NAVENDA NÛÇEYAN- Îsraîlê daxuyand ku ji hewayê ve êrişî deriyê têketinê yê baregeha Serfermandariya ejîma Sûriyeyê ya li Şamê kiriye.
Îsraîlê, ji hewayê ve êrişî Şamê kir. Hêzên Parastinê yên Îsraîlê (IDF), li ser hesabê xwe yê medyaya sanal daxuyand ku "IDF, beriya kêliyekê pêşî êrişî deriyê têketinê yê baregeha Serfermandariya rejîma Sûriyeyê ya li herêma Şamê kir. IDf, geşedanên der barê durziyên sivîl ên li başûrê Sûriyeyê dişopîne. Li ser esasen fermanên asta siyasî êrişî herêmê kiriye û ji bo her cure senaryoyan amade ye."