‘Çalakiyên Aştiya Civakî û Azadiyê’ sibe dest pê dikin
- rojane
- 15:43 31/1
Starta “Çalakiyên Aştiya Civakî û Azadiyê” ku DEM Partî dê di navbera 1-10’ê Sibatê de li zêdetirî 51 navendan li dar bixe, sibe tê dayin.
Starta “Çalakiyên Aştiya Civakî û Azadiyê” ku DEM Partî dê di navbera 1-10’ê Sibatê de li zêdetirî 51 navendan li dar bixe, sibe tê dayin.
Ji Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan li Girtîgeha Sîncanê bi girtiyên jin ên siyasetmedar re hevdîtin kir û li pêşniyarên wan ên têkildarî pêvajoyê guhdarî kir.
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît di çalakiya nobetê ya li dijî tayînkirina qeyûm li pêşiya Şaredariya Sêrtê hatiye destpêkirin de diaxive.
Rêxistina DEM Partiyê ya Edeneyê li dijî xespkirina îradeyê banga têkoşîna hevpar kir.
Şîna endama YJA Starê Zehra Sebat ku di 7’ê Cotmeha 2024’an de jiyana xwe ji dest dabû, bi girseyî hate ziyaretkirin.
HDK’ê ‘Ji bo aştiyê mîlyonek îmze’ kampanya da destpêkirin û endamê HDK’ê Ramazan Şanci xwest ku hemû kes ji bo aştiyê rol bigire û bi hev re aştiyê pêk bînin.
Li Sêrtê li dijî tayînkirina qeyûm meşeke girseyî hat lidarxistin.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ji îdiaya “çûye herêma qedexe” tê darizandin. Ev îdia, bi rapora kesê pispor vala hate derxistin. Di raporê de wiha hate gotin: “Zeydan, 13,6 km’an dûrî cihê herêma qedexe bû.”
Karûbarên îfadegirtinê yên Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû bi dawî bû.
Rêya di navbera navenda Wanê û navçeya Miksê de ev 9 meh in girtî ye. Xelkê navçeyê jî ev du roj in vê rewşê protesto dike û dixwaze rêya wan were vekirin. Bi vê boneyê xelkê navçeyê duh meş li dar xist û îro jî dikanên xwe venekir.
Ji 7 bajarên girêdayî Kantona Cizîrê gelek welatî ji bo tev li çalakiya nobetê bibin berê xwe dan Bendava Tişrînê.
Di çalakiyên protestokirina tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Sêrtê de 6 kes hatibûn binçavkirin. Her 6 binçavkirî hatin berdan.
Welatiyên xizmên xwe de şer de winda kirin, hêviyên xwe yên ji çareseriya pirsgirêka Kurd wiha vegotin: “Mesele berdana çekan nîne, mesele aştiyeke adilane ye. Ji bo vê divê qedexeya li ser zimanê me were rakirin û girtîgeh bên valakirin.”
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di panela “Elewî li ser aştiyê diaxivin” de axivî û peyama Abdullah Ocalan a “Ji bo hemû gel û baweriyên vî welatî li ser bingeha hemwelatiya wekhev bên temsîlkirin dixebitim” parve kir.
Malbat û wasiyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.