Şîna Harun Karay bi girseyî hate ziyaretkirin
- rojane
- 15:56 11
Şîna ku ji bo Harun Karay ê HPG’î li Geverê hate danîn û ji aliyê gelek kesan ve hate ziyaretkirin.
Şîna ku ji bo Harun Karay ê HPG’î li Geverê hate danîn û ji aliyê gelek kesan ve hate ziyaretkirin.
Dayikên Aştiyê yên ku merasîma şewitandina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk temaşe kirin, gotin: “Êdî tu hinceteke dewletê nema, bila gav biavêje.”
Merasîma îmhakirina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk, di çapemeniya cîhanê de deng veda.
Ahmet Oral ê ku 30 salan girtî ma, îmhakirina çekan a “Koma Aştî û Civaka Demokratîk” nirxand û got: “Rêvebirên payebilind ên PKK’ê çekên xwe îmha kirin. Divê dewlet jî di vê astê de gav biavêje.”
Nêçîrvan Barzanî têkildarî merasîma şewitandina çekan daxuyaniyek da û got: “Ji bo serkeftina pêvajoya aştiyê, gavekî girîng e. Ev gav, dê pêvajoyê derbasî qonaxeke nû bike."
ÇHD’ê têkildarî komkujiya Elewiyan a li Sûriyeyê bertek nîşan da û ragihand ku ji bo darizandina berpirsiyaran serlêdana sûc kiriye.
Welatiyên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê merasîma şewitandina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk ku li ser banga Abdullah Ocalan li dar xist, bi kelecaneke mezin temaşe kirin.
Koma Aştî û Civaka Demokratîk, li ser banga Abdullah Ocalan çekên xwe şewitand.
Merasîma Koma Aştî û Civaka Demokratîk saet di 11.25’ê de dest pê kir û di 11.45’ê de bi dawî bû. Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat pêşengtiya merasîmê kir.
Dîmenên merasîma dîrokî ya îmhakirina çekan a “Koma Aştî û Civaka Demokratîk” hatin weşandin. Komê, çekên xwe îmha kir.
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat, tev li merasîma îmhakirina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk bû.
Ji merasîma dîrokî ya îmhakirina çekan a “Koma Aştî û Civaka Demokratîk” dîmenên ewil hatin weşandin.
Şandeya ku merasîma îmhakirina çekan a “Koma Aştî û Civaka Demokratîk” temaşe kir, ji qadê derket.
Koma Aştî û Civaka Demokratîk ev daxuyanî da: “Ji niha û pê ve wê têkoşîna me ya azadî, demokrasî û sosyalîzmê bi rêbazên hiqûqî û siyaseta demokratîk û li ser bingeha derkirina yasayên entegrasyona demokratîk dewam bike.”
Cihê merasîma ku dê “Koma Aştî û Civaka Demokratîk” çekên xwe lê îmha bikin diyar bû. Merasîm dê li Şikefta Casenê ya li ser sînorê bajarokê Sûrdaşê bê lidarxistin.