 Zincîr…
11:10 Tora Parastina Jinan: Em ê jiyana nû bi hev re ava bikin
10:54 Di erdhejê de dayikek: Destûr nedan ku tev li merasîma cenazeyê keça xwe bibe
10:26 Mexdûrên erdhejê yên îzmîrî: Gazinên me çareser nekirin, dixapînin
10:13 Serokê EMO’yê Çetînkaya: Bila heqê fatûreyên 3-4 mehan ji gel neyên standin
09:52 ‘Zîhniyeta AKP’ê welêt weke şîrket, gel jî weke mişterî dibîne’
09:08 ‘Her mirineke li sînor Roboskiyek e'
09:07 Serokê ÎMO'yê Atîk: Ji sedî 95'ê rûxandinê ji ber paşguhkirinê ye
09:06 Mexdûrê erdhejê ku 50 xizmên wî jiyana xwe ji dest dane: Ez heqê xwe helal nakim
09:04 Ji Sûriyeyê ji ber şer koç kirin, lê li Semsûrê di bin kavilan de man
09:02 Ji heman malbatê 3 kes 30 sal in girtî ne: Çavê me li rêya wan qerimîn
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2023'YAN
02:32 Hejmara qurbaniyên erdhejê ji 45 hezaran derbas bû
28/02/2023
22:06 Li Mûşê xwestin bi darê zorê zaroka 13 salî 'bizewicînin'
19:40 Ji Girtîgeha Amedê 5 girtî hatin sirgûnkirin
19:06 10 meh ceza li rojnamevan Aygul hat birîn
17:07 Hevserokê KESK’ê Bozgeyîk: Divê berpirsyar demildest îstifa bikin
17:00 HDP li Hatayê tax bi tax birînan derman dike
16:47 Kiliçdaroglû bang li Heyva Sor a Tirk kir: Di depoyên we de çiqas kon hebin em ê tevan bistînin
16:44 KCD’ê, DBP’ê û HDP’ê li Bismilê 2 malbat li hev anîn
16:24 Kurdoxoliyê kavil weke roja ewil di cihê xwe de ne!
16:24 Doza Kobanê hate taloqkirin
16:06 Kesê ku AA’yê digot ‘bi operasyona MÎT’ê hat girtin’ 3 sal berê ji PKK’ê veqetiyaye
15:51 Li Amedê xesareke mezin gihiştiye 2 hezar û 295 avahiyan
15:47 ‘Ji bo mirov helalkirina heqê xwe ji gel bixwaze divê ji ewil rûyê mirov hebe’
15:46 Hiqûqnasan giliyê Erdogan û berpirsyarên din kirin
15:25 HDP li pêşiya Heyva Sor a Tirk e: Berpirsyarên vê pergala heramiyan dê hesabê bidin
14:39 Serokê Giştî yê EHP’ê: Ji bo îktîdarê ya girîng ne gel lê qaseyên pereyan e
14:34 Bûldan: Lingê siyasî yê karesatê, sîstema yek mêr e
14:33 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:13 TJA: Em ê birînên jinan bi felsefeya jin, jiyan, azadî derman bikin
13:58 Li Nûrdagiyê çîrokên nîvcomayî
13:36 Doza Kobanê: Parêzer û siyasetmedar ji ber erdhejê tev li nebûn
13:31 Malbata Şenyaşar: Ez heqê xwe helal nakim
13:23 Konferansa ‘Ji bo Abdullah Ocalan azadî’ dest pê kir
13:14 Navenda piştevaniyê ya li Hatayê tê valakirin
13:13 SES’ê bang li Wezaretê kir: Pêvajoya têkildarî zarokan bizelalî bi rê ve bibin
13:05 Li Êlihê gel li dijî tiryakê daket kolanan
12:56 Dadgeha Bilind biryara beraetê ya ‘zarokên baş’ erê kir: Delîlên pêbawer tune ne!
12:10 Qeyûm alîkarî belav nekir û bi kamyonan veguhest depoya AFAD’ê
11:43 Malbata ji bin konan hatiye derxistin li kolanan dimîne
11:42 Welatiyê pîr û lawê wî yê astengdar li bendê ne ku ji avahiya bixeser bên tahliyekirin
11:32 ‘Dema me baz dida derî qifil bû, stûn hilweşiyan û em di bin kavilan de man’
11:22 Kizilay a di bin xirbeyan de lê tê gerandin: Kepçe bigirin xelas bikin!
10:42 Bernameya 8’ê Adarê ya TJA û Meclisa Jinan a HDP’ê diyar bû
10:41 Aktivîstên TJA’yê: Em bi piştevaniyê birînên xwe bi hev re derman bikin